Pirtûkxane Pirtûkxane
Lêgerîn

Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!


Vebijêrkên Lêgerînê





Lêgerîna pêşketî      Kilaviya


Lêgerîn
Lêgerîna pêşketî
Pirtûkxane
Navên kurdî
Kronolojiya bûyeran
Çavkanî - Jêder
Çîrok
Berhevokên bikarhêner
Çalakî
Çawa lê bigerim?
Belavokên Kurdîpêdiya
Video
Sinifandin
Babeta têkilhev!
Tomarkirina babetê
Tomarkirina Babetê nû
Wêneyekê rêke
Rapirsî
Nêrîna we
Peywendî
Kurdîpîdiya pêdivî bi çi zaniyariyane!
Standard
Mercên Bikaranînê
Kalîteya babetê
Alav
Em kî ne
Arşîvnasên Kurdipedia
Gotarên li ser me!
Kurdîpîdiyayê bike di malperê xuda
Tomarkirin / Vemirandina îmêlî
Amarên mêhvana
Amara babetan
Wergêrê funta
Salname - Veguherîner
Kontrola rastnivîsê
Ziman û zaravayên malperan
Kilaviya
Girêdanên bikêrhatî
Berfirehkirina Kurdîpêdiya ji bo Google Chrome
Kurabiye
Ziman
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Hesabê min
Çûna jûr
Hevkarî û alîkarî
Şîfre ji bîr kir!
Lêgerîn Tomarkirina babetê Alav Ziman Hesabê min
Lêgerîna pêşketî
Pirtûkxane
Navên kurdî
Kronolojiya bûyeran
Çavkanî - Jêder
Çîrok
Berhevokên bikarhêner
Çalakî
Çawa lê bigerim?
Belavokên Kurdîpêdiya
Video
Sinifandin
Babeta têkilhev!
Tomarkirina Babetê nû
Wêneyekê rêke
Rapirsî
Nêrîna we
Peywendî
Kurdîpîdiya pêdivî bi çi zaniyariyane!
Standard
Mercên Bikaranînê
Kalîteya babetê
Em kî ne
Arşîvnasên Kurdipedia
Gotarên li ser me!
Kurdîpîdiyayê bike di malperê xuda
Tomarkirin / Vemirandina îmêlî
Amarên mêhvana
Amara babetan
Wergêrê funta
Salname - Veguherîner
Kontrola rastnivîsê
Ziman û zaravayên malperan
Kilaviya
Girêdanên bikêrhatî
Berfirehkirina Kurdîpêdiya ji bo Google Chrome
Kurabiye
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Çûna jûr
Hevkarî û alîkarî
Şîfre ji bîr kir!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 Em kî ne
 Babeta têkilhev!
 Mercên Bikaranînê
 Arşîvnasên Kurdipedia
 Nêrîna we
 Berhevokên bikarhêner
 Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
 Alîkarî
Babetên nû
Pirtûkxane
NÎQAŞÊN FELSEFEYÊ 42
28-05-2024
Sara Kamela
Cih
Qamişlo
25-05-2024
Burhan Sönmez
Jiyaname
Ferhad Merdê
25-05-2024
Burhan Sönmez
Wêne û şirove
MEDRESEYA QUBAHAN
19-05-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
Lenînîsm
15-05-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
Felsefeya marks
15-05-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
NÎQAŞÊN FELSEFEYÊ 41
07-05-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
ZÎMANÊ DUYEM
01-05-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
6 STÛNÊN ZIMAN Û ZIMANNASIYA KURDÎ
01-05-2024
Burhan Sönmez
Pirtûkxane
Felsefekirin û zarok
29-04-2024
Sara Kamela
Jimare
Babet 518,862
Wêne 106,274
Pirtûk PDF 19,333
Faylên peywendîdar 97,317
Video 1,398
Kurtelêkolîn
Çêkirina tevnan di Kelepûra...
Kurtelêkolîn
Xişr û bedewiyên jinên Kurd...
Kurtelêkolîn
RÊBERA HÎNKIRINA KURDÎ
Wêne û şirove
MEDRESEYA QUBAHAN
Cih
Qamişlo
ROMANA RÛMETA JINÊN KURD
Kurdîpêdiya wergirtina agahdariyê hêsantir dike, Ji ber vê yekê mîlyonek agahdarî li ser telefonên we yên destan tomar kir!
Pol, Kom: Kurtelêkolîn | Zimanê babetî: Kurmancî - Kurdîy Serû
Par-kirin
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Romana Rûmet

