$Awayên koloniyalîstiyê:$
Ziyanên koloniyalîzma Rojhilata Navîn ewqas pirin ku bi rastî nayên hejmartin. Ya here xeternak, dûrxistina gelan ji çand û nasnameya wan ya neteweyî ye, belavkirina çanda koletiyê ye û bikaranîna ayînê wek sîwan ji bo pêkanîna projeyên xwe yên koloniyalîstî ye. Ji berê û paşê da koloniyalîstên Kurdistanê van kiryaran li dijî gelê me pêktînin; ew di bingehê da xwedî bîr û bawerî û îdeologiyeka şovenîst û faşîstin. Misilmantî ji bo wan îdeologiyeka koloniyalîstî ye û bi ti awayî ne olperweriyeka rasteqîne. Wan kengê ayeta qur’anî “Bawermend birayên hevin” إِنَّمَا الْمُؤْمِنُونَ إِخْوَةٌ)) bi karaniye? Û kengê li gor hedîsa pêximberî “Kesek ji we ne bawermende, heger her tiştê ji bo xwe hezdike ji birayê xwe ra jî hezneke“(لا يؤمنُ أحدكم حتى يُحبّ لأخيه ما يُحبّ لنفسه ) tevgeriyane?.
Islametî ji bo van koloniyalîstan mîna “Hespê Troya” ye, peywira wê xapandina gelan, peydakirina çanda xwespartinê û bikaranîna talankarî, zordarî û pişaftinê ye. Ew ji Îslametiyê wisa têdigihînin ku ew “cizye” û “xerace” (bêş û bace), “enfale“, talankirina samanê gelane, revandin û kolekirina jinane, dagîrkirina welatane, talankirina xêr û bêrên wane, kavilkirina çanda wane û asîmîlekirina kesayetiya wane; helbet her tişt bi navê “Ellah” û bi durişma “Ellahû Ekber, tekbîr!”.
Ev kes, piştî ku welatan dagîr dikin û çanda wan kavil dikin, hin awayên siyasî, çandî, aborî hîlebaz peyda dikin, gelên kolonîzekirî têvedidin wê baweriyê ku koletî rêzika jiyanê ye û rizgarî tiştekî awarte ye. Ew di bikaranîna van awayên pişaftin û nixumandinê da berdewam dikin û ji qonaxa standina ramana gelan derbas standina hestên wan dibin. Wisa, ew gel dikevin xem û xulyan ku ew di bihuşta koloniyalstî pîroz da dijîn, û ew gunehekî pir mezin dikin heger bixwazin ji wê bihuştê derbikevin.
Gelo rewşa me Kurdan beramber vê lîstika hîlebaz çawa ye?
Dijberiya kurdayetî û kolayetî:
Di rewşa me ya niha da, dijberiyek di navbera du şepêlên li dij hev da heye. Bi temamî wek dijberiya navbera xwedayê ronahiyê Ahûra-Mezda û xwedayê tarîtiyê Ahrîman. Ev herdu şepêl jî şepêla kurdayetî û şepêla kolayetiyê ne.
Yekem – şepêla kurdayetî: Xwediyê vê şepêlê ji xewa giran şiyar bûn û bûn xwediyên hişyariya kurdistanî resen; rastî naskirin, kesayetiya xwe ji çanda revok, ji çanda koletiyê rizgarkirin û êdî nema di tara çandên dagîrkeran da herin, werin û bigerin; dest ji karê çetetî û caşîtiyê di pirojeyên şovenîstan da berdan, nema ew bi sozên rêveberên koloniyalîstên Faris, Turk û Ereb bawer bikin, ne bi derewên bazirganên “biratiya îslamî“, ne bi tewrên sihirbazên “dîroka hevbeş” û ne jî bi lîstikên avakerên xefika “welatê hevbeş“. Wan êdî destpêkir û pirsîn:
Ev çi “biratiya îslamî” ye ku welatê me dike yaxme û talan, nasnameya me ji me distîne, dîroka me wenda dike, çanda me qedexe dike, zimanê me heram dike… Ev çi “biratiya îslamî ye ku şeref û namûsa meya neteweyî dilewitîne, kesayetiya me çepel dike, xêr û bêrên welatê me talandike… Ev çi “biratiya îslamî” ye ku yê dagîrker ji me ra hemdem dike serwer û me jî ji bo hemdem dike kole?!
