$Çend navlêkirinên bi êş di romana ''Bênav'' de$
Ev berhema bi navê ''Bê Nav'' ya Husên Engîzek ji me re qala çîrokên kurdan yên bi êş û kampax dike. Vê pirtûka xwe diyarî hemû şehîdên kurdan dike, ji ber ku wan şehîdan can û rihê xwe fedayî kirin. Diyarî hemûyan dike şehîdên ku bi şev û rojan li çiyan li ber berfê û baranê de di nava xumexumê de dimeşim û ji sermeyan dicemidiyan.
Ev pirtûk ji 223 rûpelan pêk tê bi awayekî pexşanî û sade hatiye nivîsandin.
Di romana Bênav de piranî qala şervanên gelê kurd dikin. Jiyana kurdan kurdên ku heta niha di bin pencên koletiyê de mane ku li salan şer tê kirin, penaberên li welatên xerîban, çanda kurdan, exlaqê kurdan, ixaneta ku di nava kurdan de tê kirin, evîna welat, rizgarkirina welêt û hwd. Di vê romanê de gelek kes hene ji wan: Xelef, Mezlûm, Bênav, Xalid, Elî, Siyasî, Ceng, Evîn, Sadet û Azîme.
Ev kes ji bo azadiya welatê xwe dev ji mal û evînên xwe berdan e, ji bo serxwebûna welatê xwe têdikoşin. Armanca van kesan welat ji bin destê tirkan werin rizgar kirin. Dema ku mirov vê pirtûkê dixwîne rastiya roja me îro radixîne ber çavan, çawa ku îro şervanên gelê Kurd li çiyan li dijî dijmin şer dikin ji bo serxwebûna welat,di vê romanê de jî wisa ye.
Ev keseyetên di vê romanê de dixwazin Kurdistanê serbixwe bikin û azadî û wekheviyê di nava Kurdan de çêkin.
Di vê romanê de qala Bê nav dikin û karê wî li gorî çawa ku ji axa xwe hezdike ax pêroz e, beriya her tiştî welat e. Evîna welêt pir şêrîn e, ji ber ku xwîna di dilê me de dimeşe bi saya vî welatî ye. Kesê ku dûrî welatê xwe bikevin bi saxî mirine welat şêrîn e wek şekir e.
Ev roman qala şervanên Kurdan dikin çawa ku zor û zehmetiyan dikşînin , di nava wan çiya yan de, li ber berf û sermaya baranê û xumexume tavê helbet bi hêsanî tiştek nayê kirin, divê ku ked hebe, ji bo ku armanc were pêkanîn.
Her tim ji cihekî diçin cihekî, ji bo dijmin cihê wan nas nekê, ev roman qala çiyayê Cûdî dikê çiya yekî pêroz e û saya wî çiya yî mirov şervan dikarin xwe bin destê dijmin derxin, ji ber ku cihê ku çiya lê hebe rêzgarkirin û parastin heye.
Romana Bê nav behsa parçe kirina welêt dikê çawa ku Kurdistan parçe kirine Kurdistan bûye çar parçan, paçeyek li Îranê, parçeyek li Îraqê parçeyek li Tirkî, û parçeyek li Sûrî bi parçe bûne Kurdistanê ve, hin Kurd ketine rewşeke pir xerab û zor û zehmetî pir kişandine.
Kesên di vê romanê de behsa welatê xwe dikin dixwazin ku parçeyê ku Tirkan biriye ji wan bîstînin. Lê mixabin dema ku îxanet hebe tu carî serkeftin û azadî tune ye em dizanin, ku di nava civaka me de îxanet heye, û gelekî pêşketiye, ji ber ku tune ba îro ev qas şehîd nehatin kuştin şehîd jî tu carî namirin di dilê me de saxin wan ji bo Kurdistanê canê xwe feda kirine.
Ev gundên û bajarên ku hatine xerabkirin, giştî sedema vê yekê ew e sîxorên ku bi êvaran xeberan dighînin Tirkan.
Ku îxanet hebe tu carî serkeftin nayê.
Ev roman tê de qala bi hev re alîkarî, hev qebûlêkirinê dike. Gelê Kurd bi hev re nabin yek her kes li gorî nêrîna xwe diçe û serkeftinê ji xwe tenê re dixwaze, û hevalê xwe ber bi kuştinê ve bibe kes xêra kesekî naxweze hemû mirov wek hev nabin, hin hene baş in, hin hene ne baş in.
Dema ku Kurd bi hev re nabin yek ê hemû wenda bibin.wek gotinek heye dibêje:
Ger hûn nebin yek bi yek hûn herin yek bi yek.
