Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  584,698
Wêne
  123,909
Pirtûk PDF
  22,078
Faylên peywendîdar
  125,599
Video
  2,193
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
316,592
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,553
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,711
عربي - Arabic 
43,854
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,622
فارسی - Farsi 
15,767
English - English 
8,522
Türkçe - Turkish 
3,821
Deutsch - German 
2,030
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,578
Cih 
1,174
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,819
Kurtelêkolîn 
6,821
Şehîdan 
4,561
Enfalkirî 
4,851
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,347
PDF 
34,671
MP4 
3,832
IMG 
233,692
∑   Hemû bi hev re 
273,542
Lêgerîna naverokê
Romaneke Naturalîst/Xwezayî (BERXIKÊ KESK)
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Zanyarîya me ji bo hemî dem û cihan e!
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Romaneke Naturalîst/Xwezayî “BERXIKÊ KESK”
Romaneke Naturalîst/Xwezayî “BERXIKÊ KESK”
$BERXIKÊ KESK$

Romana Azad Ehmed Elî a bi navê ”Berxikê Kesk” di nav ”Weşanxaneya Hîro” de, bi alîkarîya dezgeha ”Semakurd” hatîye weşandin. Pirtûk 170 rûpel e. Romannivîser Azad Ehmed Elî romanê di navbera salên 1992’an – 1994’an de li Qamişlo nivîsîye û wek pirtûk di sala 2008’an de hatîye weşandin. Di pirtûkê de li ser nivîskarî agahdarî tunene. Herweha li ser ”Weşanxaneya Hîro” jî ti agahdarî tune. Ji bo ”Semakurd” di du rêzan de hatine nivîsîn ku, ”Dezgeha Semakurd ya çand û huner Dubaî / Îmarat arabîya” Ji vê kurteagahîyê dîyar dibê ku ev dezgeheke kurdan e û li Dubayî ye.
Romana ”Berxikê Kesk” romaneke xwezayî ye, tê de dîmenkişandina xwezayê bi şêweyekî berfereh hatîye ravekirin. Ji xwe roman bi dîmenkişandina bajarokê Dêrikê dest pê dikê, paşê bi dîmenkişandina gundê Mezirayê didomê. Milet li Dêrikê (Ev Dêrik ne Dêrika Çîyayê Mazî a li Bakurê Kurdistanê ye, lê belê Dêrika Rojavayê Kurdistanê ye) li xwendekarên xwe, ên ku bawernameya Bakaloryayê bi dest dixin, bi şahî û govendê pîroz dikê. Piştî şahîya pîrozkirinê çar xwendekar diçin gundê Mezirayê. Di nav xwendekaran de yek bi navê Kûvî heye. Kûvî kurê şivanê gund e û dibistan xwendîye dixwaze bibe doktor. Li gorê gundiyan ew bûye doktor jî. Hemû gundî paşgotinî, galegalî û gotegotî dikin, dibêjin ku kurê şivanî xwend û bûye doktor.
Nivîskar/vebêj bi berferehî dîmenkişandina gund û gundîyan û çemê Dicle û sînorên di navbera Tirkîya (Bakurê Kurdistanê) û Sûrîya (Rojavayê Kurdistanê) dikê. Min li jor got ku ev romaneke naturalîst e. Di nav ekola wêjeya cihanê de bi navê ”ekola natoralîstîyê” ekoleke wêjeyî heye. Li gor rêbaza şêweyê vê ekolê bi sedan, belkî bi hezaran berhemên wêjeyî /roman, çîrok, helbest, şano,../ hatine afirandin.
Damezînerê Naturalîstîyê Emile Zola ye. Wî prensîbên xwe di pirtûka xwe a bi navê Romana Ezmûnî de rave kirîye. Di Naturalîzmê de Realîzmeke tund heye. Romana Azad Ehmed Elî ”Berxikê Kesk” de jî di gel Naturalîzmê, realîzmeke xurt heye. Ji bo ev ekola wêjeyî, Naturalîzm baş bê têgihiştin, ez dixwazim çend gotinên din jî pêşkêşî xwendekaran bikim.
Natûralîzm tevgereke wêjeyî ye ku di sedsala 19’an de li Fransa dest pê kirîye. Ji tevgera realîzmê pêştir çûye. Birêveberê tevgera Natûralîzmê nivîskarê navdar Emîle Zola ye. Natûralîzm û realîzm wek hev tên hejmartin. Lê di hinek waran de jî jê cudatî nîşan didê.
