#Fêrgîn Melîk AYKOÇ#
Hin demên dîrokî hene, divê mirov bi kûrahî li ser wan raweste, lewra têkçûn û serketin di giyana wan deman de veşartî ne. Dagirker jî serketinên xwe yên wan deman wek bingeh digirin û her dem hewldidin ku
egerên serketinên xwe yên wan deman di giyanê dewleta xwe de zindî bigirin. Ji van deman yek di xiyaneta Herpago û hilweşandina Medan de, yek di şerê Milazgirê û encamê wê de, yek jî di Peymana Qesrî Şîrîn (bi farsî Zuhab) de veşartiye.
Peymana Qesrî Şîrîn yekem peymana parçekirina Kurdistanê ye, ji wê rojê û vir ve dagirker ango Îran û Tirkiyeyê her bi awayê yekîti û parastina vê peymanê têkiliyên xwe bi pêş xistine. Ev îro jî di rojeva wan de ye. Ev herdu dagirker hewl didin ku ji bo parçeyên din jî giyana vê peymanê berfireh bikin, da ku hemû rêyên li pêş Kurd û kurdistaniyan bigirin.. Ev peyman çi bû.
Li gor daneyên berdest, piştî padîşahê Osmanî Muradê Çarem derdikeve sefera Bexdayê û li hember dewleta Sefewî bi ser dikeve, roja 17´ê Gulana 1639´an bi şahe Sefewiyan re li bajarokê Qesrî Şîrîn peymaneke parçekirina Kurdistanê îmza dikin. Li gor vê peymanê Bexda û Deşta Şahrezor dikeve destê Osmaniya, ev Sînorê Îran û Tirkiyê ta di wê demê de tê danîn. Ev peyman dibe bingehê parçebûn û têkçûna hemû hewldanên Kurdan. Îran û Osmanî- Tirkiye di her rewşê de hewl dan ku vê peymanê teqez li pê bigirin. Ev peymana bela serê Kurdan, sala 1746´an di bin navê peymanê li Kerdenê de tê nûkirin, lê sînor nayê guhertin ew şertên peymanê wisa tên pejirandin.
Em rengê vê peymanê, yan jî têkiliyên dagirkeriya li ser vê peymana Qesrî Şîrîn rûniştiye, di têkbirina serhiladan Agiriyê de jî dibînin. Wê demê Tirkiyeyê bi Îranê re li hev kir û eskerên xwe derbazê Rojhilatê Agiriya piçûk kir û tevgera di bin rêveberiya Ihsan Nûrî Paşa de têk bir. Divê bê gotin; bê lihevkirina vê peymanê, têkbirina tevgerê ne pêkan bû.
Dema Ingilîz û Fransiz ketin Rojhilata Navîn û ew peymana Sykes – Picot daxistin qada jiyanê jî dest nedan vê peymanê û wer xuya ye, di vî warî de soz jî dane van herdu dagirkeran ku ew biryarên wê peymana Qesrî Şîrîn biparêzin. Deverê mayî careke din parçe bikin. Dema di bin navê CENTO´yê de yektiyek jî hate damezrandin, dîsa li ser bingehê zindîgirtina vê peymanê bû.
Piştî DYE´yê li Iraqê xist, serkariya Sedam ya Sunî ruxand, ji Şîiyên Iraqê re rêya serkariyê û ji bo Kurdan jî rewşeke defakto derket holê. Bi vê rewşa nû re dagirkerên Îran û Tirkiyeyê jî ketin nava tevgerê, dest bi avakirina bingeheke alîgir yan jî hevkaran kirin. Îran berê jî di nava Şîiyên Ereb de xwedî bizavên bi xwe ve girêdayî bû. Di nava Kurdan de jî dest avêt rêveberiya Silêmaniyeyê. Tirkiye jî bi her awayî rêvebiriya Hewlêrê bi xwe ve girêda. Bi vê şêweyî ketin nava hewldane ku bi teybetî peymana Qesrî Şîrîn li gor rewşa nû pêkhatî, biguherînin. Wer xuya ye li gor rewşa heyî peyman bi dizî jî be, li ser xaka başûr ji nû ve parafe kirine. Eskerên Tirk di nava sînorên serkeriya Hewlêrê de û Îran jî di nava sînorên rêvebiriya Silêymaniyê de mîna ku ev parçeyên welatê me war û milkê bav û kalên wan be, tevdigerin.
Di dema referandûmê de, ne ji tevgera rêberiya vê referandum dikir, ditirsiyan, bes ji wê rêbaya ku vê hewldanê afirandibû, hin dengên li cihanê bi melûlî jî be, derdiket û hestekî dibe ku ev ji bin kontrola me derkeve li wan piçikî, Tirkiyeyê hêzên xwe li sînor rêz kirin, Îranê jî serkariya Iraqê û hêzên paramîlîter yên bi xwe ve girêdayî kire nava tevgerê û bi kotekê dest danîn ser destketiyen Kurdan. Hewlêr û Silêmanî ku bi wan ve girêdayî ne jî, kişyan nava sînorên xwe yên berê.
Tirkiyeyê her hewl da ku sînorên rêveberiya Hewlêrê wek wîlayeteke Tirkiyeyê bi kar bîne da ku bikane Rojava ya ne di bin kontrola xwe de ku bi rengekî serketî ber bi azadiyê û xweseriyê ve dimeşiya, bigire nava çemberê, têkilî û bandora wê û parçeyên din qut bike û bifetisîne. Li aliyê din jî bikane tevgera Bakur ji binî ve biperçiqîne. Ew endamên MÎT´ê yên hatine girtin. Dagirkirina Efrînê, komploya li dij Mam Zekî û di vî komployê de tiliya hêzên bi wan û Îranê ve girêdayî û hwd.
Hima piştî Civîna Tehranê, roja 08. 09. 2018 êrişa li dijî baregeha PDK-δyê komkujiya li ser herdu partiyan, xwerû jî endamên HDK’ê, di heman demê de ew êrişa wek komplo li Qamişlo bi zelalî destnîşan dikin ku ev komployên bi destê Tirkiye û Îrane li ser peymaneke bingehîn dimeşe. Bi gotineke kurt ji peymana Qesrî Şîrîn û vir ve dagirkerên Kurdistanê Îran û Tirkiye di mijara Kurdistanê de hem bi hev re wek hêzekê tevdigerin, hem jî têkiliyên xwe yên navneteweyî û bi cîranên xwe re li ser vê têgihîştinê dane rûniştin. Lema jî têkiliyên bi van herdu dagirkeran re dikane bibe xiyanetê. Divê em bikanin vê giyana peymana Qesrî Şîrîn parçe bikin. Rizgarî di parçekirina wê de veşartî ye.[1]