Ev rastiyeke di nava jiyana Kurdan de jiyan dike.
Romana Bê nav riyekê nîşanî mirovan dike, dema ku kesek hevaltiyê bi kesekî re çêke destpêkê wan nas bike û mêze bike, ji bo ku dost û dijminê xwe nasbike, di vê gotinê de diyar dibe:
Beriya her tiştî, tu yê hevalên xwe baş binasî tu yê bi kê re bidî, bistinî danûstandinê te, dê bi kê re bibin, wan mijaran tu yê baş bifikirî, piştî vê yekê tu yê têkiliyan ava bikî
Pirtûka Bê nav tê de dagirkerî heye helbet dema ku dagirkerî hebe ê, li dijî wê berxwedanî hebe. Her tim dagirkerî wan dikê kole yên xwe û kes nikare li hemberî wan bêje na, ji ber vê yekê berbirsyarê wan Mezlûm dixwaze, ku li dijî wan şer bike û welatê xwe rêzgar bike ev keseyeta ji hemûyan hezdike û wan weke birayên xwe dihesibîne.
Ev roman qala xiyanetê dike çawa ku şervan diçin cihekî dagiker pê dihesin, ji ber ku hinek hene çi di nava hevalan de çêdibe diçin xeberan digihînin wan lewma heval dixwazin wan bikujin, ji ber vê yekê hemûyan digirin û wan dikujin, ji bo ku kesine din vî karî nekin.
Di vê romanê de şervanên gelê Kurd li çiyan de dimeşin gelek ji wan nexweş dikevin, lê dîsa berxwe didin ji ber ku çiya gelekî bilind û xwarin, lewma pir diwestin.
Ev roman behsa mêvanperwerî çanda Kurdan dike. Dema ku kesek biçe malekê helbet ew kes bê xwarin û vexwarin naçê mala xwe, ev jî di nava çanda Kurdan de heye pir qîmetê didin mêvanê xwe.
Di vê romanê de gelek şervanên Kurdan şehîd diketin û hevalên wan dixwstin ku heyfê ji dijmin hilînê, û Kurdistanê rêzgar bikin di bin destê wan lê hinekan digotin xeyal e.
îro em dibînin ku di nava civaka Kurdan de dema ku qala serxwebûna welat dikin, hinek dikenin û pê bawer nakin, ji ber ku di nava şervanên Kurdan de hinek ji wan îxanetê dikin, dibin sîxorên Tirkan ev jî nahêle ku bawerî bi wan bibe, wek gotinek heye:
Gayek navê naxirekê xerab dike.
Di vê romanê de Bê nav ji Evînê hezdike, lê cem hevalan hezkirin qedexeye, gava ku Evîn û Bênav ji hev vediqetin agir bi dilê Bê nav dikete û Evîna xwe diçe.
Wek parçeyek goşt ji canê min ji kezeba min qut bû.
Dîsa Bê nav bingeh ax welêt girit, dev ji evîna xwe berda û li şopa welêt ket axa pêroz.
Di vê romanê de xebat li nav gel meşandin, diktor anîn ji bo kesên nexweş wan derman bike.
Ev roman behsa revina hinek hevalan dike, ji bo ku bibin sîxorê Tirkan û û ji tirsa ku bimirin ji nav hevalan reviyan.
Xema wan ne serxwebûna, ji ber ku bi xwe tenê difikirin û li kesên derdorê nafikirin ev jî rasiyeke ku di nava me de jiyan dike.
Kurmê darê ne ji darê be zewala darê çinînine.
Ev pirtûk behsa çanda Kurdan dike çawa ku di nava çandê de dema ku kesek kesekî bikuje heyfa wî ê hilînê heta ku ê di nava de bimire jî ê hilînê.
Di vê romanê de heyf hilîn pêwîst e, ji ber ku çi qas şehîd roj bi roj dihatin kuştin û çiqas birîndar dibûn, ev kesên ku hin tiştek ji dinê neditîne û hin biçûkin.
Me şehîd pir dan e. Êdî pêwîst em heyfa şehîdên xwe ji dijmin hilînin eger ku em çalakiyên dijwar nekin şehîdên me rihet namirin.
Di romana Bê nav de êdî şeva serkeftinê hat, navê şevê bû heyf hilînin êdî kêliya serkeftinê hat kêkiliya dawî êdî pêwîste kes nemire, lê şervanê bi navê Cengo dixwast hemû heval biçin qada şer.