Li gor natûralîzmê, mirov – wek bûyerên xwezayî – hebûnên hoyên pêwîstî ye. Divê nivîskar kesa/ê ku digirê destê xwe, bi kûrî binirxînê. Rewşa jîyana wî a civakî vekolê. Divê nivîskar gava tîpên kesayetîyên ku diafirînê ji rastîyên zanistî sûdê werbigirê. Ev ekol di hêla fêlosofîyê de li ser bingehê materyalîzm û determînîzmê bilind bûye û hetanî dema me hatîye domandin.
Niha em vegerin naveroka romana ”Berxê Kesk”. Gotineke bav û kalan heye, dibêjin: ”Berxê nêr ji bo kêrê ye.” Şivan gundîyan vedixwînê xwarinê, lê goştê berxan nadê wan, goştê bizinan didê wan û ji wan re dibêjê :”Kurê min Kûvî nahêlê ku em berxan şerjê bikin, loma min goştê karikan da we.” Herçendî gundîyan paşgotinî kiribin û gotibin kurê şivan bûye doktor, lê na ew nebûbû tiştek jî. Wî bakelorya qedandibû û diçû bajarê Helebê ku li wir xwe li zanîngehê tomar bikê.
Di romanê de di beşê ”Bajarê Hema” de dîmenkişandina bajêr, bi berferehî tê kirin. Kûvî li zanîngehê pisporîya seytar hilbijartîye. Kûvîyê ku li bajarê Hema xwendekar e, pêşî tenêtî dikişînê, ji bajêr hez nakê, lê paşê di nav pêvajoya demê de ji bajarê Hema hez dikê. Ew ji ber ku ji dewaran jî hez dikê, wêneyên dewaran di mala xwe de, di menzelê/odeyê de daldiqînê.
Navê lehengê romanê ”Kûvî” ye. Min di jîyana xwe de nebihîstîye ku kurdekî navê kurê xwe Kûvî lê kirîye, yan jî navê kurdekî Kûvî ye. Nivîskar ev nav li kur dîtîye, ji kur anîye, çawa hatîye hişê wî? Mirov dimînê şaş û matmayî.
Kûvîyê ku ereb jê re ”Kufî” dibêjin, sê mehên ku di kolejê de xwendekar e, dixwînê. Rojekê Birêveberê dibistanê bang wî dikê û jê rê dibêjê: ”Tu ne welatîyê Sûrî yî, tu di nifûsê de ne qeydkirî yî, nikarî di dibîstanê de bixwînî.”
Li Rojavayê Kurdistanê kurd li ser axa xwe bûbûn wek bîyanî. Dewleta dagirker a Sûrî ew nedikirin welatî û di nifûsê de qedya wan çê nedikir. Ew li wir wek tune dihesibandin. Ti mafê wan li wir tunebû, nasnameya wan tunebû.
Li Bakurê Kurdistanê dewleta dagirker a Kemalîst digot: ”Hûn tirk in, tirkên çîyayî ne.” Anku hûn hene lê wek tirk hene, ne kurd. Li Bakur jî wek kurd ti maf li ser navê kurdîtîyê tunebû, lê wek tirk hebû, wek tirk welatî bû. Li Rojavayê Kurdistanê dewleta erebên Baas ji kurdan re nedigot hûn ereb in, digot; ”hûn tunene, hûn bîyanî ne, ne ereb in, ne welatî ne.”
Kûvî ji dibistanê diavêjin û ew ji bajarê Hema korpoşmanî vedigerê gundê xwe. Paşê ew diçê bajarê Lazkîyê. (Ev bajar bajarê navenda Alewîyên Sûrîyê û malbata Esad e. Çi sosret ku di şerê navxweyî ê li Sûrî de li vî bajarî qet şer derneket, pevçûn çê nebû. Dîyar e ku runiştvanên bajêr ji sedî 90 alewî ne, alîgirên Baas û malbata Esad in, loma li wir şer pêk nehat.)
Kûvî li Lazkîyê li Enstîtuya dewaran dixwînê. Xwendevanên ku di vê dibîstanê de dixwînin dibine doktorê dewaran ango dibine beytar. Lê mamosteyê wir ê ereb nijadperest û faşîst e, dijî kurdan e. Ew mamoste li hemberî kurdan bi kîn û nefret e.
