Derî Li Mîtaniyan Vebû
Di Tebax 10, 2022
Rêbaza avakirina qesir, depoyê û herêma pîşesaziyê hema hema yek e. Li herêma pîşesaziyê firûnên ji bo helandina qîrê hatine bikaranîn, hene. Li cihekî din jî pûlên metal yên ji bo zirxên şervanan dihatin çêkirin. Ev kar hemû ji aliyê qesrê ve dihatin birêvebirin û diyar e ku bajar hiyerarşîk hatibû organîzekirin.
Bihara par, piştî ku ava gola bendava Mûsilê kêm bû, devereke dîrokî derkete ser rûyê erdê: Zaxîkû!
Pêşî arkeolog Ivana Puljiz a li Freiburgê dîwarên ketî yên ji kevirên kerpîçê bi rêya dîmenên satelîtê dîtin. Wê di cih de xeber da arkeologê li Zanîngeha Tubingenê Peter Pfaelzner û arkeologê Kurd ê li Başûr Hesen Qasim.
Hesen Qasim bi lez berê xwe dide Kemûnê û li wir tesbît dike ku bi rastî jî kevirên kerpîçî yên dîwarekî ketî li deverê hene. Ji hingê ve yanî ji serê salê ve kolana erdê dewam dike. Bajarekî ji serdema Mîtaniyan maye, hêdî hêdî ji binê erdê tê derxistin.
Bajarê Zaxîkû ji muhimtirîn û mezintirîn bajarên şaristaniya Mîtaniyan bû. Li ser 7 hektar erd hatibû avakirin û dora wê bi sûrekê hatibû girtin. Lê qesreke meliktiyê jî heye.
Peter Pfaelzner û Ivana Puljiz komeke arkeologan a kolana erdê a ji 10 kesan anîn cem hev û berê xwe dan deverê. Li cihê cihê jî Hesen Qasim bi tîmeke 50 karkeran amade bû. Du mehan wan kolana erdê dewam kir û tiştên hatine dîtin jî belge kirin. Wan dilezand ji ber ku bi biharê re, dawiya Adarê ava gola bendavê hêdî hêdî dîsa da ser deverê.
Hêzeke mezin weke Babîl û Misrê
Esas bajar niha hatibe dîtin jî, qesra bajêr a li ser 600 metreyên bi çarçik û dîwarên wê yên mezin sala 2018´an hatibûn dîtin û kolan lê hatibûn kirin. Hingê li ser dîwarên ku bi kîlê ser wan hatibû girtin, wêneyên rengandî hatibûn dîtin.
Çanda şaristaniya Mîtaniyan têra xwe bi sir û raz e. Ji ber wê ev kolan gelekî muhim bû. Ew di nîvê hezarsala duyem a beriya mîladê de tevî Hîtît, Babîl û Misrê hêza çarem bû li Rojhilata Navîn. Ji van şaristaniyan ya herî kêm lê hatiye kolan Mîtanî ne. Împaretoriya wan ji 1550´î heta 1350 beriya mîladê ji Derya Spî heta Başûrê Kurdistanê weke xetekê dirêj dibû û navendên wê yên sereke li Rojavayê Kurdistanê bûne.
Vê kolana bi lez û bez dixwest ji bajarekî mezin ê împaretoriyê agahiyên berhev bike. Lewma heta îro tenê ji bajarên keviya împaretoriyê berhem û agahî hatibûn komkirin. Bi van agahiyan lêkoleran xwest zanibin ka bajarên Mîtaniyan çawa organîze bûne.
Qesrê kar hemû dimeşandin
Di encama vê kolanê de lêkoleran karî planeke mîmariya bajêr a li ser 7 hektaran çêkin. Lê heta niha arkeolog nikarin texmîn bikin ka serjimara bajêr çiqas bû. Axir bajar li ser bilindahiyeke li keviya rojhilat a Dîcleyê hatibû avakirin û li dora wê sûreke mezin tevî gelek bircan hebûye. Li bakurê bajêr jî depoyeke pirr mezin, li başûrrojhilat pîşesaziya bajêr û li başûrrojava jî qesra melikî.
Avahiya depoyê û herêma pîşesaziyê, wiha diyar e ku yekser ji qesrê hatine birêvebirin. Jixwe ava û stîla avakirina hersê avahiyan jî hema hema weke hev e. Li herêma pîşesaziyê firinên ji bo helandina Bîtumenê (qîreke xwezayî) hatine bikaranîn. Li cihekî din jî pûlên metal ên ji bo zirxên şervanan dihatin çêkirin. Ev kar hemû ji qesrê ve dihatin birêvebirin û diyar e ku bajar hiyerarşîk hatibû organîzekirin.
Depoya bajarekî mezin e
Depoya hatiye dîtin jî herî kêm du qatî bûye. 16 odeyên li depoyê karîn bîn tesbîtkirin û hemû jî dirêj û zirav in.
Lê li vê derê kolana erdê nekarî bi kurahî bê kirin ji ber ku avê zû da ser vê deverê. Ji ber wê texmînî depo li ser 1400 metreyên bi çarçik hatiye avakirin. Yanî Zaxîkû navendeke muhim a tevahiya herêmê bû. Gelekî muhtemel e ku paytexta melikekî Mîtanî ê cihî be.
Ne navendî bû
Dewleta Mîtanî ne weke Babîl yan jî Asûriyan a paşê bû. Ew ne navendî bû. Muhtemel e ku welat li wilayet û eyaletan hatibe dabeşkirin. Ji ber wê jî mirov dikare ji bo Mîtaniyan bibêje, “dewleta din” a li herêmê. Lewma ew bi rastî jî cihê bû. Yanî melikên di bin rêvebeirya împaretoriyê girêdayî şahê Mîtanî bûn, lê heta radeyekê jî xweser bûn. Muhtemel e ku civaka wan jî li gorî yên derdora wan pirrengîtir bû.
Herçî şah bûn, wan nedixwest xwedî desthilata mutleq bin weke Babîliyên cîran. Wekî din wan bi cîranên xwe hemûyan re hewl dida ne di şer de bin û siyasetên aştiyê bi Misr, Hîtît, Babîlê re bi rê ve birine.
Nimûneya ku şahê Mîtanî Tûşrata keça xwe Taduhepa bi firewnê Misrê Amenfîsê Sîyem re dide zewicandin da ku peywendiya xurt û baş bike. Di nameyên xwe de wî firewn weke “birayê” xwe bi nav kir.
Di kolanên li bajêr de di cêran de 120 kevalên bi nivîsa mîxî hatin dîtin. Piştî jihevderxistina van kevalan dibe ku avahiya desthilata Mîtaniyan çêtir were naskirin.
[1]