#Agîd Yazar#
Sê sal û nizanim çend meh berê, min li straneke destana #Dewrêşê Evdî# gohdarî kiribû. Stranê, rojeke ji rojên çileyê zivistanê, ez mîna babadewrêşekê şeyda, xistibûm li ser riya welêt. Piştî kudandina hezar km. ez gihaştibûm mexseda xwe; ez derketibûm li ser Girê Edşanê/Girê Ûzûnalçanê, çûbûm li ber serê tirba Dewrêşê Evdî û her yazdeh egîdên din yên hevriyên wî.
Ew roj û ev roj, her bihara çaxê kolandina komirîşkên bajar-mişkan, em dibêjin em ê aha vê biharê dikûmendtera vî egîdê xwe yê ewsanewî çêbikin. Lê her carê tiştek dibe asteng; nola tu dibêje qey destekî sêhrawî bi me digre û nahêle em tevbilivin. Herî dawî dostê min rojnameger Lezgîn Akdenîz ji min re gotibû, em ê bi hev re vê payîzê çaxa payîzxêrk şînhat, dikûmentera Dewrêşê Evdî bikşînin. Mixabîn ew jî çend meh berê, tevî komek rojnameger û nivîskarên kurd hate binçavkirin.
Lê axir dîsa ez ji ya xwe nayêm xwarê; vaye ez dîsa li derdora çiyayê Qerejdaxê digerim. Piştre derdikevim li ser qotê çiyayê Qerejdaxê bixwe. Li deverên ku gengaze, Dewrêş hespê xwe Hedman lê bezandibe, digerim. Bi dehan keriyên pezê zom yên koçerên Qerejdaxê, derdikevin pêşberî min. Dengbêjên kurdan çi li ser koçeriya kurdên berê gotibûn yên di nava destanê re derbas dibin, yeko yeko nola şirîta filma sînemayê di ber çavên min re derbas dibin. Dengbêjên 200 sal berê li ser lehengiya Dewrêşê Evdî strabûn, aniha ji tirba xwe rabin û werin li gel min li Qerejdaxa xopan bigerin, ew ê bibêjin qey ez aniha ji xewê şiyar bûme; ewqas her tişt wekî xwe hûr û xwerû ye. Kurd heman kurdên berê, koçer heman koçer, şivan heman şivan, bilûr heman bilûr û dengbêj jî heman dengbêj in. Ji dûr, di nava şargeyan de, dengê guvîna bilûra şivanekî Qerejdaxî tê. Şivên, awaz li awazê vedigerand; tilî li ser qulê bilûra dar-gûzê direqisand; bilûr di nava lêvên xwe de lal kiribû, wanî ew dinaland. Jê û wirdetir, şivanekî naşî, li ser pozê latekê li ser tûtika rûniştibû û nola keleşêrekî ferxik ku nû bi azanê ketibe, wanî bi xeşîmî ji xwe re distra.
De bistrên dengbêjên nemir, bistrên! Xwediyên henaseya sêhrawî, gotinên cewherî û meqamên hezar-awazî bistêrn! Da ewrên stewr, avis bigerin û dilovaniya xwe di ser lêvên erda terikandî de bibarîne û bila mahşot jinûve konikên xwe vegrin li ser tûmikên endelko û nefela çarpel. Bila piştî daketina keskesoran, bi hezaran pirpinîkên birdikbirdikî baskên xwe yên narîn lihevbixînin û ber bi ezmanê sîqalkirî ve bifirin. Her yek ji we, bi rengê xwe yê sêhrawî, bibin gotinek ji kilamek dengbêjekî kurd û ber bi çerxa felekê ve bikudînin.
$Homerosê qerejdaxî M. Hesê$
Dengbêj Mahmûdê Hesê dibêje, Dewrêş û her yanzdeh hogirên xwe di şer de tên kuştin. Hîn cendekê Dewrêş û her yazdeh hogirên wî li erdê bûn. Heft ji wan egîdan jê destgirtî bûn. Evdiyê Milhimê bavê Dewrêş, destgirtiyên wan egîdan dibin li ser cendekên wan û dixwaze her yek ji wan, ji xwe re destgirtiyên xwe nas bikin. Edûla paşê jî di nav wan koma qîzan de ye. Her yek ji wan zêmarekê davêjin li ser destgirtiyên xwe. Edûlê jî yeka xwe dibêje. Lê Edûlê vê carê navê Dewrêş datîne Delal û navê Hedmanê hespê wî jî Meshan.
