#Lezgîn Çalî#
Behsa min li vêderê mumkin e bikeve nav babetê rêvebirin anko management a zimanî. Perçebûna welatê kurdan perçebûneka ne bi dilê wan û ne bi destê wan bûye. Lê, nahê mandel- û înkarkirin ko vê perçebûna sepandî bandora xwe (û bandoreka mezin jî) li ser neteweya kurd hiştiye.
Yek ji nîşanên herî berçav yên vê bandora nexwestî, bandor û rengvedana (refleksyona) wê liser zimanê kurdî ye. Ne tenê devokên cidacida yên kurdiyê (mîna kurmancî, soranî, zazakî, hewramî û feylî û lekî) ji hev dûr hiştine, nehêlaye ko bindevok bi xwe (mîna buhtanî, serhedî, behdînanî, an mukriyanî, şarezûrî, pişderî) jî li hev nêzîk bibin. Niha çavgêrraneka serpêyî û bilez têra wê dike ko bibêjî kovar an rojnameyek li Silêmaniyê dihê weşandin an li Mihabadê. Ji xwe têderanîna nivîsên Silêmaniyê û Hevlêrê jî ne karekê zehmet e. Rewşa kurmanciyê mumkin e hêşta ji a soraniyê xerabtir be. Ji sedemên herî serekî ev perçebûna nexwestî ye ya me behsa wê kir. Lê sedemên dî jî hene, ko mumkin e di hindek rewşan da ji perçebûnê jî giringtir bin, lê ew niha ne mijara babetê min in.
Pîvankîkirin anko standerdkirina kurmanciyê berî 30 salan tiştekê fantezî û xeyalanî dihat berçavan. Lê niha bi xêra pêşveçûnên mezin di biyavên cidacida yên jiyanê û jiyara nûdem da, bûye pêdivîtiyeka ji nanê şevê pêdivîtir. Niha derva xebitandina kurmanciyê li bakurê welatî heye, kurdî li başûrê welatî zimanê hukmetê ye, kurdên Kurdistana Ewropayê jî, bi rêya internet û televizyonên esmanî û bi rêya zêdebûna hatinûçûnê, geek zêdetir ji berê girêdayîyên rewşa welatî ne. Ew dikarin zêdetir ji berê bandorê ji welatî bistînin û lê bikin jî.
Lewma, pîvankîkirin yek ji pêdvîtiyên herî pêdivî û fer yên roja me ye.
Ez dîsa jî dibêjim ko ev gotara min bila di qalibê îdeolojiyên zimanê da nehê fehmîn anko fehmkirin. Babetê ez dixwazim vebikim babetê rêvebirin anko management a zimanî ye. Di rêvebirina zimanî da jî çiqas zanistê zimanî giring e, ewqas jî jîngeha zimanî giring e. Jîngeha zimanî jî hemî aliyên dî yên civaka mirovan vedigire: civakzanist (sosyolojî), aborî (ekonomî), siyaset (polîtîks), revanzanist (psîkolojî), dîrok, çîvanok (mîtolojî), …
Jiber vê sedemê her pêşnihan anko îqtiraheka di vî warî da mumkin e ko ji aliyê neyarên xwe ve bi awayekê îdeolojîk bihê têgehiştin û fehmîn. Ev tehluke û tirseka rijd e, lê deraveka bêrrev e, û div ê masîgirtinê da bêguman dê ewdera mirovî şil bibe!
Awayên çêkirina kurmanciyeka pîvankî
1. Deq-navendîtî
Di pênasekirina her zimanekê da, bivê-nevê, behsa nivîskîbûna wî zimanê dihê kirin. Anko zimanê nivîskî zûtir û sanahîtir dihê pîvankîkirin. Ne tenê ev, pîvankîkirina zimanê nivîskî baştir dihê şopandin û rexnekirin, jiber ko zimanê zargotî û devkî rewan e û nahê tomarkirin ko mirov bi hûrî liser bixebite û bixwîne.
Jiber vê, ez baş dibînim ko jibo pîvankîkirina kurmanciyê em zêdetir ji berê xwe nêzî deqên nivîskî yên klasîkî yên kurmanciyê bikîn. Zimanê kurmancî ji aliyê klasîkên xwe, di kevnariyê da mumkin e yek ji 10 zimanên herî kevnar yên cîhanê be, û di berfirehiya xwe da jî ji gelek zimanên xwedî dewletên Ewropayê jî zengîntir e. Kurmancî ne mîna hindek ji zimanên Eropaya Rojhilatê an welatên Efrîkayê ye ko li dawiya sedsala 19ê an li destpêka sedsala 20ê ji zimanekê zargotî û devkî hatibe çêkirin. Klasîkên kurmanciyê dikarin bibin binestir û şengistekê mukim û peyt jibo tradîsyon anko kevneşopeka zengîn ko ne tenê kûrahiyê bidit çand û ferhenga kurdî, lê bibin sedema bilindbûna hesta neteweyî û kêmkirina bandorên neyînî û negative yên girêya xwekêmdîtina kurdan.
