Di Darbesta vala de hewldana tijîkirina çend gotinan
Ev berhema bi navê ''#Darbesta Vala#'' ya kurteçîrokan a #Selam Husên#, ji gelek çîrokên bi êş û rasteqîne pêk tê. Her çîrokek qala serpêhatiyekê, êşekê û xemekê dike. Di nava van çîrokan mirov rastî dîroka kurdan a ji bêçaretî, derbiderî, êş û şeran nuximiye rast tê. Her çendî nivîskarê vê pirtûkê bbêhtirî xwe bi zimanê erebî jî dinivîsne jî, li ev berhema çîrokan û ya beriya vê ya bi navê ''Sêdarên Bajarê Sêwî'', çîrokine wiha ne ku derbê li binhişê xwîneran dixe ku bi êşeke tûj û kurdewar hatiye ristin.
Hingê li gorî hinek xalan em ê jî wekî xwînerê vê pirtûkê qala bîr û fikrên xwe bikin.
$Ji aliyê ziman û edîtoriyê ve:$
Em ê berê ji aliyê berg û dîzaynê ve dest pê bikin, pirtûkek ji aliyê Enterê Şewo ve bi bergeke xweşik û li hevhatî ku sûretê darbestê li ser xûyayî ye hatiye resimkirin, lê rengê sporî tîj di dîmena pirtûkê de, çavên xwînerên xwe diêşîne û diwestîne. Teks, nivîs û dîzayana di nava pirtûkê de çavên xwînerên xwe tijî dikin, lê mixabin ev pirtûk bi nivîseke pir hûr û dagirtî hatiye nivîsan ku hinekî mirov jê aciz dibe, ne hinekî pir. Ji aliyekî din ve gelek şaşiyên zimanî û rastnivîsînê de xwe didin der. Bi nimûne: Gundeke Tetera, Lê esas ev karên weşanxane, edîtor û saziyanên weşanê ne, ku divê ev tişt heta ji wan tê bi xweşikahî werin birêkûpêkirin, lê werg xûyaye ku ev bi yek carî di ber çav re nehatiye derbaskirin. Em ne tenê qala vê pirtûkê dikin, li Rojavayê Kurdistanê di heyama ewqas sal de hîna jî bi dehan pirtûkên wiha derdikevin.
$Ji aliyê Zeman û Mekanê ve:$
Ji nava hemû çîrokan de xûya dike ku zeman û mekanê wê li Rojavayê Kurdistanê ye, çiku hemû bûyer li dora mekanekî wiha de dizîvire, ew mekan ji hişmendiya nivîskar hatiye zayîn. Lê mixabin ew mekan, gelek caran ne mekanekî eşkere xûya yî, tu nizanî ka bê ev çîrok rast li rojava qewimîne ne ya na. Bo nimûne motîvine tê de derbas dibin, ew motîv belkî xelkên Rojavayê tenê karibin zanibin, bo nimûne di xalekê de biyara 119 derbas dibe ku ji ber vê biryarê xelkên Rojavayê bêzar bûne. Gava tenê wiha derbas bibe, xwîner ji xwe pirsan dike, gelo ew biryar çi ye? Hingê diviyabû ku nivîskar ew xal bi rêbaza xwe bida şîrovekirib, ne bi wateya ku nivîskar her tiştî eşkere bike, lê madem rûdanên realîst tê de hene, divê ku haya nivîsar ji vala xalan hebûna. Hingê ew mekan ji hişmendiya hemû xwîneran re nehatine veqetandin.
$Ji aliyê şayes û vegotinê ve:$
Di vegotina van çîrokan de bi awayekî pir sade û realîst hatine hûnandin, yanî her kes dikare yekser ji van çîrokav fêm bike û nas bike, lê di gelek xalan çîrok bi awayekî rasterastî hatine nuximandin, em ji bilî çend cihan şayeseke ku wesfê vegotinê bide nabînin. Gelek caran çîrok bi awayekî nûçeyî hatine vegotin, nivîskar tiştên nava fikr û dilê xwe ji me re dibêje, lê em nabînin ka bê çawa dibêje.
Em di nava çîrok li ser berxwedana şerê Efrînê, rastî dateyan tên, hejmranên koçberan, kengî koçber bûne û di kîjan salên. Ev hemû jî mirov dikare bêje mîna belgeyekê dikare were xûyakirin. Ev şikil mîna çîrokên belgekirina berxwedana Rohava û Efrînê hate xûyakirin.
Tişta herî balkêş jî ku divê mirov ronahiyê de ser ku di nava hemû çîrokan de, nivîskar her demê bi hêvî, di nava her çîrokekê de hêvî xwe di paşûla vegotinan de vedişêre, vê yekê bandorê li xwînerên xwe jî dike ku her demê bi hêvî bimîne. Lewma em binemayeke hêviyekê rûyê çîrokan de dibînin, ya sereke jî her demê çîroka vegera Efrînê bi şewq û ronîdar e.
Ev çîrokên bi navê ''Darbesta Vala'' hêjayî gotinê ye ku di mîhrecana Osman Sebîr ya çîrokê de xelata yekemîn wergirtiye.[1]