$Dosya Şehîd:$
Nav û paşnav: Celal Hemî
Navê tevgerî: Dilovan
Navê bav: Mehmûd
Navê dayîkê: Emîne
Cih û dîroka jidayîkbûnê: Gundê Xizênê sala 1996’ an de
Cih û dîrok şehadetê: Minbicê di sala 25.3.2019‘an de
$Kurtejiyana Şehîd:$
Celal hemî di sala 1996’an de hate li ser rûyê cîhanê.Li gundê xizênê girêdayî bajarê kobanê ji dayîk bûye. Navê dayîka xwe Emîna ye. Şehîd Celal navê wî yê herekî ku pê dihate naskirin bi navê dilovan û Soro dihate naskirin. Navê bavê xwe Mehûmd e. Mamoste Celal Hemî ji gundê xizênê ye, destpêka xwendina xwe ye kurdî di 2015 an de bi astên zimanê kurdî dest pêkir, piştre li peymangeha Ş. Zozan ya xeta başûr li gundê Bîrreşê xwend, pir astengî didîtin ta dighişte peymangehê ji ber ku peymangeh dûrî gundê wî bû her roj di serme û seqeman de bi mîtor diçû û dihat. Piştî bi dawîkirina xwendina peymangehê, li gundê Tuxtê hat bi cih kirin, dîsa cihê kar ji gundê wî dûr bû û çeb bû , bi zor û zehmetiyan xwe dighande xwendekarên xwe tevî wan hemû astengiyan bi rihekî xweş û bi dilekî nizim bi xwendekarê xwe re jiyan dikir û rojeke tenê gazincê dûrê û zehmetê rê nedikir. Dema ku mamoste Celal ji bo erka xweparastinê hat xwestin wî bê dudilî got ez ê biçim û banga welatê xwe pêk bînim û tevlî hêzên erka xwe parastinê bû. Piştî ku nêzî 11 mehan ku tenê meheke wî mabû erka wî bi dawî bibe, berî vegera wî ya malê çetên Da’îşê bi îxanet û xedir li bajarê Minbicê ew û şeş hevalên wî şehîd xistin. Di sala 25. 3.2019’ an de şehîd ketin.
Mamoste Celal mîna gelek hevalên xwe yên dîtir tevlî nava karwanên şehîdan bû û bû çirûskek li esmanê welatê rojê şewq da.[1]