$Agahiyên şehîd:$
Nav paşnav: Serdar Arslan
Nasnav: Azad #Amed#
Cihê jidayikbûnê: Amed
Dayik-Bav: Basraî-Ahmet
Dem û cihê şehadetê: 20'ê Îlona 2016 / Herêmên Parastinê yên Medyayê
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêyê me Azad li paytexta Kurdistanê li Amedê ji dayik bû. Li nava malbateke welatparêz mezin bû, sîstema qirkirinê ya ku #dewleta Tirk# li Kurdan ferz dike zû dît û kete nava nakokiyeke kûr. Ti carî qebûl nekir ku sîstema dewleta Tirk nahêle gelê Kurd bi çanda xwe bijî, Kurd dûrî nasnameya xwe mezin bibe û rejîma zordar ti carî nepejirand. Rewşa gel û welat, bandoreke mezin li hevrêyê me Azad kir. Diyar dikir ku dema mirov di bin êrîşên rejîma qirker de be, guh hebe nabihîze, ziman hebe neaxive, çav hebe nabîne û li hemberî vê yekê bû xwedî hêrseke mezin. Ji ber vê yekê jî nakokiyên kûr pê re çêbûn û red kir ku di bin rejîma qirker a dewleta Tirk de bijî. Biryar da ku tevlî nava refên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bibe. Hevrêyê me Azad li ser vê bingehê hat çiyayên Kurdistanê û beriya her tiştî axaftin û jiyana bi zimanê xwe yê dayikê ji xwe re kir esas. Ji xwe re kir armanca bingehîn ku Kurdistaneke azad biafirîne û gelê Kurd li welatê xwe bi rengekî azad bijî. Li ser bingeha vê armancê hişmendiya welat û hezkirina li gelê xwe kûr kir, her ku erdnîgariya Kurdistanê nas kir, hîn bêhtir pê ve hate girêdan. Hevrêyê me Azad bi dilê xwe yê mezin û armanca xwe ya berz, meşeke Apoyî ji xwe re ki esas û ji Garê heta bi Zapê, ji Xakurkê heta bi Avaşînê li gelek qadan karê şoreşgerî kir. Ji bo welatekî azad û Rêberê azad, bêrawestan her wezîfe bêdudilî kir. Bû fermandarekî Apoyî ku zû şareza bû û wezîfeya tîm da ser milê xwe. Di heman demê de ji bo bibe xwedî meşeke fedaî, beşdarî nava rêxistiniya Hêzên Taybet bû. Bi vê yekê re êdî her wezîfe bi rengekî fedaî bi cih anî û serketin ji xwe re kir pîvan. Heta roja ku şehîd bibe ti carî ji vê tevlîbûn û sekna xw tawîz neda û bû yek ji neferên nemir ên artêşa şehîdên Kurdistanê.[1]