Kurdên cîhana dêrîn: hattî-hîtîtî 3
#Agîd Yazar#
…Nizanim ev serê çendik û çend salan e ez li Mezopotamya û Anatolyayê li war-wargehên cîhana dêrîn digerim. Her wiha ez li ser hoz, hikûmdar û împaratorên pêşiyên kurdan lêkolînê dikim. Bi qasî ji destê min tê, ez li muzexaneyan digerim û nola şopgerekî, ez li şopên kal-pîrên xwe digerim. Ez ê hîn jî bigerim. Her carê, didim li ser şopa hozek, an hikûmdarek, an jî împaratorîyeke pêşiyên xwe.
Wekî ji we xwînerên ezîz ve jî eyan e, ev şapateke ez şopa pêşiyên me yên hîtîtî diajom. Niha nola awêneyekê li ber çavên min ditefsile, bê çawa hozên kurdan, mîna şilêya mêşa hingiv ji Zagrosan firiyan û yek li yekê zêde bûn (Şilê, tê wateya lêzedebûna mêşhingivê). Şilêya hîtîtiyan jî ji pêşiyên me yên hûrî zêde bûye, hatiye xwe li Hatûşayê daniye. Li wir li hev zêde bûne. Dû re bûye împeratoriyeke dêwasa û çûye heta Trowayê, nava Dardaniyên niha tirk jê re dibêjin ‘dardanel’. Ew Dardanî jî xizmên me bûn. Jixwe ji navê xwe jî diyar e: ‘Dar-danî’. Ev herêm bi darên xwe yên zeytûnan navdar e. Paşê heta Deryaya Spî belav bûne. Ji wî welatî re jî digotin Lûwî. Hîtîtiyan ev navê hanê li wan kirine. Wateya xwe ‘mirovên rohnkahiyê’ ye. Jixwe navê lempe û lokuzê, ji reha peyva navê Lûwî tê. Miletê kurd, vê peyva ‘lûwî’ hîn jî bi kar tîne. Nola dibêjin ‘a-levî’ya ar.
Di nava lêgerîna vê demajoyê de, êdî li dilê min rûnişt û qenaet ji min re hasil bû ku, kurtî/gûrtî, sumerî, sûbarûyî, kasîtî, hûrî, mîtanî, hattî, hîtîtî, lûlûbî, lûwî, lorî, ûrartûyî/xaltî-bîanîlî, medî, kardoxî, zelanî, komageneyî, dewletên kurdan yên serdema îslamê vir ve û em kurdên niha, me hemûyan li ser yek kokê aj dane û tev guliyên qurmê darekê ne.
Dab û nerîtên wan, bext û baweriyên wan, xwarin vexwarinên wan, rêz û siyanetên wan, bawerî û mîtolojiyên wan, stran û destanên wan, evînî û bengîniyên wan, cil û bergên wan, her wiha ziman û erdnîgariya wan tevdek yek in û wekî hev in.
Ji Homeros bigire, heta Baba Tahirê Ûryan, ji Melayê Cizîrî bigire heta Evdalê Zeynikê. Ev zêmarbêj, hozan û dengbêjên gewre, dirîskî derav û serkana wêjeya pêşiyên me yên kevnar bûne. Di parzûnkê hest û hisên xwe de danisilandine. Paşê lorandine, bûye destan, bûye helbest û stran.
Rehên qurmê vê dara dêwasa, ew çend xwe berdaye bin zikê xaka welatê rojê, pêxasên xêrnexwaz dikin nakin nikarin rehên vî miletê dêrîn ji axa wan ya bixêr û ber veqetînin.
Meriv dikare vê dara dêwasa, bişibîne dareke berû/mazî, ku koka wê daketiye kûrahiya nîvê dilê Zagrosan. Guliyên wê, erdnîgariya navbera her çar deryayan (Xezar, Besra, Deryaya Reş û Spî) nuxumandiye. Belê, bi hilweşandina împaratoriya Medan re, ev dar ji binî de hate birîn. Lê her carê ji kûrahiya bin zikê erdê, terhek li reheke vê dara qurmê wê di bin axê de, dikeve û ji nişka ve bejnê diavêje. Gava ew terh tê birîn, vêca movik li reheke din dikeve û aj dide. Vê çeqoberiyê, wiha berdewam kiriye, ta roja me ya îroj hevdu wanî hilajotîye.
