Wergera ji Tirkî bo Kurdî û Bikaranîna hin Peyv û Qalibên Girîng ên Kurdî di Wergerê de.
#Zafer Açar#
Kovara Kurdiyat- Sal: 2020, Hejmar: I. R. 18- 103.
Werger yek ji girîngtirîn çalakiyên însanan e ku bi xêra wergerê ji zimanekî bo zimanê din agahî tên guheztin bi mebestên cuda. Ji bo ku mantiqê zimanan carna wekî hev an jî nêzî hev û carna jî dûrî hev in bi rêya wergerê digel agahiyên pêdivî çand û şaristaniya civakan bi rêya zimanê wan tên hînbûn. Wergera ji Tirkî bo Kurdî, xusûsen jî sedsala dawî, her di jiyana kurdan de bûye ku îro wekî babeteke sereke ya qise û gengeşiyan e. Ji bo ku wergereke baş bê kirin, bi taybetî jî di hevokên kompleks û yên dirêj de; navdêrandinên Tirkî, daçek û gihanekên wê divê baş bê zanîn û berdêlên wan ên Kurdî divê rast bên bikaranîn. [1]
=KTML_Link_External_Begin=https://www.kurdipedia.org/docviewer.aspx?id=456860&document=0001.PDF=KTML_Link_External_Between=Ji bo xwendinê bikirtînin Wergera ji Tirkî bo Kurdî û Bikaranîna hin Peyv û Qalibên Girîng ên Kurdî di Wergerê de=KTML_Link_External_End=