Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  584,267
Wêne
  123,664
Pirtûk PDF
  22,058
Faylên peywendîdar
  125,272
Video
  2,185
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
316,033
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,430
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,670
عربي - Arabic 
43,726
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,505
فارسی - Farsi 
15,617
English - English 
8,507
Türkçe - Turkish 
3,819
Deutsch - German 
2,026
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,578
Cih 
1,172
Partî û rêxistin 
32
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,817
Kurtelêkolîn 
6,788
Şehîdan 
4,525
Enfalkirî 
4,800
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,285
PDF 
34,630
MP4 
3,826
IMG 
233,005
∑   Hemû bi hev re 
272,746
Lêgerîna naverokê
Batizmî Cejna Pîrê Alî
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Kurdîpêdiya wergirtina agahdariyê hêsantir dike, Ji ber vê yekê mîlyonek agahdarî li ser telefonên we yên destan tomar kir!
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Batizmî Cejna Pîrê Alî
Batizmî Cejna Pîrê Alî
Batizmî: Cejna Pîrê Alî
Di Dec 28, 2022
Cejna Batizmê yek ji van cejnan e ku ji bo bidawîkirina salê û her wiha ji bo xêrhatina sala nû tê kirin. Di vê cejnê de wateya xizmeta ji civakê re, alîkarî, civakbûn û dilnizmiyê bi rengên yek ji yekê bedewtir hatiye pênasekirin.
Di nava civaka Êzidiyan de her cejnek bi wate û girîngiya xwe heye. Di heman demê de her cejnek têkiliyeke xwe ya bi hêz a bi bedewiya xwezayê re heye. Yek ji wan cejnan jî Cejna Batizmê ye. Cejna Batizmê yek ji van cejnan e ku ji bo bidawîkirina salê û her wiha ji bo xêrhatina sala nû tê kirin. Di vê cejnê de bi şêweyên cihê qala girîngiya roj, meh û salê tê kirin. Her wiha di vê cejnê de wateya xizmeta ji civakê re, alîkarî, civakbûn û dilnizmiyê bi rengên yek ji yekê bedewtir hatiye pênasekirin.
Batizmî yek ji cejnên Êzidiyan ê herî kevin û watedar e, kevneşopiya vê cejnê vedigere hezarê salan û hîna jî di nava civakê de bi şiklekî berçav tê pîrozkirin.
Ev cejn di nava eşîra Çêlka de tê pîroz kirin û çêlka li seranserê welat belav e. Ji Bakurê Kurdistanê heta bi Şengalê eşîra Çêlka heye û yek ji eşîrên Êzdiyan ê herî mezine.
Cejna Batizmiyê jî di nava eşîra Çêlka de weke sersalê tê dîtin. Ev cejn heft rojan dewam dike, her rojek ji van navek xwe heye û karekî taybet tê de tê kirin.
Yekşem (Cilşo) yanî di nava her malbatekê de dest bi xwe paqijkirinê dikin, xwe dişon û hemû cilê malbatê di vê rojê de têne şûştin.
Duşem û Sêşem: (Nanê miriyan) Di vê rojê de her malbat ji bo mirî û şehîdên xwe xêrê dide û li derdora xwe xêrê belav dike.
Her wisa di van herdu rojan de malbat radibe bi rojî û rojiyan digirin.
Çarşem: Pezguran e. Di vê rojê de her malbat pezê xwe digure.
Pêncşem: Roja gera di nava hev de ye û cejna hev pîroz dikin. Di vê rojê de her kesê ji eşîrên din jî serdana wan malbatên ji eşîra Çêlka dikin û cejna wan pîroz dikin.
În: Bêhnvedan e. Di vê rojê de her kes istreheta xwe dike û kesek di vê rojê de serdana wan malbatên Batizmiyê nake.
Şemî: Roja kar e. Her kes kar dike û berheviya sersala xwe dike. Di êvara vê rojê de kesên wan malbatan na nivin û Şevberatê digirin. Heya sibehî şiyar dimînin û ev şevberat bi ken û henek û govenda keç û xortan dewam dike. Heta sibeha Yekşemê.
Yekşem: Sersala û di vê rojê de xwarin tenê ser û pê têne çêkirin. Ev xwarin di serê sibehê de tê de xwarin.
Piştî xwarin hate belavkirin di nava xwe de dikin cejn û sersala hevdu pîrozî dikin. Batizmiya salê bi vî rengî bi dawî dibe.
$SEWIK WATEYA CEJNÊ DI NAVA XWE DE DIHEWÎNE$
Di nava 5 pênç rojan de tenê Sewik têne çêkirin û ev sewik jî watiya cejnê dide. Ev sewik bi ronê pez têne çêkirin.
Xewreyê Sewikan ji gel malbatên Pîran tê û li Bakurê Kurdistanê darek taybet heye ya gûzan. Wan gûzan ji pîran re dişînin, pîr jî bi 7 taman amade dikin û ji Çêlka re dişînin. Û Çêlka jî xewreyî Sewikên xwe çêdikin û di nava van 7 rojan de divê her tim li malê sewikên germ amade dikin. Dema mêvan tên sewik û xwarinê pêşkêşî wan dikin.
$JI BO PÊKHATINA DAXWAZAN$
Yek jî girîngiya vê cejnê ev e ku, di vê cejnê de dezk jî belav dikin. Ew dezik di roja dawî ya cejna xwe de li ser hêlma ser û piyan de digerînin. Li serê mala xwe li pêşiya boxçik dideynin, kesên tên mêvaniyê li wir ziyaret dikin. Ji ber ew der cihekî pîroz e, toberk û pîroziyên civakê lê tên girtin. Her kesê çû wir ger ku bixwazin, malbat ji wan re wê dezika sor û sipî girê dide. Kes ji bo xwe hêvî û daxwaz dike, malbat jî ji bo hêviyên wan kesan pêk were dua dike. -ANF
[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 1,344 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | ronahi.net
Faylên peywendîdar: 1
Gotarên Girêdayî: 3
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Bajêr: Şingal
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Ol û Ateyzim
Welat- Herêm: Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( کاکۆ پیران ) li: 09-01-2023 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Burhan Sönmez ) ve li ser 09-01-2023 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Burhan Sönmez ) ve li ser 09-01-2023 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 1,344 car hatiye dîtin
QR Code
Pelên pêvekirî - Versiyon
Cûre Versiyon Navê afirîner
Dosya wêneyê 1.0.1192 KB 09-01-2023 کاکۆ پیرانک.پ.
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.219 çirke!