#Kamran Simo Hêdilî#
Ev dem û hemû demên we xweş bin, xwendevanên hêja û birûmet. Ez ê bi gazind û rexneyên zaneyê mezin Ehmedê Xanî dest bi rêze nivîsên xwe bikim.
‘‘Ger dê hebûya me padîşahek
Layîq bidiya Xwedê kulahek
Tayîn bibûya ji bo wî textek
Zahir vedibû ji bo me bextek
Ger dê hebûya me itîfaqek
Vêkira bikira me inqiyadek
Rum û Ereb û Ecem temamî
Hemiyan ji me ra dikir xulamî’
Hê wê serdemê zanayê mezin Ehmedê Xanî, gazind û rexne li bêtifaqiyê kiriye. Em îro jî hê wê gazindê ji zane û dilsozên xwe dibihîzin. Ehmedê Xanî ev gotin berî niha bi sê sed û hinek salan gotin e. Em îro nabêjin, bila hin ji me re xulamtiyê bikin. Em tenê dibêjin, ne em xulam bin û ne jî bila ti cîranên me xulam bin. Em dixwazin ji xulamtiyê rizgar bibin û di welatê xwe de azad bijîn. Bawer dikim ji kîjan kurdî were pirsîn, ‘‘dermanê me ji xulamtiyê rizgar bike çi ye?’’ Ji biçûkan heta mezinan dê bêjin ‘‘ji hevhezkirine, piştevaniya hevkirine û tifaq e.’’ Yanî gundî, bajarî, zane, kedkarên rêya rizgariyê dermanê gihiştina armancê dizanin û dipirsin çima tifaq çênabe?
Ev demeke dirêje li nav raya giştî ya Kurdistanê gengeşe û goftûgoyên yekitî û tifaqan tên kirin. Her kes dibêje, fersendeke dîrokî hatiye ber deriyê me û divê em ji vê fersendê sûd werbigirin. Hemû hêzên siyasî, saziyên sivîl, kesên ronakbîr û zane dibêjin kilîta sûdwergitinê ji vê fersenda dîrokî yekgirtina hêzên siyasî ye. Hemû hêzên siyasî jî bi dev dibêjin, ‘‘em bi hev re karkirinê re amade ne.’’ Ti hêz û ti kes aşkera di vê dema hesas de li dijî tifaqê dernakevin. Hemû bi gotinê ji tifaqê re amade ne. Lê, lêyên hemûyan gelekî dirêj in û li dawiya axaftina hemûyan lêêêêê heye.
Ez hê zarok bûm, min gotinên li ser zirara bêtifaqiyê dibihîstin. Îro hê dibihîzim û hê jî tifaqa serkêş, serok û sekreterên hêzan çênebû ye. Ji berdêla tifaqê çêkin û riya rizgariyê li ber gel nêzîk bikin. Mirov dikare bibêje, hin ji wan bûne mekîneyên belavkirina bêhêvîtî û bêtifaqiyê. Heta ji wan tê, rê li ber tifaqa gel digirin.
Li vir dixwazim, bîranîneke xwe û seydayê mele Evdilayê Xerzî (Timoqî) bêjim. Min seyda hê ji salên hezar û nihsed û heftêyan ve nas dikir. Seyda ji bona min û gelek xortên weke min sembola welatparêziyê û berxwedanê bû. Em gelek caran diçûn serdana wî û bi zewq û dilxweşî me li şîretên wî guhdar dikir.
Cara dawî di sala hezar û nehsed û heştê û şeşan de li herêma Mêrgewer ya bajarê Urmiyê me hev dît. Ez ji bona tedawiya çavên xwe çûbûme wir. Min bihîst, leşkerên dewletê xwestine seyda bigirin, lê seyda xwe nespartiye leşkeran û ew jî hatiye wir. Li herêma Mêrgewar li mizgefta gundê Melabasek dima.