Lê heval Mezlûm nexwest ku hemû herin, ji ber ku şerî giran e gelek kes şehîd ketine em ê xwe din bira saxibin. Divê em ji xwede destpêbikin. Ev gotin diyar dikê:
Em hemû xwîn digirîn lê emê hêstirên çavên xwe ve veşêrin ji bo me îxanete ku hevalan bibin şer sucê herî mezin e ji bo me û ji bo şehîdan îxanete.
Di vê romanê de de behsa şer tê kirin şevê bê dawî şevê giran, ku di nava Kurdan de îro jî piranî di nana şer de jiyan dikin, û êdî pêre hatine wek bûye adetekê di nav Kurdan de.
Ev şerê ku bi rojan çêdibe sedema xwe koletiya û dagirkerî ye, û kuştina ev kesên, ji bo daxwaziya azadiyê û li pey xwendina bi zimanê xwe dikevin armanca wan, ku bi zimanê xwe biaxifin û binîvisin û di nava miletan de xwedî hêz bikin.
Kurdistanê ava bikin, û serbixwe bikin û heyfa şehîdên xwe ji dijmin hilînin û nehêlîn ku xwîna wan vala biçe.
Paneberên ku li dewletên xerîbiyan di bin koletiyên de, ne vegerînin welatê wan ev kesên ku li welatê xerîban ne bi razayî wan e, ji ber ku ev dagirkeran hêştin ku dûrî welatê xwe bikevin, û nasnemaya xwe winda bikin.
Di vê romanê de êdî şer dest pê dikir di dawiyê de hemû şehîd ketin, li pey serxwebûna welatê ketin û heyfa şehîdên xwe ji dijmin hilîn bû.
Li ber sînorê Tirkan şer kirin hinek ji wan kuştin, heyfa şehîdên xwe ji wan hilînin û ew jî li paş vê çûn û hinek ax welêt ji wan stand in axa pêroz axa Kurdistanê.
Di vê romanê de gelek şervanên Kurdan mirine, û tevî berpirsyarê wan jî Mir heval Mezlûm lê ev heval bûne ronahiya jiyanê, azadxwaz in welêt bûn.
Ev romana weke riyeke rast nîşanî mirovan dike, daxwaza vê ew e ku mirov tu caran xwe neke kole, û dibin dagirkeriyê de nemîne û bi zimanê xwe Kurdî biaxêfin li xwedî dewleta xwe derkevin, li xwedî çand û zimanê xwe derkevin.
Pêwîste ku alîkarî di nava her kesî hebe, û xwe parastin bingeha her tiştî ye û derdora xwe bi biparêzî.
Pêwîste dema ku mêvanek hat bê xwarin, û vexwarin naçê mala xwe, divê ku xwarin û vexwarin bixwe û vexwe û pişt re biçe. Pêwîste ku bi hev re bibin yek yeketiyê ava bikin, û serbixwe bikin. Riyeke baş nîşanî mirovan dike. Romana Bênav.
Encam:
Em dibînin ku di nava dewletan de tenê Kurdistan bûye qada şerê giran, ji ber ku Kurdistan di bin erd û ser erd va dewlemend e, lewma her kes dixwaze wê ji xwe re bibe û di nav de jiyan bike û Kurdan koçber dewletên derva bikin, û nehêlên ku Kurd xwe bidin pêş û pêşbikevin.
Dijmin her tim çavê xwe li Kurdan e, ji ber ku heta zimanê wê dewlemend e Kurd di destpêkê de di bin koletiyê de bûn.
Lê bi saya şervanên me tu carî welat ji dest naçe, ji ber ku berxwedanî heye û bawerî bi xwe hene, û her tim pêşketina kurdan dixwazin.
Çiqas astngî hebe dê di dawiyê ê serkeftin hebe, tu carî serkeftin nayê dîtin elah ku berxwedanî, hêz û astngî, hebin.
Çiqas gelê Kurd di nav şeran de ye, lê dîsa jî gelê herî bi hêz û xwedî berxwedaniye. Gelê Kurd him şerkerin, azadxwazin, dewlemendin, bihêstin, tekoşerin. Hemû taybetmendiyên Kurdan baş in.
Wek em dibînin ku gelê Kurd di zor û zehmetiyan re derbas bûne, her tim bi berxwedanî û çalakiyan de li ber xwe dan e, çi qas koçber bûne dîsa, jî dev ji sax welatê xwe bernedan e.
Axa welêt pir şêrîn e, wek şekir e welat hebûn bi xwe ye, jiyan bi xwe ye eşq û heqîqet e.
Çiqas dijmin bi hêz be û Kurd jî bê hêz be her tim di dawî de, dê Kurd bi sebikevin, ji ber ku di dawî de çiqas xerabî hebe dê qencî bi ser bikeve.[1]