ِ
Agahiyên Şehîd:
Nasnav: Rizgar
ŞirnexŞirnex
Nav paşnav: Huseyîn Belge
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Dayik-Bav: Hatîce-Celal
Dem û cihê şehadetê:
2016 / Herêmên Parastinê yên Medyayê
Kurtejiyana şehîd:
Hevrêyê me Rizgar li Şirnex a ku bi welatparêzî û dilsoziya xwe ya ji bo Tevgera me ya
KurdistanKurdistanê tê naskirin, ji dayik bû. Gelê me yê Şirnexê ku bi hezaran kurên xwe yên leheng û hêja fedaî têkoşîna me ya azadiyê kirin, têkoşîn esas girt û ji sekin û helwesta xwe tu carî tawîz nedan. Dizanibû ku di her şehadetê de bi tevlîbûneke nû bersivê dide dagirkeran. Hevrêyê me Rizgar ku di malbateke welatparêz de ji dayik bû, di temenê xwe yê biçûk de bû şahidê polîtîkayên qirkirinê yên dijmin, bi taybet li ser gelê me yê Botanê. Hevrêyê me Rizgar ku gelek tevlîbûn û şehîd ji malbat û derdora wî heye, bi saya van tevlîbûn û şehîdan Tevgera me nas kir. Hevrêyê me yê ku bi dîtina zilm û zordariya dijmin a li ser
gelê Kurdgelê Kurd mezin bû, ti carî van nêzîkatiyan qebûl nekir. Bi xebatên xwe yên ciwantiyê li hemberî dagirkeran helwest girt û dest bi têkoşînê kir. Tevgera me ya ku ji zaroktiya xwe ve nas dikir, di xebata ciwanan de derfet dît ku hîn zêdetir Tevgera me nas bike û derxe zanabûnê. Tevî ku bi awayekî aktîf beşdarî xebatên ciwanan bû jî, têkoşîna ku dihat dayîn têr nedît û ji bo asta têkoşînê bilindtir bike tevlîbûna gerîla ji bo xwe kir armanca sereke. Hevrêyê me yê ku di lêgerîna azadiyê de ye, her tim di kesayetê de nûbûn afirandine. Hevrêyê me Rizgar ê ku fêm dike ku rêya têkoşîna çalak a li dijî dagirkeran têkoşîna çekdarî ye, di sala 2014’an de berê xwe da
çiyayên Kurdistanêçiyayên Kurdistanê.
Derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû û perwerdeya bingehîn dît. Hevrêyê me bi îradeyeke mezin xwe perwerde kiriye, li hember astengiyên jiyanê xwe bi rêxistin kiriye. Hevrêyê me Rizgar ku lawê leheng ê gelê Botanê ye, di nava refên me de pratîkek ku layiqê gelê me be, meşand. Hevrêyê me Rizgar ku li çiyayên Kurdistanê tama jiyana azad girt, ji bo azadiya Rêber Apo û gelê Kurd bi fedekariyeke mezin beşdarî têkoşînê bû. Bi vê hişmendiyê berpirsyarî girtiye ser milên xwe û nêzî erkên serdemê bûye. Bû milîtanekî ku di nava hevrêyên xwe de bê hezkirin û her qada ku diçû moral dida. Hevrêyê me Rizgar ê ku her tiştê xwe ji gelê xwe re feda kir, li hemberî dijmin heta gihişte şehadetê bi qehremaniyeke mezin li ber xwe da.
[1]