#Agîd Yazar#
Sazîyên dewletên pêşketî yên parastina daristanan. Qadeke taybet ji daristanê dixînin bin parastinê. Herêma Mêrdînê, ji vê qada di bin parastinê de ye, jêre dibêjin “humandin” Dibe ku ev ji homandinê tê.
Homandin, tê wateya pîrozweriyê.
Mebesta pisporan ew e ka zanibin eko-sîstema xwezayê çawa xwe bi xwe, diguheze û vediguheze. Wek nimûne, li Amerîkayê herêmek humandî heye, darek bi navê Hyperion di nava wê de ye, temenê wê di navbera 700 – 800 salî de ye. Her wiha 115.90 metre bilind e. Ev cûre dar, ligel herêma xwe di bin heman parastina taybet a humandinê de ye.
Ger em civakan bişibînin daristanê. Miletê kurd jî, nola vê herêma daristana humandî ya taybet e. Kurdên êzidî jî, nola vê dara Hyperion, ew çend bi temen û xwedî dîrokeke dêrîn e.
Hooo xwînerê ezîz! Kerem bike xwe tûşî vê dîroka dêrîn ya Kurdên Êzdî bike û di nava vê daristana humandî ya bê ser û ber de wenda bibe. Fermo, eve dîroka te ya wirşedar.
Li jorê, mînaka dar û daristana di bin parastinê de hatiye dayîn. Di cîhana îro de heke nîrxên miletan bi qasî yê daristanekê û yê mirovan jî bi qasî yê darekê hebûya, divyabû miletê kurd, nola wan daristanên humandî, wanê di bin parastinê de bihata mihafize kirin. Her wiha kurdên êzidî jî, nola wan darên bi temen û ew çend jî gewre, nola dara bîrdariyê bihata humandin û parastin. Lewra kurd, qurmê dara mirovahiyê ye. Kurdên êzidî jî, reha wê darê ya herî stûr e. Lewra kurdên êzidî, yekser alîgirên baweriya Mîtraî, Xorrî, Xaltayî û yên dinin…
Bi awayekî gelekî eyan, miletê kurd wêrîsên Somerr/Kîenger, Hûrrî/Xorrî, Hattî/Hîttît, Lowî û Ûrartû navê xwe yê xas Xaltî ye. Miletê kurd, kevneşopiyên van şaristaniyên min ew destnîşan kirine, tevdekî di jiyana xwe ya rojane de dihewînin. Nexasim kurdên êzidî, yekser al-hilgirê van kevneşopiyên dêrînin. Heta ji wan jî derbas dibin, diçin xwe digihînin heta afirandina mirovê yekem yê/ya ji hêla Xweda ve hatiye sêwirandin û afirandin.
Di baweriya êzdayetiyê de, afirandina gerdûn – cîhanê nola durekî di teşeyê hêkekê de disêwirînin. Dibêjin: xweda durek afirand. Piştre ew dur daniye pişta teyrikê bi navê Enfar. Teyrik, ew dur çil hezar sal li ser pişta xwe hilgirt.
Paşê Xweda heft ferîşteyên sereke afirand. Di roja yekşemê de serferîşte Melekê Tawiz, roja duşemê Derdaîl, roja sêşemê Îsrafîl, roja çarşemê Cibraîl, roja pêncşemê Ezraîl, roja înê Şemnaîl û di roja şemiyê de jî Nûraîl afirand. Piştre, Xweda cîhan, ezman, roj, hêv afirand. Dûre heft tebeq li jor, heft tebeq li jêr çêkir. Teyr û tilûr û ajalên kovî afirand.
Di roja heftemîn de, her heft ferîşte ji hundirê durê spî boz derket û li dora Xwedê bûn xelek. Xweda ji heft ferîşteyan re yek bi yek got: “ Tenê Xwedayekî we heye ew jî ez im û divê hûn ji min pêve ji tu kesî ji tu tiştekî din re sujde nekin.”
Piştre Xweda li durê spî boz diqîre. Dur, diteqe dibe çar felqe (bîg bang ango teqîna gewre, tîne bîra mirov) Piştre qismek ji avê tîr dibe, dibe reşahî û qismek jî dibe derya, çem û kanî. Bi kurtasî hemû hebûn ji nava wî durî dertê. Di sêwirandinan de, gava ew durê nola hêkê dibe çar parçe, zerdika di navê de jî dibe nola roja li ezman û tîrêjên xwe yên zêrîn, li gerdûnê belav dike.
