HEYSEM MISLIM
Ez bûme wek hesinekî agir di binde vêketî ne dimaşime û ne dihilime, her agir vêketî ye. Bi vê gotinê dayikekê êşa xwe bi me re parve kir li ser goristana komkujiya #Kobanî#. Mîna 280 sivîlî, du kur û hevjînê wê jî beriya niha bi 3 salan di 25'ê Hezîranê de bi destê çeteyên hov DAÎŞ'ê li Kobanê di komkujiyê de hatibûn kuştin.
Gelê Kobanê naxwaze 25'ê Hezîranê bê, lê her sal ev komkujiya giran bi bîra wan ve tê. Xwediyên şehîdan û ew kesên ku bûyer bi serê wan ve hatiye, çiqasî rûyê xwe li ber vê rojê dadigerînin jî, dîsa tê bîra wan.
Sê meh di ser rizgarkirina Kobanê re derbas bibûn, lê komeke ji çeteyên DAAÎŞ\'ê ber destê sibehê ji xafil ve weke roviyan xwe berê xwe dan nava bajêr. Wê demê herema ku şervanên YPG û YPJ rizgarkirî fireh bû. Bajarokê Sirînê li DAÎŞ\'ê hatibû dorpêçkirin. Ew koma çeteyan cil û bergên YPG\'ê li xwe kiribûn û bi xwîneke qerimî ketin nava sivîlan. Têkçûn û kerba xwe di serê sivîlan re derxistin. Heta YPG û YPJ mudaxile kirin ew çete kî dît, li wan reşandin. Çi zarok çi jî kal û pîr.
Ew çete hemû hatin kuştin, lê wek xwediyê Şehîdan dibêjin \Heta çeteyek heye dilê me rehet nabe.YPG, YPJ û QSD paytexta (Reqa) çeteyan jî rizgar kirin. Ne bes dilê xwediyê şehîdan rehet kirin, her wiha mirovahî tev ji qirêjiya hovan xilas kirin.
Salveger wê her sal were û wê her sal jî ew dayîk were ber serê kurên xwe rûnê. Lê dibêjin zeman dermanê, herî başe ancax derbasbûna zeman agirê di dilê dayikê de vêketî vemirîne. Û ew zarokên ku find vêdixistî wê ronahiyekê careke din li malên şehîdan ronî bikin.[1]