HISÊN CIMO
Werger ji erebî: #Kendal Cûdî#
Dibe ku tu vegotineke rewanbêjiyê tune be ku meylên Kurdan ên beriya kongreyên lihevanînê piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn, rave bike. Lê di hemû insiyatîf, destpêşxerî û helwest de, asta şaşiyê ji ya rastiyê zêdetir bû. Lewra lêkolîna li ser helwestên kesayetên Kurd ên wê demê, bi van şaştiyan ve girêdayî ye.
Lê belê, pêwîstî bi cûdahiyekê, di navbera dubendiya gûman ku tê seranserkirin û tevlîhevkirin, heye. Lê ev cûdahî ku nayê peydakirin, di salên dawî de gihîştiye lûtkeya dawî, ew jî dubendiya xayin û yên ku şaştî kirine. Dema ku kesê şaştî kiriye, bi îxanetê tê binavkirin, bi vê yekê dîwarekî parastinê ji bo îxanetên ku rastî çêbûne ên hêzên dijber ku li ser esasê berjwendiyên kesayetî, an jî malbatî an jî partîtî dixebitin, diparêze. Ev yek jî heta roja îro li Efrîn û Serêkaniyê têne kirin. Ne tenê kesayeta Hesen Xeyrî pirsgirêk e, tevî ku bû serkêşê çîrokên”îxanetê” ye. Mirov dikare bêje ku kesê yekemîn ê ku fêm kiriye di her kiryarekî de şaştî heye û Ii ser vî esasê kete nava tevgerê, şêxê mamoste Seîd Kurdî(Newrsî) ye. Newrsî bi tena xwe rêyeke cûda girt ku cihê balkêşî û seyr bû. Ev rê di demeke zehmet a di navbera Peymana Sevrê (10`ê Tebaxa 1920) û Lozanê(24`ê Tîrmeha 1923), dest pê kir.
Ravekirinên şaş ên di xwendina jînenîgariya kesayetên kurdî yên serdema borî de, sedema xwe xwendina şaş û parçekirina stasyonên sereke yên di qada siyasê de ye. Li ser vî esasî, di berdewamiya nivîsê de, em ê balê bikişînin ser van stasyonên bi pirsgirêk, ew jî Peymana Sevrê ye. Bi destpêkirina vê peymanê re, wê derî li pêşiya danansîna hawîrdora siyasî ya ku Hesen Xeyrî û hevalên wî têde kar kirin, were vekirin. Ew jî xefika qirkirina di her quncikekî li quncikên xebata siyasî û têkoşîna şoreşgerî ye.
Ji aliyê analîzkirin û fikirî de, 4 kesayetên Kurd bi rexne an jî bi gûman, bendên Peymana Sevrê xwendin, ango sê bendên girêdayî Kurdan di vê peymana mezin a ku ji 433 bendan pêk tê. Ev kesayetên ku lêkolînên dîrokî nirxandine ev in: Mihemed Emîn Zekî, Kemal Mizher Ehmed, Ebdulrehman Qasimlo û Ebdulah Ocalan(li gorî zanyariyên nivîskar). Armanc ne pêşkêşkirina nêrînên berfireh e, lê belê eşkerekirina cehwerê Peymana Sevrê ye. Li ser esasê fêmkirina her kesî ji vê foruma navdewletî ve ku li xwe mukir hat ev peyman mirî ye, wê meylên pêşerojê diyar bibin û wê bijardeyên xwe di dema niha de heta astekê, diyar bike.
Gelo ma “Sevrê”fersendek bû ji dest çû?Kî ev fersend winda kir?Gelo eger bûyeran piştre meyleke diyarker hilbijart û eşkere bû ku rêveberên Kurdan ên ku wê demê”Sevrê”red kirin, altirnatîfê wan xerabtir bû. Gelo ev têrê dike ku xwendevan û lêkolîner ji zelalkirina valahiyên di peymanê de, lêkolîn nekin.
