$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Çekdar Canfeda Med
Nav û paşnav: Enver Çelîk
Cihê jidayikbûnê: Edene
Navê dê û bav: Fatim - Mahîr
Dîrok û cihê şehadetê: 12’ê Tebaxa 2022’an / Metîna
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêyê me Çekdar li navçeya Seyhanê ya Edeneyê di malbat û hawirdorek welatparêz de ji dayik bû û mezin bû. Jiyana hevrêyê me Çekdar ku ji ber welatparêziya malbat û derdora xwe fersenda naskirina PKK’ê bi dest xist, ji zarokatiya xwe ve kesayeta wî bi pîvana welatparêziyê ve ava bûye. Hevrêyê me Çekdar ji ber ji ber rewşa nebaş a aborî ya malbata xwe, hem kar kiriye hem jî xwendiye û di warê aborî û manewî de alîkarî daye malbata xwe. Di temenê biçûk de erkên xwe yên jiyanê bi cih anîbû û bêyî ku ji tu zehmetiyan dûr bikeve, têkoşiya. Hevrêyê me Çekdar ku şahidiya êrîşên dijîmirovahî yên dewleta Tirk a qirker a dagirker a li ser gelê Kurd kir, weke ciwanekî Kurd ê welatparêz li hemberî van êrîşan kete nava lêgerîna têkoşînê. Hevrê Çekdar ku di van deman de di nava xebatên ciwanan de cih girt, li dijî texrîbata ku dijmin dixwest di civakê de di şexsê jin û ciwanan de biafirîne jî têkoşînek aktîf pêş xist. Hevrê Çekdar ku di van deman de pratîkeke serkeftî pêş xist, di heman demê de pêşengiya gelek hevrêyên xwe kir. Hevrêyê me Çekdar dît ku dewleta Tirk a faşîst roj bi roj êrîşên xwe yên hovane li dijî gelê Kurd dimeşîne û her roj şahidê vê yekê bû. Hevrêyê me Çekdar ferq kir ku, ji bo bersivdayînê têkoşîneke mezin pêwîst e. Hevrêyê me Çekdar dît ku têkoşîna herî mezin û derbeya herî mezin li hemberî vê zîhniyeta ku ji bo her kurdekî bênavber mirin rewa dibîne derketina çiyayên azad a Kurdistanê ye. Her wiha ji bo çekê apê xwe yê di nava refên gerîla de şehîd bûye li erde nehêle û tola xwe hilîne, biryar da ku beşdarî nava refên gerîla bibe.
Hevrêyê me Çekdar ê di sala 2019’an de tevlî nava refên gerîla bû, bi çanda welatparêziyê ya ku ji malbatê wergirtiye, bi asta hişmendiya ku di xebatan de bi dest xistiye û bi kesayeta xwe ya têkoşer bê zehmetî xwe bi jiyana gerîlatiyê re adapte kiriye. Hevrêyê me Çekdar ji roja destpêkê ve bi kesayeta xwe ya kedkar ve bûye hevrêyekî ku ji aliyê hevrêyên xwe ve tê hezkirin û rêzgirtin. Hevrêyê me Çekdar ê ku perwerdeya şervanên nû bi awayek baş nirxand, kîn û hêrsa xwe ya li hemberî dijmin derxist zanabûnê, bi vê hişmendiyê ket pratîkê. Wekî ku di jiyana xwe ya beriya tevlîbûna gerîla de, di nava gerîla de jî berpirsyarî girtibû ser milê xwe parast û pêş xist. Hevrê Çekdar ku bi vê helwesta xwe ji aliyê hevrêyên xwe ve bi rêzdarî tê girtin, bi vê feraseta berpirsyariyê nêzî her erka xwe bûye û her tim ji bo rêgeza serkeftina mutleq xebitiye. Hevrêyê me Çekdar ê ku bi hêza ji perwerdehiya bîrdozî wergirtiye zanebûna xwe pêş xist, hewl daye Felsefeya Rêbertiyê fêm bike û têxe nav jiyanê. Hevrêyê me Çekdar ku ji aliyê bîrdozî ve tenê bi xwe pêş xistinê re sînordar namîne, di aliyê leşkerî de jî xwe bi pêş xistiye û ji bo bibe gerîlayekî profesyonel hunerên girîng bi dest xistiye. Hevrêyê me Çekdar ê ku di demeke kin de di warê teknîk û taktîkê de pêş ket, bêy dudilî tiştên ku hîn bûye bi hevrêyên xwe re parve kiriye û bi vê yekê pir kêfxweş bûye. Hevrêyê me Çekdar bûye xwedî tevlîbûneke ku ji hînbûn û hînkirinê pir bi kelecan be.
Hevrêyê me Çekdar di qada Metîna de yek ji hevrêyên me yên pêşeng bû ku bi şêwaz û taktîka gerîlatiyê ya serdema nû, teknîka dijmin têk bir. Di operasyonên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker de, di gelek çalakiyên ku derb li dijmin hatin xistin de rola pêşeng lîst. Hevrêyê me Çekdar ku bi enerjiya xwe ya jiyanê her tim balê hevrêyên xwe dikişand, di çalakiyên ku tevlî bû de jî karîbû vê enerjiyê bixe pratîkê. Hevrêyê me Çekdar di nava jiyan û şer de bê guman helwesteke fedaî nîşan da. Em wek hevrê, soza xwe dubare dikin ku em ê vê mîrateya hevrê Çekdar hê mezintir bikin û bi ser bixînin.[1]