Navê pirtûkê: Mirina Bêsî
Navê nivîskar: #Dilawer Zeraq#
Cihê çapkirina pirtûkê: Amed
Navê çapxaneyê: Lîs
Mirina Bêsî, duyem berhema romannûs, çêroknûs û helbestkar Dilawer Zeraq a Sêyîneya “Şevên Winda” ye.
Zeraq, weke di yekem pirtûka sêyîneyê “Wêneyên Meçhûl” de bala xwenderan kêşaye ser salên 90 î yên dijwar ku bûyer û rûdanên xedar ên ku birînên kûr di cesteyê civaka kurd de vekiribûn. Dilawer Zeraq di vê romana xwe de bi pergaleke bi rêk û pêk û bi danandina li ser zemînekî geometrîk, di şexsê lehengê romanê Hogir de, xwe digihîne kuj û qorziyên tarî yên ew salên dirinde ku hê jî nehatbê ronîkirin.
Zeraq, di honaka romana Mirina Bêsî de, tevî zimanekî bi teql û ahengdar, rêbazên hunerên dîtbarî û şêwekariyê jî bi kar tîne û deliveyên nû yên xwendina romanê pêşan dide.[1]