$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Çavrê Cîlo
Nav paşnav: Hêlîn Karadenîz
Cihê jidayikbûnê: #Amed#
Dayik-Bav: Rahîme-Veysî
Dem û cihê şehadetê: 12-11-2019 / Herêmên Parastinê yên Medyayê
$Kurtejiyana şehîd:$
Gelê me yê Amedê ku bi tevlîbûna bi hezaran zarokên leheng di têkoşîna azadiya gelê me de erka xwe ya welatparêziyê bi cih anî û bi serhildanên li dijî dijmin helwesta xwe ya bê navber nîşan da. Îro jî weke berê bi awayekî mafdar vê erkê bi cih tîne. Hevrêya me Çavrê di malbateke welatparêz de ku di Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de berdêl daye, hatiye dinê. Hevrêya me Çavrê ji ber hawîrdora ku lê dijî û birayê w#ê gerîla#yê azadiyê bû, partiya me PKK’ê û milîtanên pêşeng ji zarokatiya xwe ve nas dikir. Ji ber vê yekê hevrêya me Çavrê ji biçûktiya xwe xeyal dikir ku li ser şopa birayê xwe yê mezin Kurtay Amed (Osman Karadeniz) bimeşe û bibe gerîla. Dema ku gihişte ciwantiya xwe, rastiya gelê me û rastiya dijminê ku dixwaze rastiya me qetil bike, baştir fêm kir. Bi taybetî jî ji ber polîtîkayên bê kok kirinê û ji têkoşînê dûr xistinê ya dijmin a li dijî pêşengên civakê ciwan û jinan, gelekî hêrs bû. Ji bo vê jî tevlî xebatên ciwanan bû û li dijî polîtîkayên qirêj ên dijmin şer kir. Hevrêya me Çavrê di van xebatan de bi helwesta xwe ya milîtanî, bi gotinên zelal û bi ramanên xwe yên afirîner bûye pêşeng. Bi vê yekê re hişt ku bi sedan ciwan hişyar bibin û li hember dijmin şer bikin û bi dehan ji wan berê xwe bidin çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bibin. Hevrêya me Çavrê ku di destpêka jiyana xwe ya têkoşînê de bi taybetmendiyên fermandariyê ve girêdayî bû, di heman demê de xwest têkoşîneke hîn çalak û bi encam bimeşîne û biryar da ku tevlî nava refên gerîla bibe, ku ji zarokatiya xwe ve xeyala wê dikir. Li ser vê bingehê di sala 2011’an de tevlî nava refên gerîla bû.
Hevrêya me Çavrê ku li herêma Avaşînê tevlî nava refên gerîla bû, li vir perwerdeya şervanên nû dît. Hevrêya me Çavrê ji ber xwestek, îradeya xwe ya mezin û bi tercîheke nû ya jiyanê tevlî nava refên gerîla bû, di demeke kin de bi jiyana çiya û gerîlatiyê re entegre bû. Bi taybetî jî heyranê xwezaya bi heybet a Avaşînê bû û gav bi gav ber bi azadiyê ve dimeşiya. Dizane ku ji bo ev meşa azadiyê li ser bingehên saxlem pêş bikeve, divê felsefeya Apoyî ku di esasê xwe de azadiya jinê ye, baştir fêm bike û di jiyana xwe de pêk bîne. Bi vê armancê parêznameyên Rêbertiya me û biryarên wî yên di mijara azadiya jinê de bi baldarî û bi giranî xwend û hewl da ku wan fêm bike û tiştên ku têgihîştiye bide jiyîn. Hevrêya me Çavrê ku heta astek xwe di felsefeya Apoyî de pêş xist, di heman demê de dest bi amadekariya rewşa şer a muhtemel kiriye. Hevrêya me Çavrê bi baweriya ku weke gerîlayek YJA Starê jin dikare gelek tiştan bike, bi taybetî bal kişandiye ser hunera şer. Di gerîlatiyê de ku taktîka sereke ya şerê me yê azadiyê ye, roj bi roj kûrtir bûye û bi desteka hevrêyên xwe ezmûnên bi salan bi dest xistiye. Li herêma Avaşînê ya ku nêzî 3 salan lê têkoşiya, weke gerîlayekî jêhatî derket; Ji bo xwe di şêwazê şerê gerîla de hîn kûrtir bike û li ser bingeheke zanistî pêş bixe, derbasî herêma Garê bû. Bi perwerdeya ku li vir girt, bi taybetî di beşa sûîqestê de pispor bû.
Hevrêya me Çavrê ku piştî perwerdehiya xwe bi serkeftinek mezin bi dawî kir, vegeriya herêma Avaşînê, vê carê êdî fermandara YJA Starê ye. Hevrêya me Çavrê ku erka fermandariya yekîneyê girtibû ser milê xwe, bi saya taybetmendiya kûr a fermandarekî jêhatî, li hemberî şer a muhtemel xwe û hevrêyên xwe ji bo şer amade dike û kedeke mezin da. Hemû ezmûnên xwe yên jiyan û leşkerî bi hevrêyên xwe re parve kir û roj bi roj wan perwerde kir ku bibin milîtanên Apoyî. Hevrê Çavrê ku bi xwe beşdarî gelek çalakiyên li dijî dijmin ên li herêma Avaşînê bû, rola xwe ya pêşengtiyê bi rêk û pêk bi cih anî. Şehadeta birayê wê yê mezin hevrê Kurtay di sala 2015’an de li herêma Mêrdîn’ê hêrsa li hember dijmin zêdetir kir. Ji ber hêrsa xwe veguherand qada têkoşînê, di her hawîrdorê de bû yek ji parêzvanên herî dilpak û radîkal ên prensîb û jiyana Partiyê. Di xeta Rêber Apo û şehîdan de roj bi roj xwe kûrtir kiriye, zelaliya bîrdozî bi dest xistiye û di warê leşkerî de jî xwe bi hêz kiriye. Bi van taybetiyên xwe re karîbû bibe yek ji fermandarên jin ên pêşeng ên serdema nû. Ji bo tola hemû şehîdên me bi taybet birayê xwe, azadkirina gelê me û li cihê ku dijmin serdeste derbe lêbixe, xwest biçe Bakurê Kurdistanê û li ser vê yekê israr kir. Hevrê Çavrê ku her kêliya xwe li ser pêşengiya Şerê me yê Gel ê Şoreşgerî li #Bakûrê Kurdistanê# rawestiya, di heman demê de ji ezmûn û zanebûna mezin a fermandarê xwe Peyman Bagok ku pê re xebitî, sûd wergirt. Di şexsê hevrêya me Çavrê ku bi bawerî û dilsoziya xwe ya ji bo xeta azadiya jinê, bi kûrbûna xwe ya di îdeolojiya Apoyî de û bi zelalî û hêza xwe ya leşkerî, pêşeng û fermandara fedakar a YJA Starê ya Gerîlaya Modernîteya Demokratîk e, bibin layiqî hemû şehîdên xwe.[1]