$Zayenda Civakî û Îmaja Jina Baş-Nebaş di Gotinên Pêşiyan de$
Nivîsandin û Amadekirin: Tekin Çiftçi
Şarkiyat : 2021
Gotinên pêşiyan, wekî gotinên watedar, qalibgirtî, kurt û bi huner in ku ji cerebe, pêşdaraz û baweriyên batil ên civakan diyar dikin têne penasekirin. Di çanda Kurdan de bi hezaran gotinên pêşiyan hene. Ev gotinên pêşiyan rewşa aborî, çandî, civakî, derûnî, hişmendiya zayenda civakî, weynên zayenda civakî û jiyana rojane ya civakê ji her aliyî ve sererast dikin. Kar û pîşe li gorî weynên zayenda civakî di nav mêr û jinan de hatine dabeşkirin. Wekî her qada jiyanê, di gotinên pêşiyan yên Kurdan de jî weynên zayenda civakî derdikevin pêşiya me. Îmaja jina baş û nebaş li gorî pederşahiyê hatiye şîrovekirin. Ev xebat, di çarçoveya zayenda civakî de li ser îmaja jina “baş” û “nebaş” di gotinên pêşiyan yên Kurdan de hûr dibe. Bi vê mebestê, bi hezaran gotinên pêşiyan yên Kurdan ku di çavkaniyên cuda (nivîskî-devkî) de cih girtine hatine raçavkirin, gotinên pêşiyan ku di çarçoveya zayenda civakî û weynên zayenda civakî de hatine gotin hatine diyarkirin.
Di encamê de hate dîtin Di gelemperiya gotinên pêşiyan yên Kurdan de zimanekî nêr serdest e. Jina ku li gorî daxwazên mêran û civakê tevdigere û bi weynên xwe yên zayenda civakî radibe li gorî civakê “jina baş” e; jina ku li gorî hest, bîr û baweriyên xwe serbixwe tevdigere û li dijî weynên zayenda civakî tevdigere li gorî civakê “jina nebaş” e.[1]
=KTML_Link_External_Begin=https://www.kurdipedia.org/docviewer.aspx?id=456820&document=0001.PDF=KTML_Link_External_Between=Ji bo xwendinê bikirtînin Zayenda Civakî û Îmaja Jina Baş-Nebaş di Gotinên Pêşiyan de=KTML_Link_External_End=