Ev çi “dîroka hevbeşe” ku pesna talankirina gelan û kolonîzekirina welatê wan dide û di nav wan gelan da gelê me yî Kurd?. Ev çi “dîroka hevbeşe” ku Kurdan tenha di wê rewşê da bi navdike heger ew ji dagîrkeran ra xizmetkarên dilsoz bin?. Ev çi “dîroka hevbeşe” ku Faris me dikin “Farisên çiyan“, Turk me dikin “Turkên çiyan” û koloniyalîstên erebkirî, me dikin biyanî, cihêxwaz û noker?
Ev çi “welatê hevbeşe” ku kesê Kurd ji nasnameya wî û kelepora wî bi dûrxistiye, li ber wî hemû deriyên karmendiyê yên navîn û bilind digire?. Li ber wî deriyên bidûrxistin (surgunî), zîndan û goristanan vedike. Ev çi “welatê hevbeşe” ku kesê Kurd neçar dike ew bibe şivan, gavan, cotkar, karê paqişkirina cade û kolanan û baxan bike, li ser serîfên cadan basteya xwe deyne û bifiroşe, wek karker di aşxane û qehwexaneyan da kar bike, sol û kewşên xelkê paqiş bike, li ber deriyê serwerê koloniyalîst qehweyê jêra pêşkêş bike; ev hemû ji bo ku bikaribe jiyana xwe ya rojane biqedîne?
Duwem – şepêla kolayetî: Xwediyê vê şepêlê hên di tara dek û dolabên koloniyalîstan da dizîvirin, di nav derewên çanda wana paşketî û hov da wenda ne, û hên jî bi herdu destan bi koletiyê girtine. Ew ti nirxê ji hebûna xwe ra nabînin; tenha bi koletiya xwe ji koledaran ra. Ew di wê xem û xeyalê da ne ku derketina wan ji xeleka “kolayetiyê” û ketina xeleka “kurdayetiyê” tê maneya derketina wan ji hebûnê ber bi tinebûnê; derketina wan ji bawermendiyê ber bi nebawermendiyê (kafirbûnê). Van kesan ji bîr kiriye ku welatê wan dagîrkirî ye, nasnameya wan hatiye standin, gelê wan zorlêkirî ye û hên bi ser da jî ew bi dilsozî xizmeta dewletên dagîrker, xizmeta çand û siyasetên wan dikin.
Tiştê bi êş û jan ewe ku ev şepêla “kolayetiyê” di nav du komên gelê me da cihê xwe girtiye:
1 – Koma îslamewiyan: Ev kes hên di xem û xeyala “biratiya îslamî” da dijîn. Hên pêş çend salan, şêxekî Kurd yê bi nav û deng li mizgefteka bajarê Şamê diyar kir ku ew kok û binyata xwe ya Kurd dixe bin pêyên xwe. Çima? ji ber ku Kurdan li başûrê Kurdistanê di sala 2003-an da piştgiriya Seddamê faşîst li dijî Amerîkiyan nekir. Ji demekê heya demekê hin şêxên Kurd derdikevin ser menberên mizgeftên başûrê Kurdistanê û çanda tekfîrî di nav ciwanên Kurd da belav dikin. Carekê kurdekî îslamewî gef li pêşmergeyan xwar û bi bawerî got ku ewê ala terorîzmê ya reş li cihê ala Kurdistanê ya ronak hilde. Kurdekî dinî îslamewî serê pêşmergeyekî dîl jêkir.
2 – Koma kesên hatine xapandin: Ev kes hên wek ku dagîrker dixwazin diramînin (difikirin). Ev kes li cihê durişma (rizgarkirina Kurdistanê) durişma “hemwelatiyê” di dewletên dagîrker da hildidin, newêrin ji dagîrkeran ra bêjin: “Hûn dagîrkerin! Hûn koloniyalîstin! Çovên xwe rakin û ji welatê me derkevin”. Ev kes ji demekê ta ya din dibêjin ku ew naxwazin ji dewletên dagîrker cihê bibin, naxwazin wan welatan perçe bikin. Hên hinek ji wan hevpeymanan li gel dagîrkeran li dijî gelê xwe li dardixin. Ne bi dizî jî, ew van kiryran bi aşkera dikin. Dijberiya navbera şepêla “kurdayetî” û şepêla “kolayetî” di kûraniya xwe da dijberiya navbera du çandane: Çanda Ahûra-Mezda û çanda Ahrîman. Çanda ronahî û çanda tarîtiyê, çanda rizgarî û çanda şikestinê. Peywira here girîng ewe ku siyasetmedar, rewşenbîr û nûçegihayên Kurd dest bidin hev, bi vîn û hişmendî vê cenga çarenûsî êdî qezenc bikin.[1]