Romana Rûmet
#Lokman POLAT#
Kurdên binxetê ji berê ve alfabeya latînî-kurdî bi kar anîne. Ji bo kurdan û tevahiya Kurdistanê pirsgirêka standarkirina yekbûna alfabeyê di rojevê de ye û divê ji bo pêşerojê ev pirsgirêk ji niha ve were çareserkirin. Ji bo tevahiya – herçar parçeyên – Kurdistanê yek alfabeyeke pêwîste û ew jî alfabeya latînî-kurdî ye. Di du parçeyên Kurdistanê de alfaba latînî-kurdî û di du perçeyên din de alfaba arebî / farisî tê bikaranîn.
Dewleta Iraq û Îranê alfabeya arebî bikar tîne û kurdên başur û rojhilat hêj jî vê alfabeyê bikar tînin.
Herçiqas alfabeya dewleta areb ya li Suriyê alfaba arebî be jî, kurdên başurê rojavayê biçûk ê Kurdistanê xwe weke perçeyeke Kurdistana bakur dîtine û alfabeya latînî-kurdî di kovar, rojname, pirtûk, belavok û hemû cure weşanên xwe de bikar anîne û tînin.
Di hêla pêşveçûna ziman, çand û edebiyata – wêjeya – kurdî de nivîskar, lêkolîner û rewşenbîrên kurd yên binxetê kar û xebatên hêja kirine û dikin. Berhemên nivîskarên kurdên binxetê berê jî û niha jî li bakurê Kurdistanê ji alî xwendevanên kurd ve têne xwendin. Nivîskarên kurdên binxetê birêz Helîm Yusiv û Jan Dost li bakurê Kurdistanê bûne navdar. Pirtûkên wan hatine weşandin û heta hinek pirtûkên wan ji alî wergêrên kurd ve li zimanê tirkî hatine wergerandin.
Pirtûkên Cigerxwîn, Osman Sebrî, Nuredîn Zaza û hwd, hêj jî li bakurê Kurdistanê ji nûve têne çapkirin û belavkirin. Herçiqas ew ji bakur bin jî, li binxetê jiyane û bi xebatên xwe edebiyat û siyaseta vê perça biçûk a Kurdistanê pêşve birine. Digel van nivîskaran, pirtûkên gelek nivîskarên kurd yên binxetê li bakurê Kurdistanê têne weşandin. Di rojname û kovarên kurdî yên bakur de gelek gotar û nivîsên Bavê Nazê, Jana Seyda, Cankurd, Elî Cefer, Heyder Omer, Konê Reş, Helîm Yusiv û hwd, hatine weşandin. Di hêla pêşvebirin û dewlemendiya şaxên edebiyatê, helbest, çîrok û romana kurdî de nivîskarên kurd yên binxetê gelek kar û xebatên giranbiha pêkanîne û berhemên hêja afirandine. Lewre jî wan pesnê heq kirine û divê xebatên wan bi nirx were şîrovekirin.
Romana nivîskar #Vejîna Kurd# a bi navê ”#Rûmet#” romana rûmeta jinên kurd e. Jiyan û berxweda jina kurd, têkoşîna wan, serborî û serpêhatiyên jinên kurd di nav rûpelên romana ”Rûmet” de cih digre.
Vejîna Kurd nivîskara ji rojavayê Kurdistanê ye. Romana wê li rojava di nav weşanên ”Ava” de derketiye. Roman 114 rûpel e. Ew romana xwe diyariyê jinên kurd dike. Weha dibêje : ”Diyarî Bo her jinekê ku bi coş, vîn û pêdariya xwe tûrikê êş û zorkêşiyan di dawa demên xwe de qul dike û di ferhenga jiyanê de li xwe digere.. Bo her mirovekî/ê ku zengilê zanînê li darebesta jiyanê bi deng dike.. Ez romana RÛMET diyarî dikim.”