Lê pirsa giring di vê çarçoveyê de, gelo rêveberên teşwîqî”Sevrê”nebûn, li ser esasê hezkirina ji radestbûna Tirkan re bû? Li gorî helwestên belgekirî, gelek Kurdan bi rastî rola îxanetê li dijî têkoşîna gelê xwe lîstin. Ev rol di Ithad û Tereqî de dewam kir, piştre derbasî keştiya Mustefa Kemal û hevalên wî bûn û heta ketina masikan piştî Lozanê. Lê ne Hesen Xeyrî û ne jî hevalên wî yên ku nameya”Yek dewlet ji Kurd û Tirkan re”rêkirin, di nava wan kesan de hebûn.
Kurd bi tevahî, bi hersê bendên girêdayî xwe yên di Peymana Sevrê de, mijûl bûn. Ev bendên dîrokî ne û bûne sedem ku doza Kurdan were destgirtin. Eger tenê ji bo tomakirina û hebûna Kurdan di giringtirîn kongreyên navdewletî piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn de be, ev destkefiyeke giring e. Bi vî rengê Kurd bi nivîsê (Bendan) mijûl bûn û wêne ango nexşereya Sevrê, paşguh kirin.
Lêvegera li ser nexşereyên”Sevrê” heta radeyeke mezin diyar dibe ku çima beşekî giring ji Kurdan li dijî vê peymanê derketine. Redkirina wan li ser esasê derketina hin herêmên Kurdan ji “Dewleta Kurdî ya Pêşniyazkirî”de bû. Ji vê nexşreyê diyar dibe ku çima piraniya rêveberên: Bedlîs, Wan, Mûş, Serhed, Mardîn, Nisêbîn, Urfa, Sirûc, Maltiya, Adiyeman, Mereş û Dîlok li dijî vê peymanê derketin û beşek biçûk ji Kurdên Botan, Amed û Dersimê, piştgirî dane vê peymanê. Nexşereya piştgirî, gumanbarî û redkirinê, bi sînorê rêveberî yê pêşniyazkirî a dewleta Kurdan, li “Sevrê”girêdayî ye. Herêmên navborî yên ku ev peyman redkirin, li dervayî projeya dewleta Kurdan bûn.
Di heman roja pesendkirina peymanê, guhartinek li ser peymanê hate kirin, ji ber di peymanê de tu wesayîtên dewletê ji bo dewleta Kurdan a pêşniyazkirî, tune bû. Lê belê ev mijar, ji “Esbit Umem” ango “Civata Neteweyan”re hate hîştin. Lê bi awayekî lezgîn, nûnerên Birêtaniya, Fransa û Îtaliyayê lihev rûniştin û herêmê di nava xwe de dabeş kirin. Fransa û Birêtaniyayê, dewleta Kurdan ya pêşniyazkirî di nava xwe de dabeşî du herêman kirin: Herêma Botanê wekî dewleteke kurdî di bin serpereştiya Birêtaniyayê û herêma Rojavayê Kurdistanê û navenda wê Diyarbekir wekî dewleteke kurdî di bin serpereştiya Fransayê de ye.
Lê Herêma Başûrê Kurdistanê û navenda wê Silêmaniyê bi awayekî piratîk li dervayî Peymana Sevrê ma, lê di bin serweriya yekser a Birêtaniyayê ya li ser Iraqê de maye. Her wiha benda 64`an jî derî li pêşiya tevlêbûna Başûrê Kurdistanê ji dewleta “Sevrê”re bi forumeke ne zelal vekirî hîşt. Foruma ne zelal a têkildarî mijarê wiha ye:”Dewletên sereke yên hevpeymanê, li pêşiya tevlêbûna dilxwazî ya Kurdên li wî parçeyî Kurdistanê ku heta niha di nava wîlayeta Mûsilê de ye ji dewleta Kurdan a serbixwe re, tu astengiyan çênake”. Di heman demê de, herêmên Kurdan ji Mardîn, heta Urfa, Eyntab û Efrîn di bin serweriya yekser a Fransayê de ma, da ku piştre bibe parçeyek ji dewleta Sûriyê ya ku nû ava bûye.
