$Agahiyên şehîd:$
Nav paşnav: Veysî Yakût
Nasnav: Dewran Baz
Cihê jidayikbûnê: #Amed#
Dayik-Bav: Havva-Mahmût
Dem û cihê şehadetê: 20'ê Îlona 2016 / Herêmên Parastinê yên Medyayê
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêyê me Dewran Baz li paytexta Kurdistanê Amedê, li navçeya Licê ya welatparêz ji dayik bûn. Weke ku tê zanîn, navçeya Licê ji roja avabûna tevgera me û vir ve her tim bi tevgera me ya azadiyê re ye, ti carî serî li ber dijminê qirker netewandiye û ji ber vê taybetmendiya xwe dijminê faşîst timî êrîşan dibe ser. #Dewleta Tirk# a qirker gelek caran gund û navenda Licê şewitand, bi her awayî kiryarên li dijî mirovahiyê lê kir, lê belê kir nekir nekarî agirê azadiyê yê di dilê xelkê Licê de vemirîne. Xelkê Licê ku welatparêzî ji xwe re kir kevneşopî û bi xurtî pê ve hate girêdan, gelek ewladên xwe yên hêja diyarî têkoşîna azadî û hebûnê ya Kurdistanê kir. Xelkê Licê bi şehîdên xwe, bi gerîlayên xwe dilsoziya bi têkoşînê re mezintir kir, bû xwedî têkiliyeke xurt. Gelek malbatên me yên welatparêz ên hêja yên li Licê bi dehan ewladên xwe dan têkoşîna azadiyê û artêşa fedaiyan mezin kirin. Yek ji van malbatên hêja jî malbata Yakût e. Malbata Yakût ku 4 ewladên xwe yên leheng şehîd da, zarokên xwe bi hişmendiyeke kûr a welatparêziyê û exlaqa civakî mezin kir. Yek ji van zarokên bi vî rengî mezin bû jî hevrêyê me Dewran bû. Hevrêyê me Dewran piştî ku xwe nas kir û pê ve hem bi rastiya gelê xwe hesiya, hem jî rastiya dijminê qirker faşîst zû nas kir. Hevrêyê me Dewran bi destanên lehengiyê yên ap û pismamên xwe yên şehîd bûn, mezin bû û hem di dilê xwe de hem jî di hişê xwe de welatparêziyeke xurt bi cih kir. 12 salan li dibistanên dewleta Tirk xwend û tevî ku li van dibistanan serketî jî bû dît ku dibistanên dewleta Tirk xizmetê ji gelê Kurd re nake û terikand. Hevrêyê me Dewran kete nava wê lêgerînê ku xizmetê ji gel û welatê xwe re bike û bi taybetî kete bin bandora Şoreşa Azadiyê ya Rojava û serhildanên mezin ên Kobanê yên 6-8'ê Cotmeha 2014'an ên li #Bakurê Kurdistanê# pêk hat. Bi hêrsa li hemberî êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk û DAÎŞ'ê, ji bo hilanîna tolê tevlî nava refên gerîla bû. Bi cewhera xwe ya pak û durust, jiyana PKK'ê zû pejirand û pê re bû yek. Hem ji aliyê îdeolojîk hem jî ji aliyê leşkerî ve xwe zû bi pêş ve bir û şareza kir. Lehengiya Licê û welatparêziya wê ya kûr li çiyayên Kurdistanê weke milîtanekî Apoyî temsîl kir. Li ser vê bingehê di her wezîfeyê de, çi biçûk çi jî mezin serketin danî pêşiya xwe û bi cih anî. Bi sekn û tevlîbûna xwe bala hevrêyên xwe hemûyan kijand û bû gerîlayekî têgihiştî. Di demeke gelekî zû de şehîd bû. Sekna xwe ya lehengiyê mîna mîrate li pey xwe hişt ku hem malbata wî hem jî gelê Kurd dikarim timî pê serbilind bin.[1]