$Dosya Ferman #Kobanî#:$
Nav û paşnav: Ferman Kobanî
Nav û paşnav: Şêx Mihemed Eto Şêxo
Navê dayîkê: Wehîde
Navê bav: Eto
Cih û dîroka tevlîbûnê: 2019
Cih û dîroka şehadetê: 04.07.2022
$Jînameya Şehîd:$
Şehîd Şêx Mihemed Eto Şêxo li bajarê Kobanî di dîroka 1999'an de di nava mabateke miroperwer de ji dayîkbûye. Meta wî şehîd Dijle Eto Hêco, şehîda jin ya yekemîn e, ji nav şehîdên bajarê Kobanî
Şehîd Mihemed hîna ji zaroketiya xwe ve mirovekî dilnizim bû û ji bira, xwîşk û malbata xwe hez dikir. Ti carî ji kar û barê ku pê radibû nediwestiya û ne jî gazinc dikirin. Xêr beriya xwe ji derdora xwe re dixwest
Ew bavê du zarokan e, Ehmed û Degirman. Xeyala wî gelekî biçûk bû ku tenê malakeke biçûk ava bike û ew û zarokên xwe tê de bi cih bibin. Lê piştî tevlêbûna birayê wî Hêco û Evdal, xeyala wê tenê dîtina wan bû,ku ew ew jî di ber riya azadiyê de şehîd ketine.
Ew mirovekî gelek bi sebir û hedar bû, û ji her karî wefedar bû. Cara yekem di sala 2016'an de tevlî nava refên hêza parastina Gel YPG'ê dibe. Ew li rex malbata xwe di ber riya welêt û azadiyê de fedekarî dikir.
Ew beşdarî gelek çakaliyên şoreşgerî, yên girêdayî her çar parçeyên kurdistanê û warên wî. Ew beşdarî gelek cebheyên şer bûye û li hemberî dijmin berxwe daye. Her wiha wî li beranberî dagirkeriya tirk jî şer û li berxwe daye, bêyî dudilî û berpirsyarî tevlî nava wada şer bûye û bi serkeftî jê derketiye. Lê ew jî mîna Meta xwe Şehîd Dijle tevlî nava karwanên şehîdan bû û bû sembolek ji kurd û kurdistanê re.
Şehîd Şêx Mihemed di ber jiyana şorşgerî de ku temenê wî 20 derbas nedikir, li pey xwe lehengî û dîmenên bîranên xwe hîştin. Wî şavên xwe li Ên Îsayê girtin û di goristana şehîd Dijle de hat oxirkirin û ji zarokê xwe û yên kurdan re bû ronahiyeke şewqdayî. [1]