Agahiyên şehîd:
Nav paşnav: Seyîthan Îdîz
Nasnav: Berxwedan Botan
Cihê jidayikbûnê: #Şirnex#
Dayik-Bav: Zelîha-Suleyman
Dem û cihê şehadetê: 20'ê Îlona 2016 / Herêmên Parastinê yên Medyayê
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêyê me Berxwedan li #Cizîra Botan#, bajarê serhildan û berxwedanê, weke endamekî eşîra Teyî ji dayik bû. Hevrêyê me Berxwedan ku di nav derdoreke ku welatparêziya gelê Kurdistanê herî zêde û bi xurtî tê jiyîn mezin bû, ji zarokatiya xwe ve Têkoşîna Azadiya Kurdistanê nas kir. Li Cizîra Botan bû şahidê hovîtiya dijmin û destanên lehengiyê yên gelê Kurd. Di heman demê de şehîdbûna mamê wî yê têkoşîna azadiya Kurdistanê, dilsoziya hevrêyê me Berxwedan bi şehîdan re xurtir kir. Tevî ku heta lîseyê di dibistanên dewleta Tirk de xwendiye jî, piştî demekê dev jê berdide û tevlî xebatên ciwanên şoreşger dibe. Di pêşengtiya serhildanên Cizîra Botan de bû yek ji ciwanên bi dilekî mezin û li ser vê bingehê demekê xebatên ciwanan li dar xist. Lê dibîne ku tekane rêya ku mêtingeriya Tirk ji Kurdistanê were derxistin û divê Şerê Gel ê Şoreşgerî mezintir û geştir bibe. Bi taybet piştî ku li Cizîra Botan hovîtiya rejîma Tirk a faşîst a qirker dît, biryar da ku teqez tola vê komkujiyê bê hilanîn. Li ser vî esasî di pêvajoyeke biryargirtinê ya tûj re derbas dibe û tevlî nava refên gerîla dibe. Hevrêyê me Berxwedan li herêma Heftanînê dest bi çalakiya xwe ya yekemîn a gerîlatiyê kir. Di jiyana çiyê ya ku hevrêtiya #PKK#'ê serdest e, dibe milîtanekî Apoyî. Bi hêrsa hesabpirsîna ji dijminê mêtinger, xwe di qada leşkerî de pêş xist. Li ser vî esasî her karê ku dike bi baldarî bi cih tîne. Heta kêliya ku gihişt şehadetê, ji helwesta xwe ya dilsoz, hêrsa xwe ya li hemberî dijmin, ji kesayeta xwe ya bi serketinê û dilsoziya bi şehîdan re tawîz neda. Ew wekî milîtanekî ku wê gel û ciwanên Cizîra Botan her dem wî ji xwe re bikin mînak, tevlî nav karwanên şehîdan bû.[1]