$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Canda Welat
Nav paşnav: Canan Ozdemîr
Cihê jidayikbûnê: Wan
Dem û cihê şehadetê: 12'ê Hezîrana 2022 / Wan
$Kurtejiyana şehîd:$
evrêya me Canda li Wanê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû û mezin bû. Hevrêya me Canda a ji eşîra Jîrkî ku yek ji eşîrên qedîm ên Kurdistanê ye û ji nava vê eşîrê gelek tevlîbûn li nava Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê çêbûye û şehîdên xwe hene, taybetmendiyên biryardarî û berxwedêriyê ya derdora lê mezin bû, di kesayetiya xwe de vehewand. Mîna her ciwaneke KUrd hevrêya me Canda jî polîtîkayên înkar, îmha û asîmîlasyonê yên li ser gelê Kurd ji nêz ve dît û jê gelekî bi hêrs bû. Zexta li nava civakê ya li ser jinê û tunehesibandina jinê bi hevrêya me Canda re bû sedema nakokiyê û kete nava lêgerînan. Hevrêya me Canda fêhm kiri ku bersiva herî bi wate ya li hemberî van hemûyan, li dijî polîtîkayên qirkirinê yên li ser gelê Kurd û jinê tê meşandin, tevlîbûna li navar efên gerîlayên azadiyê ye ku şerekî bêhempa dimeşîne. Bi vê biryarê sala 2015'an tevlî nava refên gerîla bû.
Hevrêya me Canda her tim kêfxweş û kelecanî bû ji ber ku li cihê lê ji dayik bû û mezin bû gerîlatî dikir. Bi baweriya ku vê xakê baş nas dike, ji kêliya destpêkê ve hînî jiyana gerîla bû. Bi tevlîbûna xwe ya bêhesab û ji dil, di demeke kurt de bû hevalek ku li nava hevrêyên xwe bû cih hurmetê. Ji ber vê yekê l Wanê ma û pratîk dewam kir. Di dmeke kurt de aliyê xwe yê leşkerî bi pêş ve bir û ne tenê karên pratîkî kir her wiha perwerdeya îdeolojîk jî dewam kir. Li ser vê bingehê, nakokiyên têkildarî zext û êrîşên li nava civakê yên li ser jinê, bi xwendinê û nîqaşa bi hevrêyên xwe re çareser kir. Ji bo bicihanîna pîvanên jinê yên azad gelekî hewl da. Bi pratîka xwe jî bi rengekî çalak tevlî kar bû, kûrbûn û çavdêriyên xwe derbasî pratîkê kir. Li wanê bi asta pêşengiyê tevlî çalakiyên bi bandor bû. Hevrêya me Canda ji bo bibe fermandareke şareza ya YJA Starê bi gavên ji xwe bawer meşiya. Bi sekna xwe ya bi biryar û îradeya xwe ya li nava şer û jiyanê, ji hevrêyên xwe yên mêr û jin re bû mînak. Bi hesayetiya xwe ya dilnizm ji aliyê hevrêyên xwe ve hate hezkirin.
Hevrêya em Canda ku asta berpirsyariyê pê re bilind bû, ji bo karibe wezîfeyên jê re hatiye dayin bi rengekî serketî bi cih bîne, têkoşiya. Ji hevrêyên xwe yên nû hatin qadê re bû alîkar, ji bo karibin zû hîn bibin bi roleke girîng tevgeriya. Hevrêya me Canda bi kesayetiya xwe ya dilnizm hem hîn dikir hem jî hîn dibû. Bi vî rengî xwe gelekî bi pêş ve bir.
Hevrêya me Canda ji roja tevlîbûnê heta bi şehadetê, li her qada Wanê kar kir, ked da û pêşengî ji hevrêyên xwe re kir. Di lêdana derbên herî giran ên li dijmin de hevrêya me Canda li Wanê xwedî kedeke girîng bû. Bersiva herî mezin da nokerî û hevkariya pê re. Hevrêya me Canda ku xwedî pratîkeke serketî bû û di wezîfeyan de ji bilî serketinê pîvanek ji xwe re nas nekir, ji xwe re ki armanc ku hevrêyên xwe hemûyan li ser vê xetê perwerde bike û ji bo vê -têkoşiya. Hevrêya me Canda bi kesayetiya xwe ya kedkar, biryardariya li ser wergirtina encamê û sekna xwe ya li nava jiyanê wê ji bo me hevrêyên xwe her tim bibe mînak.[1]