Hesenê Dewrêş
Li ser derengmayîna kurdan gelek tişt hatin gotin. Yek ji kulên dereng- mayîna kurdan jî nivîs e. Her çiqas hin kurdan beriya niha bi çend sedsalan hin berhemên nivîskî ên bi “kurdî” hiştibin jî nivîs di nav kurdan de
heta demeke nêzîk nebûye alavekî xweîfadekirin, hûner û fermiyetê, li nav ci- vaka kurdan û xwedî qelemên wan belav nebûye. Mîna pirahiya zimanên cîhanê “gotin” di her warî de têra kurdî kiriye. Zimanê nivîsê jî her çiqas ji alavên hazir ên zimanê jiyana rojane çêbûbe û xwe pê dermale kiribe jî, mîna “zimanekî rojane” tê guhertin, di gelek merhaleyan re derbas dibe û her dewrê xwe ji nû ve ava dike. Zimanê nivîsê jî çiqas bikar tê riyên cihê li ber xwe vedike û kes-civakên ku wî bikartînin jî diguherîne. Her çiqas “pey- v”ên zimanê rojane û zimanê nivîsê heman peyv bin jî du zimanên di gelek waran de biyaniyê hevin jî. Gelek caran kesekî ku bi zimanekî dizane, dema li nivîsa wî zimanî rast tê mîna ku li zimanekî biyanî rast hatibe li hember wî zimanê nivîsê tevdigere. Zimanê nivîsê di nav nexşeya peyvan de nexşeyeke xweser ji xwe re ava dike û têkiliyên nav sînorê xwe bi zagon û hewceyiyên xwe bi kod dike. Kesên ku mifteya wan kodan di dest de tunebe an wê li ber derî bimîne an jî wê bêwatetî û xapandin dest jê negerin. Mîna ku Saussure nîşan dike; nivîs him bi fêde ye, him têrnak e, him jî bi talûke ye….[1]