Bila strandina strana delal, heram be di ser nuhurandina dengbêj Mahmûdê Hesê re. Gava dibû havîn an li ser banê qesrekê yan jî li pêşiya konekî reşî çarde stûnî, dengbêj Mahmûdê Hesê, stranên mêrxasî û evîndariyê dilorand. Hingê, gohdarvanên wî, di bin hêvronê de li dora wî xelek digerandin. Li gel sîberên xwe yên tîr, dibûn nola du xelekan. Li jorê jî stêrkên teyisîner, li dora hîvê bênder gerandibûn. Dengbêj Mahmûdê Hesê, gohdarvanên xwe bi cizba nuhurandina xwe ya strana Delal dixist. Di nava lorandina stranê de, di xalekê de, dengbêj Mahmûdê Hesê, awazê stranê vediguhezand babetê nalandinê û êdî di nalandina xwe de lal dibû. Aha êdî wê çaxê, xwîna gohdarvanan, nola kela şîr tevradibû, damar di canên wan de dibûn mîna cobelanan. Wê çaxê gohdarvan, di eyarê xwe hilnedihatin, hema devançeyên xwe ji ber xwe kaşdikirin û direqandinê derbên mîna mozên sor, ber stêrkên sîqalkirî ve berdidan. Mîna meriv kulmek xwê bireşîne li ser maxmaxa êr, wanî qirrînî pê dikete; qîr û qiyamet radibû; dinaya dibû erdê eresatê. Lîrandina gohdarvanên jin yên enî-deq, erd û ezman radikirin govend û semayê.
$Strana delal, li ser devê Edûlê$
“…Delal, delal delal delal delal!/Hêla piyê min delal/Dîrega çongên mi delal/Beşera çavê mi delal, sebr û solixa dilê m’keçikê tim û tim delal…/Delal bila şewq û şemala vê stêrkê xwe bida qirmê qerejdaxê, kura mandelê, textê qûnkêr e/Hidûd û topraxê beriya wêranşarê, mexelê miya, cî û meskenê esmer û zerya/Konê bavê Edûlê, dîrega Kurdistanê, çira dinyayê, benda 24 eşira jê re dibê kela neyêr e!…/Min dî nizûra delêl vemirî ye, pozê delêl bilind e, delal xeyidî ye, peya nabe nayê jêr e/Min got xeyo peya be were jêr e/Eger tu bi wan jî qayil nabe, qey sewdê te ne sewdê mêran e, sewdê keçik û dila ne?/Peya be were jêr e/Bila singû berê m’ji te re biba mêrga çûxreşê, çayira pirdûkê, hewzê xatûniyê/Hewzê xatûniyê gulik û çîçek û rihan tê de bûye xêr û bêr e/Peya be li hêlekê bike kêf û henekan, li hêla dinê bira meshanê delêl lê biçêre/Eger têra meshên nekir, ez ê tewlekê bidmê ji fêzê loka celeban û torima beriya meyî mila bira agir vêkeve wergî berîke tûme serîjêr e/Delal danîne, wana ne l’yaqî sakûl makûlên nava mala ne, encax wana liyaqî simêlê delêlî zerîne…”
$Delal, bi babetekî din$
Dengbêjên li bin stêrkên vî welatî û li ser axa wî, gohdarvanên xwe derdixînin kokevaniya ezmanê bistêrk û wan li çerxa felekê, li cîhanên fantastîk digerînin. Her gohdarvanek, dibe delaloyek, dibe delalêyek.
Ev benda li jêr jî, babetekî din ji nuhurandina delalek ji delalê Homerosê Qerejdaxê, Mahmûdê Hesê ye. Piştî Her qîzeke kurd a evîndarekî xef di dil de veşartî, di babetê zêmarê de, dûrik avêtinin li ser evîndarên xwe yên nepen û nav li evîndarê xwe kirine, Delal. Ew roj û ev roj. Her qîzek kurd a evîndar, bûye Edûlê. Her evîndarekî di dil wê Edûlê de veşartî jî bûye Dewrêş:
“…Dibê delal mi’dî sibe ye xwedêyo mala delêl dike barke, lê kedera dilê mi’sêwiyê nizanim îro dike çima ji’vira here delal dike ji vira here!/Min dî sibe ye, delal li cahnîka xwe digere/Çavê delêl li girî ye, dike xêtir ji min bixwaze, wele çavê delêl li girî ye, îro nizanim çima dev nagere/Ez qêmîşî bejn û bala delêl nakim ti nifiran li delêl bikim, maşalê nigê lokê delêl bişkê, bila sibê mala delêl carde li min vegere/Were tewafa taximê sing û berê min keçikê, ji te re bûye textê sultên e, lawo li enqera wêran l’ser şer e/Heger xwedê zane, wer tewafa taximê dilê mi dêlanê, mi kara xezala, lawo delal ji te re bûye seriyak penêrê koçera tev ji te re…”
$Stranekê ez kirim şopgêrê Hedman$
Strana delal, min ji çiyayê Qerejdaxê piloz dike herêma Dêrika Çiyayê Mazî. Ez li dû şopa simê Hedmên digerim. Ne nola seyahekî. Ez digerînim şopên kodên simê Hedêm, nola şopgêrekî. Dizanim ku her xaçirêka Hedmên toz jê rakiriye, her kendelê pêxîla xwe pê firkandiye, her axpînka xwe lê vegevizandî ye, ew der wargehê bîrdariya giyana siwarê wî yê çar gurçik e. Lema jî ez ji kal-pîrên zemanan û ji xortên geryayî, yên dêrîkiyan dipirsim: Gelo hûn dikarin şopa simên Hedêm yên zêrînî raber min bikin?