Piştî afirandina gerdûnê, Xweda li geştiyekê siwar dibe û diçe li Laleşa Nûranî peya dibe. Fermanê dide Cebraîl da ku ji her devera cîhanê axê bîne. Cebraîl ji her devera cîhanê axê tîne tev li av û agir dike û pê distirê. Piştre dirûvê mirov dide heriyê. Xweda bi sêwirandineke taybet serê xwe pêre diêşîne û bi awayekî bê qisûr teşe dide vî afirînê ya li ber hebûnê ye. Piştre Xweda, ji henaseya raza xwe pifî pozê wî dike. Bi vî awayî Xweda ji cewherê xwe, giyanê berdide vî gewdeyî.
Melekê Tawiz sujde nake
Ew mirovê yekem, bavê Adem bixwe ye. Paşê Xweda fermanê dide ferîşteyan û dibêje: “Ji Adem re sujde bibin. Temamê ferîşteyan ji bavê Adem re diçin şujdê. Lê Melekê Tawiz naçe sujdê. Xweda dibêje çima tu ji Adem re neçû şujdê? Melekê Tawiz dibêje; “Te gotibû ji min pêve ji tu kesî û ji tu tiştî re neçin şujdê. Min jî ew fermana te ci cih anî.”
(Di vir de, nakokiyeke nehatiye zelalkirin di navbera Xweda û Melekê Tawiz de dertê holê. Dibeke ku Xweda, dilsoziya Melekê Tawiz jî hilteqilandibe.
Li gorî versiyoneke din jî dibêje, Melekê Tawiz ji ronahiyê afiri ye û dema ji bavê Adem re sujde nake û li ber fermana Xweda radibe, hingê Melekê Tawiz kûpikekî tije ax dike û bi xweziya xwe wê axê şil dike û dixe binê erdê û kurd, ango kurdên êzidî ji wê axê afirîne. Bi vê mebestê, gava êzidiyek kiras duguherîne, hingê kulmek ax datîne li ser çavê kesê/a mirî.
Piştî hingê li ser fermandayîna Xweda, Cebraîl bavê Adem dibe bihuştê û ji bavê Adem re dibêje: “Xwarina tevahiya pel pincar û fêkî ji te re serbest e, lê xwarina genim li te qedexe ye. Bavê Adem jî bi ya Cebraîl dike. Hemû fêkî û mêweyên bihuştê dixwe û ew xwarin dibe mîna xwêdanê, weke bêhna gul-avê li cesedê canê wî dide der.
Lê ji ber bavê Adem bûye sedema nakokiya di navbera Melekê Tawiz û Xweda. Melekê Tawiz, bavê Adem cirnexweş dibîne û ji wî dilgiravî dibe. Lewma ew diçe bihuştê li benda bavê Adem dikeve û hebek genim bi wî dide xwarin. (Kal û pîrên me digotin; Lêlê/lolo! Hingê her hebek genim bi qasî serê hêştirekê bû. Her çiqas di baweriyên din de dibêjin ew fêkiya qedexe sêv bû, lê aqil jê nabire sêv be. Lewra ne sêv e, genim e sertaca hemû xwarinan.)
Ji ber bavê Adem bi ya Xweda nake û bi Melekê Tawiz dixape, Xweda wî ji bihuştê davêje.
Bavê Adem, bi xwarina heba genim ditengije. Cardin Cebraîl bi hewara bavê Adem tê û teyrikekî dişîne ba bavê Adem. Teyrik, bi nikilê xwe, wê dera bavê Adem qul dike. Piştre ew aram dibe.
Hinek dem û dewran di ser re derbas dibe. Bavê Adem ji ber ku bi tenê ye, diqilqile. Li ser fermana Xweda, Cebraîl ji parsuyê wî yê çepê, ‘dayika Hewa’ diafirîne. Dûre ji zikekî çil qîz, çil kur, bi giştî heyştê zarok ji wan çêdibin. Lê di navberan wan zarokan de, pevçûn derdikevin û li hevdu nakin. Di rûyê wan zarokên bêhawe de, navbera bavê Adem û diya Hewa jî nexweş dibin. Her du ji hev cuda, her yek ji xwe re di kûpikên cuda de, zarokan ji xwe re çêdikin. Ji kûpikên diya Hewa afirînerên ziyandar çêdibe. Ji kûpikê bavê Adem jî Hz. Şît çêdibe (balkêş e ku kurd ji kesên ne temam re dibêjin, şêt) Piştî hingê, pêsîrên bavê Adem dizerpite û bavê Adem xwe bi xwe ji xwe dol digire û kurdên li ser ayîneya Ezda çêdibin û ji şer û pevçûnên miletê din, li hevdu zêde dibin
Li gorî kitêba pîroz Mishefa Reş bi me dide hînkirin, bavê Adem mirovek androjen ango cotzayend bû. Miletê kurdên Ezda, ji miletên dîtir bi awayekî taybet ji bavê Adem çêbûne. Ew roj û ev roj, ev gel her tim li ser Ezdayîyê maye.