Vegeryana li deqên kevin dikare cirrecirra di navbera devok û bindevokan jî qut bike. Otorîte û mezinahiya klasîkan dikare di gelek rewşên lihevnehatinan da rolê hekem û dadweran bilîze. Jibo mînak hêşta kurd hene ko liser awayê nivîsîna lêkeran jibo dema niha ya kesê sêyê yê kithejmar li hev nakin. Hindek ji wan bi awayê vê nivîsîna min dinivîsin “Ew diçe, ew dibêje”, û hindek jî dinivîsin “ew diçit, ew dibêjit”. Ji vê zêdetir, kes hene dinivîsin “Ew diçît” an “ew diçîtin”. Jiber Rehmetî Celadetê Bedirxanî, pirraniya kurdan niha mîna vê gotarê dinivîsin, lê çi kesekî ji klasîkên me weha nenivîsiye. Mumkin e rêyeka dawîkirina vê cirrecirrê vegeriyana li klasîkan be.
2. Serdestiya pirraniyê
Di gelek cirrecirran da, serdestiya pirraniyê dikare xala dawîn ya lihevhatinan be. Ev ji xwe binaxeyê modeya cîhana nû, demokrasiyê, ye. Çima ev binema di pîvankîkirina zimanî da nehê bikaranîn. Jibo nimûne, em her behsa awayê nivîsîna lêkeran li dema niha jibo kesê sêyê yê kithejmar bikîn. Kurd zêdetir kî awayî dibêjin, bila ew bibe pîvankî.
3. Vegerriyana li Binemayên Rêzimanî
Carina pîvankîkirina peyvekê an awayekê nivîsînê bi rêzgirtina li rêzmanî çê dibe. Jibo mînak, pirraniya nivîskarên Behdînan di nivîsên xwe da nîşana komê li dawiya peyvan bi awayekê ne yekdest dinivîsin. Ew carina “-an” û carina jî tenê “-a”yê jibo komê bikardiînin. Jibo mînak divîsin “Welatê *kurda Kurdistan e”, li şûna “Welatê kurdan Kurdistan e”. Pirraniya kurdên Bakurê Kurdistanê dinivîsin “tê gotin”, lê em hemî dizanîn ko ev awayê devkî yê “dihê gotin”ê ye. Ev rêzgirtina li rêzmanê pîvankîkirina zimanî lezgîntir dike û fêrbûna zaroyên kurdan û fêrbûna bêganiyan jî sanahîtir.
Binemayekê rêzimanî yê dî yê herî giring eratîvîtiya kurmanciyê ye. Bê parastina vê stûnê qesir û seraya kurmanciyê dê biherrife û wêran bibe. Ji-hev-fehmnekirina navbera kurmancan dê zêde bibe û bi kêmanî du nivişên kurmancan dibê tenê di xewnan da kurmanciya pîvankî bibînin.
Binemayekê dî yê rêzimanî, zayend an gender e. Hebûna zayendên nêr û mê û nenêr-nemê di kurmanciyê da ne fedî ye û ne tenê tiştekê nemazeyî yê kurmanciyê ye. Ji xwe sê ji çar hevsiyên serekî yên kurmancan nebin (soranî, farisî, tirkî), di pirraniya zimanên zimanmalbata hindûewropayî da zayend hene. Lewma hebûna wan di kurmanciyê da dibê bi baştirîn awayî û bi kêmtirîn îstisna û rewşên awarte dibê bihê parastin.
4. Vegerriyana li koka zimanî
Mumkin e hergav qenc nebe ko mirov jibo pîvankîkirina zimanî li koka zimanî vebigerre, lê carina jibo nehêlana cidatî û lihevnehatinan pêdivî dibe ko koka peyvan an binemayên morfolojîk û fonolojîk yên zimanê bihên dîtin.
