#Amed Tîgrîs#
Gelên koçer û gundî ji aliyê ziman, wêje, çand û toreyên xwe ve resen (orîjînal) û pak mane. Nêzîkî biyaniyan nebûne, tevlîhevî di nav wan de çênebûye. Li xwezaya xwe, bi serê xwe jiyane. Ji ber jiyana xwezayî, ol, edet, ziman û çanda wan jî xwerû û resen mane. Ji vî ziman û çanda weha re mirov dikare bêje ziman û çanda xwerû, resen û petî. Ya pak û xwezayî ku xilt nebûye.
Di dirêjiya dîrokê de bi şaristanî, rêxistinî û dewletbûnê re gelên cuda li bajar û bajarokan li gel hevdu dest bi jiyaneke kolektîfî kirine, regez (esil), ziman û çanda wan bê îradeya wan têkil û tev li hev bûne. Mirov di dîrokê de dibe dîdar ku pirî gelan ne bi zimanê xwe, bi zimanê biyanî dewlet avakirine û bi rê ve birine û zimanê wan ê rojane û nivîsê ji hevdu cuda bûne. Ango zimanekî nû çêkirine. Ji derî komek birêvebir û xwendayan ji zimanê nivîs û desthilatdariyê fêm nekirine. Ji wan zimanên çêkirî an tevlihev yek jê jî zimanê dewleta Osmanî bixwe ye.
Osmanî zimanekî têkil, çêkirî û xilt bû. Zimanê osmanî weke gel û sîstema dewleta wê devşîrme bû. Ji zimanê moxolî, farisî, kurdî, erebî, piştre fransî, îngîlîzî, îtalî girtine û pêşpirtik û paşpirtikên tirkî ve girê dane û jê re gotine “Osmanî.” Hemû gelên ku di nav tixûbên Osmanî de jiyane ji zimanê osmanî fêm nedikirin. Her wiha bi ziman re wêje , çand, tore û rîtûelên wan jî hatinbûn guhertin, gel û dewleteke devşirme hatibûn avakirin.
Ev tevliheviya gel, ziman û çandê ne bi tenê ji bo osmanîyan derbas dibe; herweha ji bo gelek împaratorî û dewletên din jî derbas dibe. Di serdema xwe de rewşa Împaratoriya Roma, Sasanî û ya Xîlafetiya Îslamî jî wiha bûye. Ziman û çanda wan têkil û serûbino bûne. Ji ziman û çanda xwe ya xwerû ya resen derketine û dûrketine. İbn Xaldûn di berhema xwe ya bi navûdeng Mukaddeme de destnîşan dike ku “Quran bi erebiya qureyşî hatiye nivîsandin. Lê qureyşiya ne xwerû ya bedewî. Bi qureşiya hadarî (bajariya tevlihev) hatiye nivîsandin. Qureyşiya hadarî ne erebiya xwerû û zelal e. Tevlihev e. Heta di nav gotinên Quranê de her çi qas kêm bin jî gotinên biyanî yên wek rûmî, farisî û zimanên din hene. (İbn Xaldûn, Mukaddîme r. 688). Heger Quran û hadîs bi erebiya hadarî ya qureyşî nehatina nivîsandin di serdema firehiya xîlafetê ku tixûbê wê ji Endulis û Mexrîbê heta Anatolya û Xorasanê berfireh bû û piştre dema li rojhilat desthilatdarî ket destê deylemiyan, selçûkî û li rojava jî ket destê zenatî û berberiyan, erebî ji binî ve wenda dibû. Di serdema van desthilatdariyên misilmanên ne ereb de, erebî teng û kêm bû. Li gelek welatan ji binî ve ji holê rabû. Erebiya ku mabû jî erebiyeke cuda bû. Erebiya li Îran, Iraq, Sûriye, Misir, Mexrîb û Hîcazê gelek ji hevdu dûrketibûn.
Kurdî ji bo ku di demeke dirêj de nebûye zimanê desthilatdariyê, zêdê ji zimanên din gotin wernegirtiye. Bi tenê ji bo ku piraniya kurdan misilmanî pejirandine û yên ku nepejirandine jî di nav dewletên misilman de mane gelek gotinên erebî ketine nav kurdî. Lê dîsa jî kurdî heta îro li gorî zimanên din rêjeya resenî û pakiya xwe parastiye. Aliyekî balkêş jî ev e ku klasîkên me kurdan ji alî melayên kurdan ve di navbera sedsalên 17-18’an de hatine nivîsandin an hatine gotin. Di wan klasîkan de gelek gotinên erebî û farisî hene. Wek nimûne mirov dema destana Memê Alan dixwîne an bi devkî guhdarî dike, kurdiyeke pak, resen û petî dibîne. Kurdên xwenda û ne xwenda jê ji sedî sed fêm dikin. Ji ber ku bi zimanê xelkê ye û gotinên biyanî di nav de gelek kêm in. Lê dema îro mirov Mem û Zîna Ahmedê Xanî dixwîne kêm fêm dike.
Halbû ku herdu yek destan an çîrok e. Ji ber ku Seyda Ahmedê Xanî xwestiye di asteke bilind de berhemekê biafirîne, ji erebî û farisî gelek gotin wergirtine. Ji sedî pêncî fêm nabe. Di dema xwendina wê de xwendevan neçar dimîne ku li ferhengên erebî û farisî binêre.
Her wiha îro jî hinek rojnamevan, nivîskar ji bo ku qaşo asta rewşenbîriya xwe ya bilind pêşberê xwendevan û bîneran bidin, carnan hinek gotinên ne bi kurdî bi kar tînin. Piraniya gel ji wan gotinan fêm nakin. Ji bo zimanê kurdî yê xwerû, resen û petî, ev helwesta nivîskar û rojnamevanan karesateke edebî û rewşenbîrî ye. Rast e, zimanê me nebûye zimanê perwerde û yê desthilatdariyê loma bi pêş neketiye. Lê ji aliyê din ve jî zimanê me bi zimanê biyanî nehatiye lewitandin û xwerû pak maye. Divê em xwerûtî, resenî û pakîtiya kurdî biparêzin.[1]