Xêrnexwazên talanker yên sondxwarî, ji welatên qeraç, bêweç û stewr, hatin vegirtin li ser welatê me û tunekirina me ji xwe re kirin armanca man-nemanê. Bila ev xezeb di serê gurê çol û çiya, di serê darûberan de nebare!
Bi milyon dolaran xerc dikin, da ku me bi alema cîhanê wekî bêkok, bêesil û fesil nîşan bidin. Hezar teqlî li xwe dixînin, da ku girêdana di navbera kurdan û pêşiyên wan de ji hev biqetînin. Heta 20-30 sal berê jî, qaşo em tirkên çiyayî bûn; meşa li ser berfê; kart kurt, filan û bêvan û batirxan bûn…
Berhemên aydê pêşiyên kurdan yên ji şûnwarên arkeolojîk derdikevin, bi dek û dolaban, bi fitne û fesadiyan, an li hinekê din dikin mal, an jî wexta bêmecal dimînin û êdî hew rim di têrê de hiltê. Vêca dibêjin, kesek nizane ka filan şaristanî ji ku derê hatiye, bêvan şaristanî bi ku de çûye!
Ji ber ku arşîv û qeydkirina keval û îşaretên ji bin erdê derdikevin di destê van bêbavanan de ye, li gorî dilê xwe manîpule û qulopiloyî hev dikin.
Pêşîyên me yên herî zêde ji me re berhemên bi nav û nîşan hiştine, pêşiyên me yên sumerî, hîtîtî û ûrartûyî ne. Lê heke tu ji van înkarkerên bêbav bipirsî, ew dibêjin ‘kes nizane ka sumerî, hîtîtî û ûrartûyî kî ne, ji kude hatine û bi kude çûne”
Ê de em bibêjin çi? Çi xwezî her kesî virek bikira, di ber re tirek jî bikira!
Mehmet Kûşman, kurdekî ji Wanê ye. Ev serê 50 salên wî ye li ser zimanê ûrartûyan dixebite. Ji 5-6 kesên bi zimanê ûrartûyî dizane bixwîne û şîrove bike, yek jê ew e. Ev ciwanmêrê şareza, di Youtubeyê de gelekî populer e. Gelek kesan li gel wî vîdeo tomar kirine û parve kirine. Gava meriv li hevpeyvînên bi Mehmet Kûşman re hatine kirin dinêre, meriv dizane ku hin gotinan bi zorê ji devê wî kaş dikin. Lewra dewlet muçeyê dide wî. Ev pêkutiyên li ser wî, wî fikardar dike ku ew ji nanê xwe bibe.
Di zivistana sala 2020’î de, ez çûm Wanê û ji bo bernameya Dîroka Veşartî min hevpeyvînek li gel wî pêk anî. Di nava axaftina xwe de, bi vekenîn ji min re got: “Tu zanî birazî. Çend sal berê çend heb akademîsyen ji zanîngeheke Amerîkayê hatin Wanê. Bangî min jî kirin. Ez rabûm çûm. Walî beg jî li gel wan bû. Yekî ji wan ji min pirsî ‘Mehmet Kûşman, ûrartûyî kî ne?’ Ez rabûm li ser xwe min jê re got: “Birêz, binêre ez bi xwe kesekî ûrartûyî me. Min nêrî çavên walî di tasa serê wî de lîstin û bi xeyd ji min re got ‘Mehmet Kûşman, zêde nigê xwe ranemedîne!’ Min li çavê walî nêrî û min gotina xwe li wir qut kir.”
Gotinek pêşiyên efrîqayiyan heye, dibêjin: “Heke şêr dîroka xwe ya rastîn nenivîsîne, dê nêçîrvan dîroka wî ya derewîn binivîsîne.”
