$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Nûda Kedkar
Nav paşnav: Leyla Guzel
Cihê jidayikbûnê: Erzîrom
Dayik-Bav: Îpek-Mehmet Salîm
Dem û cihê şehadetê: 29'ê Tebaxa 2022 / Zap
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêya me Nûda li navçeya Xinûsê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû, ku ev navçe yek ji navçeyên Erzîromê ye ku berxwedêrî û nirxên xwe yên Kurdîtiyê parastiye. Malbata hevrêya me Nûda, taybetmendiyên xwe yên Kurdîtiyê û Elewîtiyê li gel êrîşên qirkirinê yên dijmin karîbû biparêze û ev kevneşopî da zarokên xwe. Ji ber vê yekê hevrêya me Nûda jî bi taybetmendiyên neteweyî û çandî mezin bû. Piştî ku partiya me di salên 1990'î de mîna li tevahiya Kurdistanê li herêma Serhedê jî bi bandor bû, hevrêya me Nûda jî Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê nas kir. Tevgera me ku bi keda Rêber Apo û şehîdên me yên leheng her roj bi pêş ve çû û li dijî polîtîkayên qirkirinê yên dijmin şer mezin kir, bandoreke mezin li hevrêya me Nûda kir. Ji ber ku malbata wê koçî metropolên Tirkiyeyê kir, demeke dirêj li metropolan ma û rastiya dijmin ji nêz ve nas kir. Hevrêya me Nûda bi şênberî fêhm kir ku dijmin bi polîtîkayên cuda gelê me bi zorê koçber dike, hewl dide bi vî rengî qir bike û mîna her jin û ciwanên bi rûmet ên Kurd ji bo parastina taybetmendiyên xwe yên çandî û neteweyî cihê xwe di nava têkoşînê de girt. Hevrêya me Nûda ji aliyekî ve ji bo parastina nasnameya xwe têkoşiya, li aliyê din jî tevlî nava kedê bû, cihê xwe di nava têkoşîna kedê de girt. Weke jineke kedkar pê hesiya ku keda wê hîn bêhtir tê xwarin û bû parêzvaneke xurt a têkoşîna kedê. Lê belê piştî ku fêhm kir têkoşîna wê ya li nava sîstemê zêde nikare encamê bi dest bixe û faşîzm jî hîn bêhtir bi sazî bû, hevrêya me Nûda berê xwe da qadên cuda yên têkoşînê. Hevrêya me Nûda dît ku di nava sîstemê de derfetên têkoşînê yên li dijî polîtîkayên qirkirinê yên dijmin nemaye û fêhm kir ku têkoşîna nasname û kedê herî baş dikare li çiyayên azad ên Kurdistanê bê dayin, bi vî rengî biryar da tevlî nava refên gerîla bibe.
Sala 2016'an ku yek ji wan salên têkoşîna herî giran a li dijî dewleta Tirk a mêtinger bû, tevlî nava refên gerîla bû, bi armanca xwe ya tevlîbûnê û sala xwe ya tevlîbûnê sekna xwe ya li nava têkoşînê bi şênberî raxist pêş çavan. Hevrêya me Nûda ji Geverê beşdarî nava refên gerîla bû, kêliyên ku di ser xeta Cîlo û Çarçela derbasî Zapê bû weke kêliyên herî bi wate yên jiyana xwe pênase kir. Ji ber ku heybeta çiyayên Kurdistanê ku piştî demeke dirêj xwe careke din gihandê, bandoreke mezin li ser hevrêya me Nûda kir. Meşa Cîlo, Çarçela ku rûpeleke nû ya di jiyana wê de bû, her tim di hişê xwe de zindî kir û her carê bi kelecana bêhema ya wan kêliyan hewl da rê û rêveçûna jiyana xwe diyar bike. Hevrêya me Nûda piştî perwerdeya şervanên nû derbasî qada Zapê bû û bi perwerdeyê di kesayetiya xwe de guhertinên girîng kir. Bi taybetî li ber ronahiya perspektîfên Rêberê me yên li ser azadiya jinê xwe kûr kir. Weke gerîlayeke jin, jiyana bi xwezayê re û têkoşîna ji bo armancekê pê re cîhaneke kûr a bi wate afirand. Ji ber vê yekê diyar dikir ku jiyana li çiyê û hevrêtiya PKK'ê hêzeke mezin a manewî daye wê. Bi vê hêza manewî hîn bi çalak beşdarî nava karên şoreşê bû. Hema bêje li her qada Zapê kar kir. Ji qadên herî bilind û asî yên Kurojahro heta bi newalên kûr ên çavkaniya jiyanê ya Zapê, li gelek deveran bi hevrêyan re têkoşiya. Hevrêya me baş zanîbû ku her bihosta xaka Kurdistanê bi keda bêhempa ya şehîdan e, hîn bêhtir bi hevrêyan, jiyana Partiyê û çiyê ve hate girêdan ku emanetê şehîdên me ne. Hevrêya me di her çalakiyê de, di her derbê de ku gerîlayên azadiyê bi berxwedaneke mezin li dagirkeran xist, xwe hîn bêhtir xurt dît. Hevrêya me bi enerjî û hêza ji hevrêyan wergirtî hîn bêhtir tevlî kar bû û hewl da ya herî baş bike. Bi têgihiştina ku nirxên bi kedê hatine afirandin gelekî bi wate ne, di her karî de ji bo hevrêyên xwe kedeke mezin da.
Ji 14'ê Nîsanê dema destpêkirina êrîşên dijmin û pê ve cihê xwe di nava gelek qonaxên Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de girt, bi kedkariya xwe li nava hevrêyên xwe bû cihê hurmetê. Hevrêya me Nûda tevlî çalakiyên li dijî dijmin bû û ruhê berxwedanê yê Zapê temsîl kir. Bi kesayetiya xwe ya sade û durust bû milîtaneke mînak a YJA Starê. Têkoşîna ku wê ji me re hiştiye, di şexsê wê de ji bo hêjayî şehîdan hemûyan bibin em ê teqez bi ser bixînin û soza vê yekê didin.[1]