Peymana Sevrê ku ji aliyê erdnîgarî ve belavayî bû, ji aliyekî din parçekirina Kurdistanê bi awayekî rêxistinkirî bû. Nexşereya Kurdistanê wekî dewlet hate pêşniyazkirin, lê gelek herêmên berfireh ne di nava vê nexşereyê de bûn. Kurdên ku li dervayî nexşereya Sevrê man, bi metirsiyên hebûnê re rû bi rû bûn. Ji bo wan, cihê wan ne di nava dewleta Ermeniyan ya pêşniyazkirî de bû û wê neçar bimînin ku koçber bibin an jî werin tunekirin. Her wiha Kurdan bi awayekî xurt lihev kiribûn ku wê nekevin bin serweriya desthildariya Ereban çi li Sûriyê an jî li Iraqê. Êdî li herêmê, nîşaneyên komkujiyên mezin li pêşiya vê xelkê diyar dibû û bi awayekî xurt li dijî vê peymanê derketin.
Di bendên ji 88-93 a Peymana Sevrê ku ew bend taybet girêdayî doza Ermeniyan bû, careke din behsa Kurdan tê kirin. Peymanê Serokê Amerîkayê Woodrow Wilson erkdar kir ku sînorê dewleta Ermeniya a serbixwe bi dewleta Kurdan a pêşniyazkirî de, xêz bike. Ocalan bi awayekî hostayî behsa vê kêşeyê dike û dibêje:”Projeyên Eremen û Kurdan, projeyên du neteweyên li ser yek axê ye. Ji ber vê yekê jî Kurdan bi gûmaneke pir mezin li hemberî ‘Sevrê’ hîs dikirin. Propogandeya erênî ya herdu malbatan Bedirxan û Cemîl Paşa bê rê radibûn, belavbûna metirsiya li ser piraniya parçeyên Kurdistanê ji holê ranekir”.
Niha, dema ku em lêkolîn bikin çima birêz Ebdulaqdir Elnehrî tevlîhev bû û çima Seîd Kurdî dev ji siyasetê berda, çawa beşek mezin ji Kurdan di şerê rizgarkirinê de tevlî Mustefa Kemal bû, çima beşekî mezin ji Kurdan bi dewleteke hevbeş a neteweyî bi Tirkan re razî bûn, çawa Yûsif Diya Beg, Hesen Eywnî, Hesen Xeyrî, Şahîn û Bozan Beg, tevî hemû parlamenterên Kurdistanê ên di Meclisa Neteweyî ya mezin de, nameyek ji Lozanê re rêkirin û otonomî a li ser esasê Misaqî Milî Ii ser tevahiya erdnîgariya Kurdistanê ku wê demê Kurdan xêz kiribû, tercîh kirin…Ev hemû pirs, bersivên wan di Peymana Sevrê ya şeklî de ye.
Lê ji aliyekî din ve jî, Peymana Sevrê çîrokeke xwe ya ne fermî jî heye. Ev çîrok jî, di çarçoveya, nakokiya di navbera hikûmeta Enqerê û Istenbolê de ye. Pêşniyaza ku Enqereyê bi serokatiya Mustefa Kemal pêşkêş kiriye, gav bi gav bû. Di destpêkê de, Kongreya Erziromê di 23`ê Tîrmeha 1919`an de û Kongreya Sêwasê di Îlona 1919`an de hate lidarxistin. Hebûna Kurdan di Erziromê de li gorî lêkolîner Robert Olson di pirtûka xwe” Emergence of Kurdish Nationalism”gotiye, xurt bû. Ev pirtûk ji aliyê Dr. Ehmed Xelîl ve bi sernavê”Dîroka Têkoşîna Neteweyî ya Kurdan”, wergerî erebî bû. Kurd di Kongreya Erziromê de, biser ketin û desteya nûnertî 9 kes hatin hilbijartin, bi kêmasî sê kes ji wan Kurd bûn û navê wan wiha ye: Hacî Mûsa Beg ji Mutka, Selah Efendî ji Bidlîsê û Fewzî Efendî ji Erziromê.