Ez çûbûm serdana wî ji bona pirsa rewşa wî bikim. Seyda wê rojê çûbû serdana partiyeke kurdan û nû ji gel wan vegeriyabû. Xweda wî bi dilovaniya xwe şad bike, bi xemgînî ji min pirsî. ‘‘Kamran tu dizanî îro çi hate serê min? Tiştê divê min negotina, di rûyê vê bêtifaqiya partiyên kurdan de, min got. Ez çûbûm serdana partiya… Serok, sekreter û hemû girgirên partiyê rûniştibûn. Min nizanîbû, di civînê de ne, nobedaran jî tiştek ji min re negotin. Ez yekser derbasî hundirê oda civînê bûm û piştî silavê rûniştim. Wan jî tiştek negot, lê min fêhm kir, tiştekî ne li rê heye. Ji ber ez çawa derbasî hundir bûm, hemû bêdeng bûn. Piştre yekî ji wan ji min pirsî, ‘‘seyda Xweda çi ji me kurdan dixwaze? Ma heta kengî em ê li bindestê xelkê bin?’’ Ji pirsên wî ez pir nerihet bûm û min ji wan re got, ez ji cem Xweda têm. Xweda got, ‘‘here ji partiyên kurdan re bêje, çi dixwazin ez ê bidime wan. Lê divê şerên nav xwe bisekinînin û tiştê ji wan bixwazim, ew bikin!’’ Bi gotina min re hemû bêdeng bûn û kesî bersiva min neda. Dizanîn, ez ê bêjim, şerê hev nekin û bi hev re bitifaq bin.’’
Li vir dixwazim tiştekî ji rûyê bêtifaqiyê yê tarî bêjim. Li wan salên seyda ew gotin ji wan berpirsên siyasî re gotin, şerê di navbera dewletên Iraq û Îranê de gûr û germ bû.
Herdu dewlet jî mîna dîkên şer yên li dawiya şer dixwestin û êdî nikarin hev nikil bikin, bibûn. Lê mixabin û sed carî mixabin şerê di navbera herdu Partiyên Demokratên Kurdistana Irak û Îranê de jî li seranserî rojhilatê Kurdistan belav bibû û dagirker hatibûne jibîrkirin, tenê hev neyar didîtin. Hemû welatparêz û zaneyan digotin, ‘‘bi şerê herdu dewletên dagirker re derfeteke dîrokî hatiye ber deriyê kurdan, vê derfetê bernedin!’’ Yek ji kesên ev gotin digotin jî, seydayê mele Evdila bû.
Bi salan berî vêga seyda ji partiyên kurdan re gotibû, hûn tifaqa xwe çê bikin, tişta hûn bixwazin dê bibe.
Hemû partiyên siyasî, tevgêrên civakî, kesên xwende û zaneyên dîrokê dibêjin di şerê yekemîn ê cîhanê de fersendek kete destê kurdan, lê kurdan nezanîn wê fersendê bi kar bînin. Nikarin tifaqa xwe çêkin û ew fersenda zêrîn ji destên xwe berdan.
Li vir dixwazim çend pirsan bikim.
Gelo fersenda îro ji ya wê serdemê neçêtir e?
Gelo hêza kurdan ya hundir bi her awayî ji ya wê serdemê ne li pêştir e?
Gelo têgehiştina netewî û zaneyên kurdan ji yên wê serdemê ne pirtir in?
Gelo ezmûna kurdan ya tifaqê ji ya wê serdemê nepirtir e?
Gelo têkiliyên bi hêzên dervan re sed carî ji wê serdemê nexurtir in?
Mirov dikare bi sedan pirsên wisa rêz bike.
Wê demê çima tifaqê ji bona azadiya xwe û rizgariya welatê xwe çênakin?
An bi rastî rizgariyê naxwazin?
Ma hemû gotin û gengeşe ne ji bona xwe ji bin nîrên dagirkeran derxin e?
Heke bi rastî ev êş û jan hemû ji bona serkeftinê ne, divê tifaqê çêkin. Heke derewan nakin û nirx didine cangoriyên me, divê bi hev re rûnin û şêwra xwe bikin yek.[1]