Rêzimana kurdî ya R. F. Jardine:
Bahdinan KurmanjiBahdinan Kurmanji
KANÎZARKANÎZAR – kovara zimanê kurdî, hejmar 7, 08.09.2016, R. 82- 84
Kitêba Bahdinan Kurmanji (Kurmanciya Behdînan) an jî bi navê xwe yê temam Bahdinan Kurmanji – a Grammar Of The Kurmanji Of The Kurds Of Mosul Division And Surrounding Districts Of Kurdistan (Kurmanciya Behdînan – Rêzimaneke kurmanciya kurdên wilayeta Mûsilê û deverên derdor yên Kurdistanê) kurterêziman û ferhengokek e ku ji aliyê kaptenekî artêşa Brîtanyayê yê bi R. F. Jardine ve hatiye nivîsîn.
Kitêb sala
1922 li Bexdayê ji çapxaneya hikûmeta Brîtanyayê – ku hingê li Iraqa niha serwer bû – hatiye weşandin. Wek ku ji navê kitêbê diyar e, mijara wê
kurmancî, hê deqîqtir kurmanciya herêma Behdînan e. Nivîserê wê bi xwe li Dihokê bi cih bûbû û kurdiya kitêbê ya wê derê ye anku kurmanciya rojhilatî yan (behdînî) ye.
[1]
Ji bo xwendinê bikirtînin Rêzimana kurdî ya R. F. Jardine: Bahdinan Kurmanji Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 1,431 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!