Olson di herdu kongreyan de, behsa naskirina otonomî nake. Ev mijar ne cihê gûmanê ye, ji ber di belgeyên kongreyê de, ku Kurdên di nav de vegotine, wê demê Kurdan hemleyek hewldanê ji bo dewleteke hevbeş a kurdan û Tirkan, dane destpêkirin. Lê Olson di encama lêkolîna xwe de got”Eger ne ji piştgiriya Kurdan bûye, wê tevgera neteweyî ya Tirkiyê ev serkeftin bi dest nexistiye”. Bi awayekî giştî, biryarên van herdu kongreyan di 28`ê Sibata 1920`an ketin nava”Misaqî Milî”, ango beriya 6 mehan ji îmzekirina Peymana Sevrê di 10`ê Tebaxa 1920`an de.
Naveroka peymana Misaqa Milî avakirina welatekî hevbeş ji bo Kurd û Tirkan bû. Her wiha her du aliyan soz dan ku wê dewlet pabendî vegerandina hemû deverên kurdî yên ku di bin serweriya Birîtanya û Fransa de li Sûriye û Iraqê de, bê. Di heman demê de, bajarên Heleb û Mûsilê jî wê bixin bin serweriya xwe. Tevgera hevbeş a Kurdan û kemalîstan ne ji nezaniya siyasî bû, wek ku piştre hatiye vegotin û propogande kirin.
Kurdan di dawiyê de ne tenê ji aliyê kemalîstan ve hatin xapandin, lê belê ji aliyê îngilîzan jî bi awayekî paralelî hatin xapandin. Lê divê bûyer ji çarçoveya wê neyê derxistin. Dema ku Kurd di nav gelek bijardeyan de belav bûn, diviyabû di nirxandina îroyîn de, ji bîr nekin ku pêşerojek ji her kesî re, heta Mustefa Kemal jî nediyar bû. Wek ku di axaftinên wî (Mustefa Kemal) yên di rojên destpêkê yên şerê rizgariyê de jî diyar dibû, ew bi tiştekî ne bawer bû. Ne ji serketinê û ne jî bi rizgarbûna welat ji dagirkeriyê.
Sînorê Ermenistanê
Lewra, heta 28`ê Sibata 1920`an, roja qebûlkirina Mîsaq Milî, Mustefa Kemal û hevkarên wî yên Kurd ji aliyê avakirina hevpeymanekê li ser esasê berjewendiyên hevbeş û çarenûsa hevbeş, di rewşeke baş de bûn. Kurdan, ev xebat bi çavekî ku wê Kurdistanê hemû bike yek, lê temaşe dikir û bi Anadolê ve di dewleteke hevbeş de, were girêdan. Lê helbet divê, faktorê olî û aborî yên giring neyên paşguhkirin, ji ber ku hevkarên Mustefa Kemal, eniyeke tundî li dijî tu projeyên ku hebûneke siyasî ya Ermenan li wîlayetên rojhilat ava bike, ava kiribûn. Bi vê yekê, beşekî mezin ji Kurdan pêşniyazên serokê Amerîkayê Wilson ên xêzkirina sînorê dewleta Ermenistanê, wekî dijminahiyeke amerîkî didîtin. Şêx Seîd Newrsî jî di civîneke bi rayedarên Ewropayê re, ev yek diyar kir dema li pêşiya hêzên rojavayî rekberî kir ku derbasî çiyayên Kurdistanê bibin.
Lê divê were eşkerekirin ku nîqaşên paralel ên di parlamentoya Enqereyê de, ji 6 bendên Mîsaqê zelaltir bûn. Dibe ku ev kêmasiyên giring bin ên ku hîştin Mustefa Kemal û hevalên wî bi bendên Mîsaqê bilîzn, bê ku tengav bibin.
