ِ$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Şiyar Botan
Nav paşnav: Emrûllah Firat
Cihê jidayikbûnê: Mersîn
Dayik-Bav: Şukran-Îkram
Dem û cihê şehadetê: 25'ê Tebaxa 2022 / Zap
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêyê me Şiyar li nava malbateke welatparêz a bi eslê xwe ji Sêrtê, li Mersînê ji dayik bû. Malbata hevrêyê me Şiyar di salên 1990'î de ji ber polîtîkaya dijmin a xalîkirina Kurdistanê di encama zext û êşkenceyê de neçar ma koçî metropolan bike. Hevrêyê me Şiyar tevî ku li metropolan ji dayik bû û mezin bû, ji ber çanda welatparêzî û Kurdîtiyê ya ji malbata xwe wergirtî, bi dilsoziya bi nirxên xwe mezin bû. Hevrêyê me Şiyar ti carî ji şerê li Kurdistanê û rastiya ku qirkirin li ser gelê me tê ferzkirin qut nebû û di dema ciwantiyê de beşdarî nava karên şoreşê bû. Destpêkê tevlî nava karên ciwanan bû. Dema ev kar dikir ji aliyê îdeolojîk û rêxistinî ve xwe perwerde kir û hem jî hewl da ciwanên Kurd zane bike. Hevrêyê me Şiyar ku di vî karî de serketî bû, kir ku gelek ciwan xwe bigihînin refên azadiyê. Sala 2014'an li hemberî êrîşên çeteyên DAÎŞ'ê yên li ser gelê me, gelek ji xizmên wî tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêyê me Şiyar jî bi vê bandorê berê xwe da çiyayên Kurdistanê û beşdarî nava refên gerîla bû.
Hevrêyê me Şiyar li herêma Xakurkê dest bi gerîlatiyê kir û perwerdeya xwe ya destpêkê jî li vir dît. Piştî ku agahiyên destpêkê têkildarî jiyana li çiyê û gerîlatiyê wergirt, ji bo karibe li gelek herêmên Kurdistanê bersivê bide şer û di vî şerê man û nemanê de weke milîtanekî Apoyî bi rola xwe rabe, ji aliyê leşkerî ve xwe hîn bêhtir kûr kir. Di heman demê de ji aliyê îdeolojîk ve jî kete nava kûrbûnekê û hewl da pêvajoya şer bi temamî fêhm bike. Bi vî rengî derbasî Şengalê bû ku çeteyên DAÎŞ'ê êrîşeke giran biribû ser û metiriya komkujiyê lê hebû. Hevrêyê me Şiyar bû yek ji wan hevrêyên me ku bi erka parastina gelê me yê Êzidî rabû. Piştî ku ev wezîfeya xwe bi serketî bi cih anî careke din berê xwe da çiyayên Kurdistanê û bi tecrûbaya xwe ya şer li dijî dewleta Tirk a dagirker li Herêmên Parastinê yên Medyayê tevlî pratîkê bû. Hevrêyê me Şiyar bi giranî li herêma Zapê ma û salên dûr û dirêj tevlî karên pratîkî bû. Li Zapê karên cuda kir û bi taybetî di amadekirina bingeha şer de, di çêkirina tunelên şer de kedeke xwe ya mezin hebû. Hevrêyê me Şiyar ku baweriya xwe ya bi taktîka gerîla ya dema nû gelekî mezin bû, ji bo serxistina vê taktîkê kete nava hewldaneke mezin. Bi vî rengî wezîfeya xwe ya pêşengiyê û hevrêtiyê bi serketî bi cih anî. Her kêliya xwe ji bo hêjayî hevrêyên şehîd û Rêbertî bibe derbas kir, xwest ku bersivê bide pêvajoya şerê giran û daxwaza azadiyê ya gelê me. Hilanîna tola hevrêyên şehîd ji xwe re kir yek ji armancên bingehîn û jib o vê jî di îdeolojiya PKK'ê de ku tevgereke tolhildanê ye xwe kûr kir.
Piştî ku dijmin sala 2021'ê li Zapê dest bi êrîşê kir, hevrêyê me Şiyar timî kete nava hewldana çalakiyan, beşdarî gelek çalakiyan bû û seranserê Zapê veguherand qadeke berxwedanê. Hevrêyê me Şiyar li gelek qadên Zapê cihê xwe di nava tunelên şer û çeperên berxwedanê de girt. Herî dawî li qada Sacayê di êrîşa dijmin de şehîd bû û wezîfeya xwe ya şoreşgeriyê di asta herî bilind de temam kir.[1]