$:Agahiyên şehîd$
Nasnav: Piling Qoser
Nav û paşnav: Emrûllah Tûncer
Cihê jidayikbûnê: #Mêrdîn#
Navê dê û bav: Adlê - Hamît
Dîrok û cihê şehadetê: 30’ê Îlona 2022’an / Besta
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêyê me Piling li bajarê welatparêz ê Mêrdînê Qoserê ji dayik bû û mezin bû. Ji ber ku malbat û derdora wî Partiya me nas dikin, hevrêyê me Piling jî ji biçûkatiya xwe ve bi partiya me PKK'ê re eleqedar bûye û bûye sempatîzan. Li Kurdistanê jiyîn û her roj bi zextên dijmin re rû bi rû mayîn, hiştiye ku hevrêyê me Piling ji zû de rastiya dijmin nas bike. Bi taybetî li hember polîtîkayên asîmîlasyonê yên ku dijmin li Kurdistanê pêş dixist, li rêyên têkoşîna li dijî vê zîhniyetê geriya. Li ser vê bingehê di nava xebatên ciwanan de cih girt û kete nava têkoşînê. Hevrêyê me Piling ku bi salan ew jî di nava vê pença qirkirinê de jiya, heta zanîngehê xwend. Li dijî jiyana derewîn a ku ji nirxên bingehîn ên ku wî dike mirov, nasname, hebûn dûr dixe, jiyana azad hilbijartiye û di sala 2014’an de ji zanîngeha Çanakkaleyê berê xwe dide çiyayên Dersîmê û tevlî refên gerîla dibe.
Hevrêyê me Piling piştî tevlî nava refên gerîla bû, yekemîn perwerdeya xwe li Dersîmê dît û firsend dît ku ezmûna gerîla ya bi dehan salan a jiyan û şer bi dest bixe û ev şans baş bikar anî. Hevrê Piling tevlîbûna xwe ya di nava gerîla de weke şansek ku bibe şervanê têkoşîna azadiya gel û têkoşerê felsefeya Rêbertî nirxand; Rastiya ku Rêber Apo û şehîdan van nirxan afirandiye tu carî ji bîr nekir. Ji bo vê jî xwe deyndarê Rêber Apo û şehîdên me hîs kir û xwest layîq be. Bi vê hişmendiyê zêdetir têkoşîna xwe hembêz kir û xwest bi hemû hebûna xwe ve xwe bide têkoşînê. Hevrêyê me Piling ku weke milîtanekî Apoyî xwest bersivê bide êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê yên li dijî gelê me, di şerê li dijî van çeteyan de cih girt û di vî şerî de carekê birîndar bû. Lê belê ji biryar û îradeya xwe tu carî gav paşde neavêtiye, ev jî bûye sedema têkoşînek mezintir. Hevrê Piling ku di têkoşîna li dijî çeteyan de ezmûna şer bi dest xist, bi perwerdeya akademîk ev ezmûna şer xurt kir û bi îdiaya ku bûye gerîlayekî pêşeng û milîtanê serdema nû, berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Hevrê Piling ku bi qasî 2 salan beşdarî xebatên li qada Garê bû, bi tevlîbûna xwe ya kedkar ji hemû hevrêyên xwe re bû mînak. Di vê pêvajoyê de di gelek xebatên cuda de cih girt û bi tempo û şêwaza xwe ya di van xebatan de rola xwe ya pêşengiyê bi rêk û pêk anî.
Hevrêyê me Piling ku bi berdewamî li ser gerîlatiya serdema nû ya ku rêxistina me bi israr têxe rojevê û hemû hevrêyên me dixwazin hîn zêdetir pêş bixin, giranî dide û xwe perwerde dike, ji dil û can bawer kir ku azadiya gelê me bi pratîka serkeftî pêkan e û li ser vê bingehê tevlîbûna xwe kir. Li ser vê bingehê perwerdeya sabotajê dît û di şaxa sabotajê de xwe kûr kir. Di pêvajoya perwerdehiya xwe de timî li ser divê têkoşînek çawan li Bakûrê Kurdistanê bimeşîne dihizirî. Ne tenê di warê hestyarî de vê têkoşînê weke pêwîstiyek didît. Ji ber ku di wê baweriyê de bû ku zilm, çewisandin û qetlîamên ku her roj zêdetir li ser gelê me pêş dikevin, ancax bi têkoşîneke bi bandor a li Bakûrê Kurdistanê bi dawî bibe. Hevrêyê me Piling ku dizanê bi qasî ku xwe pêş xistin erka hevrêyên xwe pêş xistin jî heye, di perwerdekirina hevrêyên xwe de cih girt û destek da wan ku bibin gerîlayên Apoyî yên jêhatî. Piştre hevrêyê me Piling ku ji bo perwerdehiya bîrdozî çû Akademiya Hakî Karer, xwe li hemberî nirxên Rêbertiya me û şehîdên berçav re derbas kir û weke milîtaneke pêşeng a Apoyî berê xwe da Bakurê Kurdistanê. Hevrêyê me Piling ku berê xwe da herêma Botanê ku navenda têkoşîna me ya gerîla ye, bi lez xwe li herêmê bi cih kir. Hevrêyê me Piling ê ku li herêma Botanê ku bi dehan şehîd û fermandarên me têdikoşiyan, kêfxweşî û coşa mezin a gerîlatiyê dît, di her kêliya jiyana xwe de ev kêfxweşî nîşan da û di vê wateyê de bû çavkaniya hêzê û moral ji bo hevrêyên xwe. Hevrêyê me Piling ku li qada Botanê li dijî dijmin di gelek çalakiyan de cih girt, roj bi roj taybetmendiyên xwe yên fermandariyê xurtir kir û bû fermandarekî pêşeng ê qada Besta.[1]