Misaqî Milî di naveroka xwe de, pêkanîna yekitiya Kurdan û Tirkan bû û piştre gotûbêjên wê li ser Rêveberiya Xweser a Kurdistanê hatin kirin. Li ser vî esasî, herdu aliyan şerê rizgariyê li dijî dagirkeriya rojavayî meşandin, bi armanca ku Anadolê û Egeyê rizgar bikin û jinûve Kurdistanê bikin yek piştî ku parçeyên wê yên ji aliyê Birêtaniya û Fransayê hatine dagirkirin, rizgar bikin.
Lê ji aliyekî din ve jî, projeyên ku Birêtanyayê û hevkarên wê yên Kurd amade dikirin, pir lawaz bûn û di navbera herêmên di bin serwreiya Birêtanî li Londonê, Hindistanê û Istenbolê de û piştre, Nivîsgeha Rojhilata Navîn li Qahîreyê di Adara 1921`an de tevlî wan bûbû, belavayî bûn. Her daîreyeke birêtanî, li ser burokratiya siyasî, fikirek pêşkêş dikir. Lê xala hevbar a di navbera van hemû daîreyan de, dûrxistina Kurdistana Rojhilat(Îran) ji doza Kurdî bû û hîştina wê di bin serweriya Farisan de bû. Piraniya pêşniyazên Birêtaniyayê, ji ber belavbûna wê û nakokiyên dijwar ên di navbera nêrînên rêveberên Hindistanê, Londn, Bexdad, Qahîre û Istenbolê de, nayên lêkolîkirin. Pirtûka zanyarê rûsî Mîxayîl Lazarev a bi navê”Pirsgirêka Kurd 1917-1923″, di çend beşên wê de, nelihevkirina birêtanî li ser siyasetekê ji bo Kurdan, nîşan dide. Ev yek heta Kongreya Londonê di Sibata 1921 û piştre heta Qahîre di Adara 1921`an de dewam kir, dema ku Londonê deriyê lihevkirinê bi tevgera Kemalîst re vekir û bi Başûrê Kurdistanê sînordar ma, bê ku serxwebûnê bide wê.
Ji bilî dayîna Rojhilatê Kurdistanê ji hikûmeta Îranê re, lihevkirine din a Birêtaniyayê hebû, ew jî vegerandina seweriya malbata Bedirxaniyan li Cizîra Botanê bû, lê bê ku dateyên wê eşkere bike. Lê ev mijar, di peyamên fermandar William Noel û Cîgirê Wezîrê Karûbarên Hindistanê Arnold Wilson, di çend bîranên Wezareta Karê Derve ya Birîtaniyayê, hatiye bibîrxistin.
Misaqî Milî gelekî bi hêz bû, ku rê neda siyasteke Birêtaniyayê ya lawaz li dijî Kurdistanê pêk were. Lê bi saya berjewendiyên navdewletî yên hevbeş, Birêtaniya û Fransa hîştin ku hikumeta Sultan a li Istenbolê ya ku dijmanatiya xebata hevbeş a Kurdan û Tirkan di Misaqî Milî de dikir, li ser Peymana Sevrê di 10`ê Tebaxê de, îmze bike. Ev peyman wekî bersiveke ji Istenbolê û Birêtaniyayê da ku Mustefa Kemal li Kurdistanê hêzeke sereke bi dest bixe û Misaqî Milî, têk bibe.
“Sevrê” bê parastin e
Lê li gorî Mihemed Emîn Zekî ev peyman “vala” ye, li gorî Ocalan jî “parçebûne”, li gorî Kemal Mezher Ehmed jî, “Guldaneke şikestî ye û li gorî Ebdulrehman Qasimlo jî”Mirî hatiye dunyayê”. Piştî ragihandina wê bi çend mehan, bi awayekî lez mirina wê eşkere bû. Ya herî xeternak, tiştê ku di buhara 1920`an de çêbûye, ango beriya peymanê bi çend mehan, dema ku Birêtaniyayê stratejiya xwe li Mezopotamyayê û Kurdistanê guhart û rêkirina hêzên bejahî ibtal kir û xwe spart hêza hewayî. Ev guhartin, Peymana Sevrê, ji naveroka wê vala derxist. Birêtaniyayê piştî vê dîrokê, ne amade bû ku leşkerekî xwe jî rêbike, yekser Îtalyayê jî îmze nekir û piştrast kir ku ew leşkerekî jî naşîne ji bo pêkanîna Peymana Sevrê.