Jibo mînak, berî çend salekan di navbera min û hevalekî da cirreyek peyda bû ka peyva befir (wekî li Behdînan dihê gotin) dirist e an berf (wekî li Buhtan dihê gotin). Di dema axivtina min û wî hevalî da min bersiva dirist nedizanî, û niha jî ez nizanim. Em di karîn li goreyê pirraniyê biçin, em dikarin bidin pey Rehmetî Celadetî, an Melayê Cizîrî an … Lê çaresereka dî ya vê lihevnegirtinê mumkin e ew be ya ko piştî demekê ez gehiştimê. Min li derekê dît ko di Avestayê da peyva “vefra” heye. Ev zêdetir nêzî peyva “befir” ê ye. Mînakên li vî coreyî zehf in. Erê gelo di kurmanciya pîvankî da em binivîsîn kêrûşik, kêvroşik, keroşik, kurûşik, çi? Dema tu biînî berçavan ko guhên vî lawirê biçûk bi guhên dirêj yên guhdirêj anko kerî hatine şubhandin, tu dê biselmînî û qebûl bikî ko peyva dirist dikare kervuşik be. Çima?
5. Lihevhatina liser bikaranîna peyvan
Gelek caran gelek kesên neşehreza di ware zimanî da dibêjin kurdî zimanekê zengîn û dewlemend e û çend peyvên cidacida jibo nihêrrînê (an her tiştekê dî) hene, mîna nihêrrîn, norrîn, hêfkirin, temaşekirin, sehkirin, têfikrîn, berêxwekirin, mêzdan, mêzekirin, seyrkirin, û hwd.
Lê ez hergav di bersivê da dibêjim rast e di her devokekê da mumkin e yek an çend peyvek ji van peyvan bihên bikaranîn û yên dî nehên, lê di rastiyê da ev peyv hemî bi yek ramanê nîne. Jibo nimîne ez dê çend peyvekan ji van peyvan bi tercemeya inglîzî ya wan zelaltir bikim:
a. Nihêrrîn (nêzî peyva nêgerîsten a farisî) bi ramana look. (ev peyv raman navendîn û bingehîn ya nihêrrînê ye)
b. Norrîn awayê guhartî yê peyva nihêrrînê ye, zêdetir di soraniyê da û di bindevokên kurmanciyê ko nêzî soraniyê ne li kar e.
c. Hêfkirin, ramana xemxweriyê anko înayeta erebî têda heye, nêzî peyva pay attention a inglîzî.
d. Temaşekirin, bervajiyê peyva hêfkirinê, çi xemxwerî têda nîne, xweşîdîtin û keyf mumkin e têda be, an mumkin e bêalîtî têda be, mîna peyva watch ya inglîzî.
e. Sehkirin, jibo piştrastbûn û zanîna rastiya wî tiştî ko tu lê dinihêrrî tu she dikî. Tu dixwazî rastî û nerastiya wî tiştî bizanî, mîan peyva check ya inglîzî.
f. Têfikirîn, nihêrrîneka bi hiş û hizirîn e, mîna peyva teemuq a erebî.
g. Berêxwekirin, ramana vê peyvê jî ji xwe diyar e, tu bi herdu ramanên heqîqî û mecazî berê xwe, rûyê xwe dikî an didî tiştekî, bi inglîzî turn toward, face something.
h. Mûzdan û mêzkirin herdu jî yek in, û raman hûrbûn û bi dîqqet nihêrrînê digehînin, concentration a inglîzî mumkin nêzî vê ramanê be.
i. Seyrkirin, zêdetir soranî ye û mîna temaşekirinê ye.
Hûn dibînin ko eger mirov qîmetê bide zimanê xwe zengînî ya zimanî tenê di mişebûn û zêdebûna peyvên hevraman da nîne. Zengîniya rast mişebûna raman û têgehên cidacida ye. Ev jî bi haydariyeka aqilmend li zimanî û bi lihevhatinê mumkin dibe.
6. Lihevhatin liser rênivîsê
Ev lihevhatin elfûbêyê û rastnivîsînê herduan vedigire. Anko heta niha kurmancan bi 6 elfûbêyan (Latînî ya Celadetî, latînî ya Soviyetê, kirîlî, ermenkî, erebiya osmanî-farisî, erebiya behdînanî-soranî) nivîsîye, dibê ji niha û pêve bizava yekkirina elfûbêya xwe bikin.
Di babetê rastnivîsînê da jî gelek arîşe hene ko dibê bihên çareserkirin. Çareser jî tenê lihevhatin e. Bi qasî ko arîşe lihevhatin e, ewqas negiring e ka ew şêwaza lihevkirî rast e an ne. Giring li destpêkê lihevhatin e.
Dergehê danûstandinê vekirî ye.[1]
lezginch@hotmail.com
HEWLÊR, 14/9 2010