Neteweperestî, nîjadperestîya neteweyên serdest ku Kurdistan dagir kirine, tirk, faris û ereb, her sê jî li dijî kurdan in, li ser kurdan dijminî dikişînin. Tirk li dijî kurd, ermenî û cihûyan in, ereb li dijî kurd û cihûyan in, faris li dijî kurd û cihûyan in. Lê neteweperestîya kurdan ne li dijî wan e. Kurd dijminîya tirk û ereb û farisan nakin. Di hêla neteweperestîyê de kurd ne miletî ne, gerdûnî ne. Kurd wan wek birayên xwe dibînê, lê ew kurdan wek dijmin dibînin. Neteweperestîya miletê serdest û bindest cuda ye. Di neteweperestîya kurdan de şoventî û nijadperestî û kîndarî tunene, hêleke demokratîk heye. Lê di neteweperestîya miletên serdest ên dagirker de şovenîzm û faşîzm û nijadperestî hene.
Kûvî li dibistanê çav berdidê keçeke çavkesk. Ew ji Kûvî re wek berxika kesk e. Ji xwe Kûvî dibê evîndarê wê keça çavkesk û roman navê xwe ji wir werdigirê. Lê belê divê li gor zayenda nêr û mê, nav ”Berxikê Kesk” ne ”Berxika Kesk” ba. Evîndara wî keça çavkesk ereb e, alewî ye.
Roman bi giranî li ser xwendekarîya Kûvî, û ku havînê kar û xebata ji bo lêçûnên xwendina xwe derxê tê ravekirin. Kûvî ciwanekî çavnebar e. Barhilgirîyê dikê, bar ji kamyonan vala dikê, bar li kamyonan dikê, gelek karên curbicur dikê û çar hezar lîreyê Sûrî qezenc dikê. Ew ji bavê xwe re dibêjê ku wî bi cefaya xwe 4.000 lîre qezenc kirîye. Du hezarî didê bavê xwe û jê re dibêjê; ”Mî/mêşin, berx bikirê, du hezar jî ji bo lêçûnên xwendinê besî min e.”
Navê evîndara Kûvî Zihûr e. Vebêj carinan Zihûr û carinan jî Zuhûr dibêjê. Êdî ev herdu nav bi erebî ne, têne çi maneyî ez nizanim.(*) Zihûr ji Kûvî re dibêjê ku kurapê wê dixwazê bi wê re şû bikê, lê ew wî naxwazê. Dibêjê: ”Ez û tu bi rastî dikarin jîyaneke hevpişk damezrînin? Gelo hezjêkirina me dê me bigişînê şikirinek durist? ” (Binêrin rûpel 90.)
Belê, evîndara Kûvî, Zihûr keçeke ereb e. Malbata wê ji kurdan hez nakin. Kurapê wê di îstixbarata Sûrî de dixebitê û li dijî kurdan e. Li gor wan û pirîya ereban, kurd ”sîyasî ne, qaçaxçî ne, dijwar in, serhişk in, mêrkuj in, hev dikujin, ..” . Bi kurtî û kurmancî; gelek gotinên nebaş li ser kurdan dibêjin.
Di romanê de xortekî kurd ku bi dilgermî dixwazê bixwînê, bibê seytar û di pêvajoya xwendinê de çi astengî derdikevin pêşberî wî tê dabaşkirin, tê ravekirin. Bêdewletbûn weha ye. Kurdên reben ji destê dagirkerên xwedî dewlet çi dikişînin!
Maye 5 roj ku Kûvî dibistanê biqedînê, dîsa wî ji dibistanê diavêjin. Sedem, ji ber ku kurd e, bîyanî ye. Birêveberê dibistanê dibêjê: ”Biryar Emnî ye, ferman ji Emin Elsîyasî (*) hatîye, wan biryara berdana te ji Enstîtuyê daye.”