Pîrmend, porsipî û bîrbirên dêrikî dibêjin: Çiyayek li rojavayê Dêrikê heye, navê xwe “pozê tûmikê” ye. Navê xwe yê din jî yê eyan “pozê delêl” e. Bi qasî du-sê km. dûrî Dêrikê ye. Bilndahiya xwe ya ji deryayê, derdora hezar mertreyî ye. Ev rêzeçiya, di heman demê de sînorekî nola meriv beriya xezala û çiyê bi kêrê ji hev birî be, wanî li asoya beriya jêrîn dinêre. Aha şopên Hedmên yên pîroz, li wê derkê ne!
Zana, zêmarbêj û xweşbêjên dêrikî gotinên xwe dikudînin: Lûtkeya Pozê Delêl, miqîm ji bo Dewrêş bûbû textê bêhnvedanê. Her cara bêhn lê teng dibû, Dewrêş xwe bi pêhlewankî tevdijadan. Şara Kêserewanî li serê xwe diediland, kilora i’gala muêlan davêt çatiya birûyan, çapê zirxan pevdixist, qeytana nêrûz û dabanê giran di histû da bi hev dixistin, e’ba duruziyan di ser bejna xwe de berdida, şûrê qebilme di ber xwe re dikir, hêwizê kildayî, rima bi çarde movik û duwazdeh qîtika di ber zîna Hedmên re dikir, simbêlên xwe yê zer badida, dikir nola perê nahma û li Hedmên siwar dibû. Şabûrên zîvîn diniqurçand kêlekên Hedmên. Dibêjin wê çaxê Hedman xwe ji bin wî çing dikir, dibû birûska ezmana. Di şewlê gundê Fitnê re radipelikî û derdiket Pozê Tûmikê, li ser Textê Delêl. Nola mêr-şêrekî sfenksî, li serê pozê latê xwe dida li ser tutuka û bayê Beriya Xezalan yê nola per û pîşo nerm, ewçend jî hênik, qefesa sînga Dewrêş ya ku dilekî delodîn tê de miqîm ji xwe re hildugupiya, baweşîn dikir.
Dewrêş, li beriya xezala dinêrî û diket xem û xeyala Edûlê. Paşê e’ba duruziyan di ser serê xwe werdikir. Edûlê di kîşwera xilmaşiyê de bi vebêjeriya dengbêjê nemir Baqî Xwudo, li Dewrêş dibe mêvan:
“…Di ser Dewrêş re disekine Edûla axê, serfiraza sî û du hezar malê milan/Taceke li serî ye, zêrê sor e, yepraxê tacê bi qulp pêde berdane, xelas kirine morê cênîkan, silavê didine kenara lêvan/Eniya xwe kale gewr e, li tertîba gobega hîva li çard’an/Birî û bijangin qemer in, biskê bi rewan şehkirine bûne kevan e, xwe dane ser henarê rûyan e/Henarê rûyane sor in li tertîba sêva gulanê, derazê zer û sor ketinêkê, dibine xuyane/Pozê teyrî ne, diran hûr in li tertîba hebê birinca Qerejdaxê li êtega çiyan e/Qirik-zirav e, deq lê kutan e, lê hêşîn dikin li tertîba sayîkî li navbera du ewran e/Bi navkela kemberan, kêleka himêliyan, bi bejna sewayan, bi newqa helaliyan, bi topigê xilxalan, bi zendê bazinê têlkarî/Di dest da çoganekî zêrîn, vediweşînê pozê qonderan li tertîba zabit û êrkanherbeke serê gemiyan/Pozê qonderê di Dewrêş hildidê, ew radibe serê hêlan û piyan/Bala xwe didikê, Edûla axê bi ser wî da sekinî/Dewrêş destê xwe davêje guliyê mor, bi ser xwe de xwar dike/Devê xwe davêje binaniya guharê heyderî, jê tê bîna hinê, wexma qurnefîlan/Dewrêş vê ra çavên xwe radike ji xewa şevan/Bala xwe didikê, ji dora wî tê dengê bûm û kundên çolan, hilm û hilkana bayê xerbî tê ji erdê beriyê, ji şargên bi gûman…” (Dê bidome)
[1]