Di heman demê de, Wezîrê Karûbarê Hindistanê Edwin Montagu bi awayekî tund Peymana Sevrê red kir. Her wiha dema ku xîbata xwe ya îstifakirina ji kar di 10`ê Adara 1922`an de weşand, yek ji sedemên ku îstifakirina xwe rewa kir, astengiyên xeter ên ku rastî wezareta Hindistanê ji Musilmanan ji ber vê peymanê dihat, nîşand da. Ev yek di rojnameya “Leeds Mercury – Friday 10 March 1922”, hatiye weşandin.
Heger em van daneyên ku me li jorê anîne ziman, deyînin pêşiya her lîderekî Kurd ê wê demê, dê meşa li dû Birêtaniyaya avantûr be, ku ji bilî veqetandina Başûrê Kurdistanê û girêdana wê bi Iraqê ve, tu planeke wan tune bû. Ev nayê wê wateyê ku hevkariya bi Mustafa Kemal re jî guncav bû. Her gav şaştiyek bû û rewş bi yawayekî giştî xefikek tevahî bû.
Di dema niha de ku arşîva Birêtaniyayê bi giştî li ber destê lêkolînvanan e, akademsiyekî payebilind ê wekî Robert Olsen diyar dike ku ew nikare bi awayekî giştî tiştê ku Birêtaniyayê di siyaseta xwe de Ii hemberî Kurdan dixwaze, bi dest bixe. Lewra, di demekê de ku peywendî û veguhistina agahiyan li ser hevdîtinên kesayetî, an jî şopandina hin rojnameyan ku piraniya xwe jî xwedî meylên diyarker bûn, gelo wê Kurd di wê demê de niyetên Birêtaniyayê çawa zanibin? Du çavkaniyên tenê hebûn ku jê agahî dihatin wergirtin ku piraniya xwe jî bi awayekî yekser ne rast bûn; çavkaniyê yekê birêz Ebdulqadir Elnehrî li Istenbolê û çavkaniyê duyemîn jî malbata Bedirxaniyan a di navbera sirgûnên Istenbol, Şam, Qahîre û Ewropayê de, belave bûn.
Eger heta roja îro têgihîştineke ji siyaseta Birêtaniyayê re tune ye, tevî hebûna arşîvê wê yê ezin, gelo di wê serdemê de çi li gel Kurdan hebû da ku van siyasetan zanibin? Bê gûman tiştek tune bû. Dibe ku gotina “Tiştek tune bû” isbat bike, wê demê Emîn Alî Bedirxan û kurê wî Celadet, ku piştgirî didan “Sevrê”, di 25`ê Gulana 1921`an de berê xwe dane baylozxaneya Birêtaniyayê ya li Istenbolê, wekî ku di arşîvê kolonyalîsta Brîtanyayê de hatiye belgekirin. Bedirxan dixwest ku têkiliyan bi Yewnanistê re deyînê yên ku wê demê herêma Egeyê dagir kiribûn û ber bi kûrahiya Anadolê ve dihatin. Lê ji ber ku Bedirxan nizanibû ku Birêtaniyayê ji vê têkiliyê razî ne yan na, berê xwe da baylozxaneyê da ku wan agahdar bike. Eger Birêtanî nêrîna wan li ser vê mijarê neyînî be, wê paşve gav babêje. Dibe ku ev belge bibe sedemeke ku piştre em behsa şoreşa ku cihê xwe di dîroka Kurdan a nûjen de negirt bikin, ew jî şoreşa Koçgerî ya li herêma Dersimê di navbera dawiya sala 1920`an heta Buhara 1921`an.
Şerê çarenûsî!