Mexseda min jî ev e ku em nehêlin nêçîrvanê derewîn bi semtûstara me bikeve. Bawer bikin, nêçîrvan çiqas virker be, ew çend jî tirsonek e. Hema bes bila şêr lê bihumije û lê bihîre, jê re bes e ku li ber wurşe û hişmeta şêr biqutife.
Ew ê bi bîra we xwendevanên ezîz were ku heta çend sal berê jî, bankeke bi navê Etîbank û Sumerbank hebû. Di serdema M. Kemal de, ji hîtîtîyan re digot Etî. Ev yanê qaşo ev her du şaristanî, pêşiyên wan bûn. Lema jî li ser navê van şaristaniyan, banka vekirin.
Bê çawa mal milkên me talan kiribûn, her wiha çanda me û dîroka me jî talan dikirin û li xwe dikirin mal. Heta stranên me yên gelêrî jî, bi heman lorandinê wergerandin zimanê xwe yê neaydê wan. Nola dibêjin: “Hestiyên wan ji Xwedê, goştê wan ji evdan bûn”. Pêşiyên me, vê gotinê li ser kesên diz wanî digotin.
Mîna berxên mîjo; hema çav li kîjan mîhê dikevin diçin dikevin binî û maka berxeke din ji xwe re dimijin. Kesên sewalvanî kiribin, dizanin qesta min ya ji berxê mîjo çiye. Lê kesê pê nizanibin, ez ji wan re qala ‘berxê mîjo’ bikim. Wexta mih dizên, hinek ji wan çawa dizên-nazên, dimirin û berxê wan sêwî dimînin. Ew berxikê wan ji ber ku virnî ye û hîn bi xwarinê neketine, ji bo ji nêza nemire, şivan wî berxê sêwî li ber guhanê çend mihên din digerîne û ji her mihekê çend çir şîr bi wî berxê sêwî dide mijandin. Çima ne bi mihekê tenê, bi gelek mihan dide mijandin? Ji bo berxê wan jî birçî nemîne, lema bi gelek mihan dide mijandin.
Êdî rojek tê, ev berxê sêwî ew çend biste dibe, li diya hemû berxikan xwedî derdikeve. Hema çawa çav li kîjan mihê dikeve, diçe serê xwe dixîne nava şeqa wê û bi hilkutan wê dimije. Êdî wer lê tê, ne mîna berxikeke şîrmij, dibe nola vampîreke xwînmêj.
Heta yek caran diçe serê xwe dixîne nava şeqa miheke stewr û dixwaze ji peza stewr jî tiştekî bimije. Lewra ev berxa çavbirçî, hema dixwaze ji her tiştî bimije. Ne ku zikê wî berxê sêwî birçî ye; ji ber ku ruhê wî, heta hestiyê wî jî birçiyê mijandinê ye, lema jî şivanan navek li wan berxan kiriye: Berxê mîjo.
De vêca yekcaran ewqas bêrohnî dibin, diçin serê xwe dixine nava şeqên beranan û dixwazin beranan jî bimijin. Hingê beran dîn dibe û rekekê li wî berxê mîjo dixîne. Wî çengî dera hanê dike. Ev jî ji wî berxê sêwî yê mîjo re, dibe şîreteke baş!
De me li jorê jî çîroka şêr û nêçîrvanê derewîn got. Lema jî pêwist nake em dîsa ducar bikin. Lê min hay jê heye ku min aqûbeta Etîbank û Sumerbank nîvçe hişt. Dibe ku pirsa gelo ka ew bankên hanê çi hat serê wan, xwe di bîra we de tevlivandibe? Ez hema tavilkê bersiva vê pirsê bidim: Piştî ku vî 20-30 salê dawî, me dîroka xwe bi destê xwe nivîsand. Nola dibêje bêmahne, me li înkarkerên talanker rast kir ku gurûgûmana wan û pêşiyên me yên sumerî, hîtîtî bi hev tune ye. Lema jî ew rabûn fisekfisekî kevirê di destê xwe de bera erdê dan; ev her du banqeyên xwe yên ku navê pêşiyên me li wan kiribûn, girtin û nola haya wan ji tiştekî tune bin, xwe li guhê keriyê danîn.[1]
(Dê bidome)