Piştî derxistina ji dibistanê, Kûvî pelûputên xwe dikê telîsekî, nivîna xwe digirê û ji Lazkîyê diçê Helebê. Lê li Helebê ji bo razanê otêl wî nagirin, napejirînin ji ber ku nasnameya wî tuneye û ew bîyanî ye. Belê li bajarê Helebê ”kesî ew li hotelê nerazand, bê nifûs bû, ji bo raketin û razana bê nifûsan gerek bû îzîn/îcaze û destûr ji çend alîyên ewlekarî yê bê xwestin, muwafeqa Emnî gerek bû.” Kûvî ji bo dîtina cihê razanê li çareyekê digerê, ji kurdekî ji Dêrikê ku xwedîyê otêlekê ye ji ye fêr dibê, diçê wir û bê ku di lênivîsa otêlê de bê tomarkirin, li wir bi dizî, bi qaçaxî radizê.
Di dema xwendina romanê de min arezû dikir; ka gelo evîna Kûvî û Zihûrê çi pê hat? Rojekê Kûvî ji hevalê xwe Mendo nameyek wergirt, di nameyê de tê gotin ku Zihûrê mêr kir. Bêbextîya ereban di hêla evînê de jî xwe nîşan didê.
Piştî demekê Kûvî dibê ”Mielimê wekîl” (fêrkerê demkî), dezgeha perwerdeyê wî dişînê gundekî dûr ê ereban. Gund nêzîkî sînorê Sûrî û Îraqê ye. Rojekê Muxaberat tên Kûvî digirin, li Qamişlo di cihê avahîya Muxaberatê de pê şkence dikin. Wî bi damezrandina partîyeke bi dizî sûcdar dikin. Xwedêgiravî Kûvî damezrînerê wê partîyê ye. Jê re dibêjin ”We partîya kesk damezrandîye. Tiştê te kirîye hemû tev nivîsandîye…hûn di partîyek kesk de dixebitin, ev partîyên han ewin yên ku Cihûwan li Ewropa damezrand ne…rastîyê bibêjê, yan tu ne ma ronahîya rojê bibîni..” (Binêr rûpel 155)
Piştî şkenceya çend rojan Muxaberat Kûvî berdidê. Lingên wî werimî ne. Ew diçê gundê xwe lê ji bavê xwe re nabêjê ku Muxaberatê ew girt û pê şkence kirine. Lingên wî baş dibin, dîsa diçê gundê ereban û di dibistanê de fêrkerîyê dikê heta ku dibistan serê havînê tên girtin. Ew jî diçê gundê xwe ê li ber çemê Dicle.
Kûvî li gundê xwe ye. Rojekê diçê ser çem, du zarokên piçûk baz didin tên ser beravê û jê re dibêjin: ”Leşker hatin pirsa te kirin.” Kûvî tê digihêjê ku ew Muxaberat in. Kûvî cil û bergên xwe derdixê dikê buxçeyekê, digirê destê xwe û xwe bera nav avê didê. Dema ew xwe diavêje nav çem ji dûr ve mêrên Muxaberatê ew dît û berê guleyan dan wî. Ew guleyan bera wî didin lê ji bo ku dûr e gule nagihêjinê, lê nakevin. Kûvî avjênîyê dikê, di nav çem de ji mêrên Muxaberatê û ji gund dûr dikevê, ji ber çavan wenda dibê. Ew diçê li cihê ku çemên Dicle û Xabûr dibin yek û av hîn bêhtir dibê, dikevê ber şîpa avê, ”laşê wî tevizî, canê wî qerisî, dilê wî hate guvaştin…xwe bi avê re berda, çeng di ser pêlan re hildida jor, her tişt di laş û canê wî de ditevizî bû…devê wî qerisî bû..di nav babilîskek tarî de diçû xwar, li ser gerava nedîyar di fitilî, newalek bê deselat ew dikşand, kûrahîyek bê binî bû…ew hêdî hêdî di vexwar.. ’’ (Binêr rûpel 172 / 173)
Ji ber ku termê Kûvî nayê dîtin û êdî ti nûçe jê dernakevê, piştî wendabûna wî, ew dibê efsane. Gelek çîrok û gotin li ser wî tên gotin. Hinek dibêjin: ” Kûvî li berava Dicle li bajarê Mûsilê hatîye dîtin… Kûvî li çîyayê bêxêr e… Kûvî zû ava Dicle û Xabûrê Zaxo derbas kir û gihişt Pêşmergeyan…Kûvî li cem serok Mesûd Barzanî dimînê…Kûvî bûye zabitekî mezin ê Pêşmergeyan…”(Binêrin rûpel 174)
Di romanê de sahneyek erotik a baş û xweş heye. Dema Kûvî û Zihûrê diçin beravê derya, Zihûr dikevê nav avê, paşê herdu li ber deryayê tazî li cem hevdu dirêj dikevin, dîmenkişandina xweşikbûna laşê Zihûra çavkesk, pêlên şahwetê ku xwe li hest û gîyanê Kûvî radipêçê, di hiş û mejî de daxwaza wî a pevşabûnê û hwd, baş û xweş hatîye rave kirin.
