$Helbestvan û nivîskar Lorî Tildarî$
Helbestvan û nivîskar Loriyê Tildarî di sala 1958 an de, li gundê Tildarê li herêma Dêrka Hemko ji dayîk bûye.
Di sala 1964an de, li gundê Kaniya Dêwa (Endîwerê) dest bi xwendina xwe ya seretayî kiriye. Piştî qedandina qonaxa seretayî li Dêrikê di dibistana Yusif Ezme de, dest bi xwendina amadeyî kiriye û di heman dibistanê de bawernaneya ango dîplema bekeloriyayê qedandiye û piştî wê li Zanîngiha Şamê beşê mafnasiyê ango yê dadweriyê sê salan xwendiye û piştre leşkeriya neçar ya rêjîmê kiriye. Piştî wê zêdeyî 20 salan li gundan bi erkê mamostetiyê rabûye.
Di sala 1975an de, dest bi nivîsandina helbestê kiriye bi awayekî seretayî. Lê di sala 1979an de, dest bi nivîsandina helbesta resen kiriye û di vê mijarê de kar kiriye.
Loriyê Tildarî li ser gelek çihok û çûbaran xebat kiriye. Yek ji wan nivîsandina helbesta resen a kilasîkî û ya nûjen bi zimanê kurdî û her weha yê erebî. Lê belê li gel vî karî bi dest berhevkirina folklor kiriye û heta vê gavê jî di van mijaran de kar dike:
Komên folklorî û taybet komên newrozan gelek sûde ji berhemên mamoste Lorî wergirtine û her wiha piştgiriya tevahiya stranbêj û dengbêjên Rojava kiriye, hem bi helbestan û hem bi awazan. Mînak Cemal Se'idûn, Elî Gavana, Ronî Cizrawî, Bilind Birahîm, Emîn Nadir, Kanîwar, Şadî Tildarî, Ziya Bek, Mustefa Mihmed Xelîl, Azad Feqe, Wehîd Mirad û hwd...
Li gel berhevkirina folklor gelek çandeserî li ser folklor kiriye, ango nivîsandina stranê li gel şîrovekirina wê bi awayekî wêjeyî veçirandiye û şîrove kiriye heta vê gavê di derdora 800 stranî berhev kiriye. Ango 3 pirtûk in.
$Berhemê Lorî Tildarî ev in:$
Dîwaneke helbestê bi navê: Halan, çap kiriye.
Her wiha 2 dîwan ên helbestên kilasîk yek bi navê Seqlan û yek jî bi navê Tildar û dîwaneke helbesta nûjen a bi navê Sefan li ber çapê ne.
Mamoste Lorî gelek kar û xebat di derbarê wêjeya kurdî de kiriye.[1]