Li Hewreman Aşekî Avê 80 Sal In Di Xebite
Di Aug 24, 2022
Li gundê Serget yê Hewreman aşekî avê ku temenê wî zêdetirî 80 salî ye, li ser pergala berê hatiye nûjenkirin û rojane genim pê tê hêran. Herwiha aş bala geştiyaran jî dikişîne ser xwe û rojane gelek geştiyar ji bo dîtina wî serdanê dikin.
Aşê avê yan jî aşê ber di sedsala borî de li gelek deverên Herêma Kurdistanê ji bo hêrana genim, savar û hwd dihat bikaranîn. Li gundê Serget yê Hereman jî du aş hebûn yek bi avê yê din jî bi sotemeniyê dihat bikaranîn.
Lê piştî derketina aşê bi elektrîkê û bi pêşketina teknolojiyê re aşên avê hatin paşguhxistin û gelek ji wan xirabûn. Lê niha li gundê Serget yê Hewreman aşekî avê tê bikaranîn û li ser heman dîzayna berê hatiye nûjenkirin.
Ev aş temenê wê zêdetirî 80 sale û di salên 1940’an de ji aliyê kesek bi navê Hacî Elakerîm ve hatiye çêkirin. Niha jî piştî çend salek xirabûna aş, carek din ji aliyê kesek bi navê Hacî Tahir Sergetî ve li ser heman dîzayna berê hatiye nûjenkirin.
Zeynedîn Sacid endazyare û xelkê gundê Sergete, derbarê nûjenkirina aş de got: “Di çanda Kurdan de aş xwedî giringiyek mezin bû. Armanca nûjenkirina aş parastina çanda herêmê û nasandina wê bi nifşê nû ye daku bizanin di berê de çawan genim dihêran dikirin ar û piştre dixistin nan.”
Zeynedîn diyarkir heftane çend rojek aş dixebite, ji bilî wê jî piştî hatî nûjenkirin bala geştiyaran kêşaye û rojane ji bo dîtina wê gelek geştiyar serdana aş dikin.
Derbarê şêwazê karkirina aş de jî Endazyar Zeynedîn got, “Ev aş bi enerjiya avê dixebite. Ji aşên berê cûdaye ku bi bermîl dihatin çêkirin. Lê ev aş bi ber û daran hatiye çêkirin.”
[1]