Romanên romannivîserên Bakurê Kurdistanê ji hêla ravekirina erotîzm û sahneyên erotik de qels in, hişk in, ziwa ne. Pirîya romannivîserên Bakur muhafazakar in, hinek olperest in, hinek di nav qeyd û zincîrên partî û rêxistinan de neazad in, îdeolojîk in, û hinek jî wek Hesenê Metê şermok in. Hesenê Metê jin û mêrik dikê hundir û êdî li paş derî çi dibê şerm dikê, nabêjê. Di vê hêlê de romanivîserên Rojavayê Kurdistanê nûjen in, serketî ne. Bi taybetî jî romanên Helîm Yusif û Bavê Nazê di hêla sahneyên erotîk de, di ravekirina hunera erotîzmê de berhemên serketî ne, hêjayê xwendinê ne.
Di romana Azad Ehmed Elî a bi navê ”Berxikê Kesk” de jîyan, serpêhatî û serborîyên dramatîk ên kurdekî ciwan tê ravekirin. Sedema drama Kûvî û sedemên wendabûna wî wek çarenûsa hemû kurdan e ku kurd jîyanên dramatîk dijîn, lêdanan dixwin, şkenceyê dibînin, tên kuştin…Belê sedem bêdewletbûna kurdan e. Bê xweserî, bêparmayîna ji mafên neteweyî û demokratîk e…
Bêdewletbûn e ku lew re jî kurd ewqas sitem û zorê, tehdan û şkenceyê dibînin. Ew ji ber ku kurd in jîyanên dramatîk dijîn. Dema min ev romana hêja xwend û qedand gotinên kurdekî li Helebê ku min ew nas kir hat bîra min. Wî kurdî ji min re got : ”Muxaberatê ez girtim, deh sal di hebs û zindanê de razam, min nizanî sûcê min çi ye? Ji bo çi wan ez girtime û bi çi tawanbar dikin? Ez hêj jî nizanim.”
Min jî jê re got : ”Ji ber ku tu kurd î tu girtin, ji ber ku kurd bê dewlet in, kurd bê parêzer in, ji bo ku mafên kurdan tunene, loma wan tu girtin. Ji bîr meke, kurdbûn û bêdewletbûn, bersiva her tiştî ne. Çareserî jî dewletbûn e, serxwebûn e.”
Romana Azad Ehmed Elî a bi navê ”Berxikê Kesk”, romaneke naturalîst û realîst e, hêjayê xwendinê ye. Ez hêvîdar im ku ev romana hêja rojekê li Bakurê Kurdistanê jî werê weşandin û bikevê destê xwendevanên Bakurê Kurdistanê.
Piştî vê romana Azad Ehmed Elî (anko piştî sala 2008 heta îro) wî romaneke din nivîsîye lê weşandîye, neweşandîye ez nizanim. Bi hêvîya ku ew romannivîserîya xwe bidomînê.
(*) Ji bo ku ez bi arebî nizanim min ji dostê xwe î hêja birêz Ferhad Şîrîn pirsî. Li gor agahdariya ku wî da min; Zihûr pirjimara peyva ”Zehra” ye. Zehra bi kurdî ”Kulîlk” e.[1]
Lokman Polat

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 1,448 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Türkçe | https://candname.com
Gotarên Girêdayî: 5
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 31-01-2022 (3 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Roman
Kategorîya Naverokê: Edebî
Welat- Herêm: Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Sara Kamela ) li: 25-12-2022 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Burhan Sönmez ) ve li ser 25-12-2022 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Burhan Sönmez ) ve li ser 25-12-2022 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 1,448 car hatiye dîtin
QR Code
Pelên pêvekirî - Versiyon
Cûre Versiyon Navê afirîner
Dosya wêneyê 1.0.164 KB 25-12-2022 Sara KamelaS.K.
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.344 çirke!