Aldar Xelîl
Li Rojhilata Navîn rewşa gelan û tiştên bi ser de têne pesandin rê li ber aramiyê û naskirina vîna gelan, mafên jiyana bi rûmet û azad venakê, şoreşa rastteqîne ji nav rewşên zor û dijwar a gelan ve derdikeve, ji
ber vê çendê şoreş herdem pêwîstiyeke û girîngiyeke, ta ku şoreşeke giştî hebe pirrengiya li herêmê heye ligel pir netewatî ligel pêkhateyan cuda actureke girînge, ev pirrengiya civakî bi pirsgirêkan xwe ve êş û azaran xwe re dibe yek, hêzên li dijî veguherînê ne û rê nadin vîna gelan bête avakirin bi tundî li berxwdidin, ev yek vedighure nakokiyeke kevnar, ev alî û hêz bi mebesta rewşa heyî biparêzin û bi dilê xwe jiyana gelan birêve bibin û bi karbînin, tiştên ew di xwezin bi ser gelande bisepînin (ferz bikin), hewildidin rewşê weku heye li ser piya bihêlin, ji ber vê çendê çi gel dibin yan pêkhate dibe û çi hemû beşê civakê dibin û ji hemû aliyan ve be ku roj bi roj ev yek bi hêztir derdikeve pêş, şoreşeke demokrat û azad, xebateke girîng û pêwîstiyeke.
Ya îroj li Sûriyê dibe ji rê derketina şoreşê ji riya xwe ya rasteqîne ye, wê nekarî xwe li ber hewildanên hêzên dijberê şoreşa gel a ji pêwîstiyekê derket holê xwe biparêze, roja îro şoreşa li Sûriyê li gorî destwerdanên lê hatiye kirin hatiye perçe kirin, kesên ji xwe re dibêjin ew şoreşgerin û parêzerên şoreşê ne îro neçarî fermanên hêzên biryara wan ji destê wan girtiye ne, qaşo şoreş ma girêdayî helwest û bertek û birêveçûna dewletên dest avêtin şoreşê.
Li beramberî vê yekê navaroka şoreşa demokrat hebûn û rastiya xwe li şoreşa li Bakûr û Rojhilatê Sûriyê li ser piya girt û parast, ev yek bi tev hemû pêkhateyan kir weku rewşeke berçav û peyt xwe ji piya girt, ji ber vê çendê her çû zor û êriş bêtir bûn, lê ti bandor bi ser gelê me de nekirin, gelê me ya riya berve azadî û demokrasiyê ve hilbijart a bi rastiya şoreşa ku pêdiviya wê bi xebat û tekoşînê ye bawere.
Ji bo şoreşê, ji hemû aliyan ve pêwîstiyên xebatê min anîn ziman, divê jiyana gelan ji hemû aliyan ve di nava şoreş debe, her çendê ji hev cuda bin, her çendê derfetên wan jî ji hev cuda , divê her kes di nav de cih bigre, heman tişt ji bo Hunerê jî pêwîste.
Hunera şoreşê, di şoreşa demokrat de hunermend xwedî roleke li pêşin , ji ber ew her çendê hunerên cuda cuda pêşkêş dikin êş û azarên gel derdixînin holê, ew xwedî wê hêzê ne ku bi şêweyeke berçav hêviyên gel derxînin pêş , name û navaroka şoreşa wî jî veguhesînin, hunermendan li vir û di şoreşa gelê me de ya li Bakûr û Rojhilatê Sûriyê xwedî li erkên xwe derketin û xwedî par bûn, lê hêjta divê ev xebat berferhtir be û bighêje her derê û giştî be, gelek pêşketinên girîng rû didin , tenê çend alî girtin dest têr nake, divê di nava vê birêveçûna bi hêz a şoreşger em bêtir xwe berdin nava hûrguliyan û bi şêwazên afrînebir û bi hestên hunerî xwe bidin pêş, ji ber ev rewş rewşeke civakî ye hemû hunermend ji ber vê yekê berpirsiyarên, hunermendên cuda cuda yên xwedî birêveçûnên cudane jî. Huner dema dibe deng û rengê civakê bi serdikeve bi teybet dema ev civak di şoreşê de be û ji bo veguherînê, azadiyê û hebûna xwe biparêzeli berxwe dide û xebat dike.
Divê hunermend eynika civaka şoreşger bin, divê nama wan nameya civakê bi xwe be zengîn û pirreng be, ne tenê wer jî ji ber ew dikarin rastiya wê û wêneya rastteqîne ya şoreşê vehughesînin divê ew pêşengê şoreşê bin, hunermend di serkeftina şoreşê de weku her kesê bi şoreşê bawere li berxwedide û ji bo serkeftina şoreşê xwe dike qorban xwdî heman rolin.
Naskirina armancan û naverokan rêxistin û disiplîn bingeha şoreşê ye, ji ber vê çendê li ser asta hunerê jî be rêxistin girînge, bi hêz û bi biryarî û vî bi şoreşê ve girêdan erka hemû hunermenda ne û ev yek mafeke civakêye bi ser wan de, her kesê ji xwe re dibêje ez hunermendim û rola hunermendan dide ser xwe, her çi şêweyê hunerê be jî ku ew pêşkêş dike divê her dem ew hewil bide pêdivî û hêviyên gelê xwe bi cih bîne.
Huner nemeyeke, her çi xuzayî be yan bi zanebûn hatibin kirin ti carî ew nakeve bin bandore nakokiyan de, hunermendê rastteqîne ewe ew kesê ku civaka xwe pêş dixe û avadike û ji bo rûmeta gel xwe xwe dike qorban , li ser hemû astan em qonaxa şoreşê jiyan dikin, xebat lidare û birêve diçe, her wiha zorî û dijwarî jî gelekin û ligel wan zoriyan jî qorbanî jî gelekin, şoreşa gelêrî a li Bakûrê Sûtiyê lidarê gelek helûmercên girîng li ber dest dane afrandin ta ku huner pêşkeve û xwedî li rola xwe derkeve, me gelek pêngavên berve pêş ve avêtin, bêtir xebatkirin û ked dayîn her dem pêwistiyeke, şoreşa serkeftî ewe ku her pêşdikeve belaf dibe û li her dera ku lê bich dibe veguherînê çêdike. Şoreş kerwan bi kerwan cangoriyan dide, her cangoriyek hêzê dide hezaran ku li ser riya wî birêve biçin, hunermend jî weku hemû beşên civakê şoreşgerin, kengê ew hêza xwe li gel hemû beşên din ên civakê bikin yek wê demê dê karibin şoreşê bi serbixînin û bi vê yekê wê ew wêneyek şoreşger a bêhempa ya ku ti çarî ji hişê nifşên pêş, rastî û pêşeroja gelan dernekeve avabikin.[1]