Şopên Ezda di nava Sumeran de
Gelekî balkêş e ku di kevalên Sumerran de jî gava qala afirandina mirovên yekem dikin, hema hema bi nerîna Ezdayetiyê re paralel/bi hev re di nava lihevkirinekê de ye.
Di kevalên mîxî yên Sumeran de ev tişt hatine xêzkirin: Alalû yê pêşawayê gerstêrka Nîbîrû yê textwergerandî, ji gerstêrka xwe direve û terka Nîbîrûyê dike. Keştiya wî tê xwe li vê dinya me ya gewrik a nola morîkekê şînbirik datîne. Devera keştiya wî xwe lêdatîne, cihê çemê Dicle – Firat tev li deryayê dibe (tê zanîn ku ev herdu çem, gelek caran lana xwe guherandine) Paşê bajarekî bi navê Erîdû li wê derê ava dikin (Ne dûrî aqila ye ku navê xwe yê xas “H-erîdû-r” be. Di roja me ya niha de jî, kavilên ev xerab-bajarê dêrîn tê dîtin. 800 km dikeve jêra Laleşa Nûranî). Piştre Alalû di nava ava çemê Dicle – Firat de lanên zêr kifş dike. Xeberê dişîne ji xizmên xwe yên li Nîbirû. xwedawendên bi navê Enkî, Enlîl, Nînmah û Ningişzidda, li gel kesên bi navê Anûnakî tên û ji bo atmosfera xerabûyî ya gersitêrka xwe Nîbirû tamîr bikin, tên li cîhanê zêr berhev dikin. Lê hêza wan têrê nakin. Xweda Enkî ji cimeta Xweda re pêşniyar dike ku benîademiya biafirîne. Da ku ew di lanên zêr de bixebitin. Enlîl li ber Enkî radibe û dibêje; “Nexêr! Em afirîndeykî kole naxwazin. Lewra li gerstêrka me, kole qedexe ye.” Enkî ji birayê xwe Enlîl re dibêje; “Ew ê ne afirîndeyekî kole be. Ev dê mexlûqatekî di sûretê me xwedawemda de be û ew ê di xebatên me de, li pîbarê me rabin û ew ê takêşê Anûnakiyên xebatkar bin. Em ê ji cewherê xwe wî/wê biafirîne. Biryar di cimeta Xweda de, li ber destê bavê mezin Seryezdan Anû tê nîqaşkirin û tavilê tê erêkirin. Enkî, li Abzûyê (av-za)! zayinxaneyeke paqij ava dike (li Girêmiraza jî zayinxaneyek heye. Li ser kevir xêz kirine ku jinek ducanî, zaroka xwe tîne). Ji cewherê xwe yê Xwedayî tev li ya afirînereke cîhanî dike û wan dezîkê havên/avikê yên nola cotek marên lihevgerandî, di kûpikên paqij de bi cih dikin (di roja me ya îroj de em ji van kûpikên ji zayinê re bûne malzarok, em dibêjin pitikê tûpê) Lê mirovê nîvseqet jê çêdibe. Piştre cewher ango bizrê xwe yê Xwedayî û ya afirîndeya cîhanî dike û di malzaroka xwedawend Nînmah de bi cih dike. Piştre, zarokekî di kirasê axa sor de, ji xwedawend Nînmahê re çêdibe. Nînmah, bi pitikê xwe yê yekem ku ew ê ji mirovahiyê re bibe dê-bav, şa dibe û navê Ademû lêdike.
Xwînerên ezîz. Gelek xalên di baweriya Ezdayî û kevalên Sumeran de henin ku divê moriv wan rûberî hev bikin. Wek minak: Nerazîbûna Enlîl û ya Melekê Tawiz, wek kûpikên malzarokan, wek zarokên pêşîn ên nîvseqet, wek navê bavê Adem, wek cimeta Xweda – Ferîşte û Xwedawendan û ya herî girîng jî zimanê wan yê hevpar e. Wek navê Xweda û Ezda, wek navê Erîdû/Herîdûr û Abzû/Avza.
Gelekî eyan e ku Xweda, bavê Adem û diya Hewayê bi zimanê kurdiya xas kêlimiye û zimanê kurdî yê pîroz diyarî me kurdan kiriye. Her wiha dara zimanê kurdî, weke malbata zimanê Hind-Ewropa şax vedaye. Al hilgirê kurdî jî, kurdên êzidî ne. Ala we danekevin, her berz û bilind be kurdên êzidî, heta li ba Xweda! (Dê bidome)[1]