Jînameya helbestvan û nivîskarê kurd Selah Mislim
Selah Mislim kurê Elî di sala 14.03.1974'an de li gundê Şêranê ya
KobanîKobanîya ser bi Rojavayê Kurdistanê ji dayîk bûyer. Her wiha xwendina xw ya seretayî, navîn û amadehî li kobanî borandiye û di sala 1998'an de ji fakulteya wêjeya erebî derçûye û di sala 2007'an de dilblom di warê perwerdehiyê de wergirtiye.
Kar û xebatên Selah Mislim:
- Mamosteyê Zimanê Erebî li Kobaniyê ji sala 2001'ê de.
- Nivîskarê kovara Sorgul di sala 2000'î de
- Endamê desteya edîtoriyê di kovara pênûs ya sala 2000'î de
- Ew yek ji damezrînerê malpera yaneya ciwanên Kobanîyê di sala 2007'an de bû.
- Ew ji damezrînerê malpera Kobanî kurd di sala 2010'an de bû.
- Ew ji salên 2005'an ve nivîkarên rojnameya Ronahî ye ta niha.
- Ew ji salên 2003'an ta salên 2007'an nivîskarê rojnameya Yekîtiya Demokratîk e.
- Ew endamê desteya edîtoriyê ya kovara Rojhilata Navîn a Demokratîk e, ji hejmara 34'an ve di sala 2016'an de.
- Ew serokê edîtoriya kovara Rojhilata Navîn a Demokratîk e, ji hejmara 38'an di sala 2017'an de ta hejmara 58'an di sala 2022'an de.
- Ew ji damezrîner û serokê yaneya El-Firat ya lêkolînên zanistî ye.
- Ew ji damezrînerê navenda sûrî ya lêkolîn û diyalogan bû di sala 2018'an de.
Berhemên Selah Mislim:
Berhemên çapkirî:
- Komek çîrokên hevpar, biryarên şaş, bi erebî, 2003
- Komek çîrokên hevpar, Çirûskek ji berxwedana kobanê, bi kurdî, 2016
- Komek helbet, Kobanî rêwîtiya spî û reşahiyê, bi erebî, 2016
- Komek helbest, bav û welatê evînê, bi erebî, 2021
- Komek çîrok, Decîc Elmewiyîn ele Sefîh El-Zakîra, bi erebî.
Berhemên li ber çapkirinê:
- Berhemeke bîrdozî, kapîtalîzma Rojhilatî, bi erebî.
- Roman, ''Roza-Itûr El-Seba we Zimhirîd El-Şîta'', bi erebî.
[1]