ِ$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Serhed #Amed#
Nav paşnav: Delîl Zengîn
Cihê jidayikbûnê: Amed
Dayik-Bav: Rahîme-Mehmet
Dem û cihê şehadetê: 1'ê Tîrmeha 2022 / Zap
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêyê me Serhed li Amedê, li nava malbateke kedkar û welatparêz ê dilsozê nirxên Kurdistanî ji dayik bû. Mîna her Kurdekî ku dixwaze bi nasnameya azad û bi rûmet bijî, hevrêyê me Serhed jî şahidî ji zilm û zexta dewleta Tirk a mêtinger re kir û li hemberî vê yekê bi berxwedana Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê mezin bû. Hevrêyê me li hemberî polîtîkayên giran ên asîmîlasyonê yên dewleta Tirk a mêtinger, li hemberî dûrxistina ciwanên Kurd ji dîrok, ziman û nasnameya xwe, ji nêz ve şahidî ji berxwedana gelê me re kir. Weke ciwanekî zane û bi rûmet ê Kurd, tevlî nava refên berxwedanê bû û demekê li navenda têkoşîna me ya azadiyê li Amedê ma, di vê demê de cihê xwe di nava kar de girt û bû parçeyek ji berxwedanê.
Hevrêyê me Serhed têgihişt ku gelê me tenê bi Şerê Gel ê Şoreşgerî yê bi pêşengiya gerîla dikare bê parastin û azadî bê misogerkirin. Bi vê têgihiştinê li hemberî êrîşên îmhayê yê dagirkeran, beşdarî nava refên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bû û bersiva herî bi wate û pêwîst da dewleta mêtinger. Hevrêyê me li Amedê tevlî nava refên gerîla bû, derbasî qada Zapê bû û piştî perwerdeya destpêkê ya gerîlatiyê derbasî qada pratîkê bû. Hevrêyê me Serhed li qadên herî dijwar ên cografya zehmet a Zapê gerîlatî kir, di nava pratîkê de hîn bû û xwe kir gerîlayekî şareza. Li hemberî êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk a dagirker ku sala 2015'an destpê kir, bû yek ji wan hevrêyên me ku bersiva destpêkê da. Hevrêyê me di gerîlatiya serdema nû de di rê û rêbazê de xwe kir pispor, tiştên hîn bû jî derbasî pratîkê kir û Pêşengî ji kar re kir. Hevrêyê me Serhed demeke dirêj li qada Zapê bi daxwazeke mezin kar kir, di nava şert û mercên herî giran de bû xwedî pratîkeke mînak. bi têkiliyên xwe yên xurt girêdana hevrêtiya pîro a PKK'ê xurtir kir, ji xwe re kir esas ku xwe bi pêş bixîne û tiştên hîn dibin jî bi hevrêyên xwe re parve bike. Her firsenda ku bi dest xist ji bo kûrbûna di felsefeya Rêber Apo de bi xwendin û lêkolînê derbas kir û di jiyana xwe ya gerîlatiyê de bû xwedî sekneke mînak a milîtaniyê. Hevrêyê me Serhed bi daxwaze mezin tevlî nava Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê bû û ji bo tola şehîdên nemir hilîne gelekî hewl da. Di dema pêngavê de li refên herî pêş beşdarî gelek çalakiyan bû ku derbên giran li dagirkeran hate xistin. Bû fermandar û bi ruhê fedaîtiya demê bersiv da. Ji bo xaka pîroz a Kurdistanê û gelê me yê bindest ji êrîşên dagirkeriyê biparêze bênavber xebitî, şer kir û têkneçûna îradeya Apoyî di şexsê xwe de şênber kir.[1]