Di 10`ê Tebaxa sala 1920`an de Peymana Sevrê hat ragihandin. Lê dema mirov vê peymanê bixwîne, divê matmayî nemîne ku beşekî mezin ji Kurdan çima ev peyman red kirin, lê divê di çarçoveya şopandinê de lê binêre. Beriya wê jî “Misaqî Milî” hebû, wekî teorekî ev proje ji bo gelek Kurdan ji pêşniyaza ne cidî ya Sevrê ya avakirina dewleteke Kurdan ku di nava xwe de 20 ji sedî ji erdnîgariya ku Kurd lê dimînin nahewîne, baştir bû . Di heman demê de, çawa şopdarên neteweperestên Kurd di nifşên pêşerojê de, ji kesên ku Sevrê red kirin, matmayî bimînin? Çawa xeyal kirin ku rêveberên Wan, Bidlîs, Mardîn û deşta wê ya başûr, Nisêbîn, Urfa û deşta Sirûcê, wê parastina vê peymanê bikin ku wê wan ber bi çarenûseke ne diyar ve bibe? Ev pêşgotineke giring e ji bo were naskirin çawa Kurd ji Sevrê derbasî Lozanê bûne.
Di vê çarçoveyê de, mirov dikare fêm bike ku çima Şahîn û Bozan Beg, Hisên Ewnî û Hesen Xeyrî jî piştgirî dane projeya otomanî ya Kurdistanê di çarçoveya”Welatê hevbeş” de. Beriya ku ji her kesî re were eşkerekirin tiştê di Lozanê de hatiye avakirin, ne binpêkirina “Sevrê” bû, lê belê ji wê xetertir bû. Wekî Ocalan dibêje” Têkbiriina têkoşîna hevbeş û “Xiyaneta dîrokî” li dijî Misaqî Milî bû û mayîndekirina parçekirina Kurdistanê di navbera Tirkiye û hêzên navneteweyî de bû. Di encamê de, bû sedema veqetandina dawî ya Kurdan. Piştî Lozanê “xiyanetkar” hatin eşkerekirin ên ku di refê Komarê de man . Lê ji aliyekî din ve, Kurdên ji alîgirên “Sevrê” û “Misaqî Milî” di eniyeke hevpar de kom bûn û dawî li parçebûna ku di sala 1918`an de dest pê kir, anîn.
Her wiha hemû hêza kurdî yên mayîn jî bi xwe re rakirin û hemû cebilxaneyên ruhê berxwedanê ji dema wêrankirina dawîn a Kurdistanê di sala 1914`an de dest pê kir û şerê dawî yê çarenûsî di 15`ê Sibata 1925`an de lidar xistin. Di encamê de, şer bi têkçûneke mezin a Kurdan bidawî bû û valahiya şoreşgerî ya demdirêj çêkir, heta ragihandina şerê têkoşîna çekdarî sala 1984`an.
Balkêş e ku di şerê çarenûsî yê sala 1925`an de, tu kesî daxwaza pêkanîna “Sevrê” ji Komarê nekir. Tevî ku slogan “Serxwebûna Kurdistanê” bû, ji ber ku “Sevrê ” ji bo Kurdan mirî bû. Hevrûkirina gengaz heye, eger em li rêzên pêşkeftî yên şoreşê vegerin. Her çiqas nûnertiya yekbûna du şepêlên kurdî dikir “Mîsaqa Millî û Sevrê”, lê piraniya lîderan dijberên “Sevrê ” bûn û alîgirên “Misaqî Milî” bûn. Di serî de, Şêx Seîd Piran, Xalid Beg Cebirî, Yûsif Diya Paşa, Hesen Xeyrî Beg û ji bilî wan. Ji ber sedemeke ku heta niha nayê şirovekirin û lêkolînên cidî li ser nehatine kirin, alîgirên Sevrê ji malbata Bedirxan Beg heta malbata Cemîl Paşa, di vî şerê çarenûsî de di refê duyem de bûn, yan jî bêalîbûn.[1]