$Nivîskar û çîroknivîsê Kurd Ehmed Zerdeşt$
Ehmed Zerdeşt di sala 01.01.1987'an de li bajarê #Kobanî# ya ser bi Rojavayê Kurdistanê ji dayîk bûye, ew kesê sêyem e ku di nava malbateke dilnizm mezin xwedî bûye.
Qonaxên xwe yên xwendin li bajarê Helebê qedandiye û li wir fêrî xwendin û nivîsînê bû, heta ku xwendina xwe ya zanistî bi dawî kir. Binyad û avakirina wî ya kesî li wî bajarî bû û li wir xwendina xwe ya zanîngehê bi dawî kir ku di encamê de di sala 2010'an de bawernameya kar û barên civakî bi dest xist.
Karûbarên ku wî kirine:
Ehmed Zerdeşt yek ji endamên yekîtiya rewşenbîran li herêma Kobaniyê re û ji salên 2019'an bêhtir karû barên çandî, wêjeyî û nivîsînê ve mijûl e.
Warên wî yên wêjeyî:
Ji ber şert û mercên şer û şoreşa Rojavayê Kurdistanê û şerê 2014'an ya ku li kobanî qewimîn ku birîndarên ku berxwedana Kobanî bandor lê kir ku berhemeke bi navê ''Gotinên Hêviyê biafrîne. Ew berhem vedigere serpêhatiyên şervanên ku di nava şer de birîndar bûne û rasteqîniya şer bi çavên xwe dîtine.
Ehmed Zerdeşt di rêbaza xwe ya nivîsînê bi de şêwazekî gelek sivik û herikbar dinivîsîne ku her xwendekarek dikare bi xweşikahî hê fêm bike. Mirov dikare bêje rêbaza wî ya nivîsînê nêzî zimanê gel e, ruxmî gelek hunerên cuwankariyê tê de bikar tîne, tê de kronolojiyeke bûyeran ji destpêkê ta dawiyê heye.
Di çîrokên rasteqîne ya ku bi şervanan re rûdaye, heta ji wî hatiye wî xwestiye wek xwe bimîne da ku mîna belgeyekê ji şoreşa Rojavayê Kurdistanê re bimîne. Her wiha di nava tekst û nivîsnên wî de şervanên ji hemû derverên kurdan û heta bi ya ereban jî hene. [1]