Di romanê de behsa jineka nivîskar ku navê wê Lorîn Ferzend Hiso ye, tê kirin. Vebêj ji bo nivîskar Lorîn dibêje : ” Pênûsa wê berhemdar bû. Tîp li pey tîpê rêz dikir û bi hêsanî li ser rûpelan radixistin. Ji nav tîpan bihna nazdarî û delaliya mêbûnê difûrî, di hindurê wan de zanîn û têgihîştina jineke Kurd vedibrûsî û di bin xêzan de jî êş û birînên curbecur dinalîn. Belê, hemû nivîsînên wê bi bihna jinê dagirtî bûn. Wê hespê pênûsa xwe li meydana wêjeyê bi zîrekî dibezand, çîrok, pexşan û helbest dinivîsandin û li dawiya her berhemeke xwe navê xwe dinivîsand: Lorîn Ferzend Hiso.”
Li paş mêrê serketî û jina binketî kê heye? Tê gotink u li paş her mêrekî serkeftî jineke gewre heye. Û li gorê vebêjê romanê ” Li paş her jineke binketî mêrek heye. Li paş her rondikeke jinê mêrek heye. Li paş her jineke xemgîn û birîndar mêrek heye… Li paş her derd û kulekê mêrek heye. Li paş her derewekê mêrek heye…. Li paş her têkçûnekê dîsa mêrek heye...”
Di romanê de dostaniyeke baş û rasteqîn tê rave kirin. Nesrîn û Lorîn hevalên hevûdu ne. Di navbera wan de dostaniyek, hevaltiyek baş û rastîn heye. Ew bi hevre sohbetên xweş dikin û herweha derd û kulên xwe ji hevûdu re dibêjin.
Lorîn ji Nesrînê re qala zewaca xwe dike. Di şeva pêşîn de xwîn jê nehatiye û mêrê wê jê ketiye şikê. Di rewşên weha de, şik û guman dibe sedemê gelek kirinên nebaş. Ji bo pirsgirêka bakîretiyê/keçantiyê ji ber cahilî/nezanîn û tradisyona/kevneşopiya paşverû gelek keçên bêguneh hatine kuştin. Sohbeta di nav Nesrîn û Lorînê de bal dikşînin li ser mijarên girîng. Bi taybetî jî mijara pirsgirêkên di navbera jin û mêrî de gelek balkêş e.
Lorîn zewicandiye, zarokek wê jî heye. Lêbelê bi mere wê re pirsgirêkên wê hene. Li pêşiya wê du rê hene; yan ew ê ji mêre xwe veqete û zaroka xwe a du salî (keça wê navî Nervîn e) bêbav mezin bike yan jî dê digel hemû zahmetiyan zewacê biparêze, bidomîne.
Dema Lorîn serboriyên xwe ên di biçûkatiyê de bahs dike, bi vê hevokê rastiya jiyana keçên ku ji biçûkatiyê ve hatine tirsandin tine zimên. Lorîn dibêje :” Em ji biçûkaniyê de fêrî tirs, newêrekî û bindestiyê bûne. Ev derd û xemên ku ez îro ji ber digazim rojane gelek keç û jinên din jî ji ber dinalin. Lê her yek di hindurê xwe de bi agirê wê dişewite. Dema ku bayê hov toza raketî ji ser giyanê westiyayî hişyar dike comerdiya rondikan sûdê li jinan nake.”
Navê keça Lorînê Nervîn e û nave mêre wê jî Şêro ye. Mêr zilamekî bi eks e, li hemberê Lorînê xwe biçûk, binketî dibîne û lewre jî probleman/pirsgirêkan derdixe, di nav male de tehm û hizûr nahêle, eksê Lorînê diçe. Di nav male de, dema di nav jin û mêrî de xalên hevbeş tunebe, pirsgirêk zêde dibin, tehm û hizûra nav male namîne.
Di romanê de trajediya evîndaran, drama Bêrîvana evîndar û bi destê birayê wê kuştina wê, trajediyek e. Adet û toreyên kevneşopî û dozen xwînî ên ji hevûdu mêrkuştinê û dijîtiya di nav êl, eşîr û malbatan de gelek zirar dide civatê û dibe sedemên bûyerên trajîk.
Di romanê de romannivîser çîroka zewaceke bi pirsgirêk, nakokiyên di nav jin û mêrî de gelek baş û bi balkêşî rave dike. Vebêj behsa malbata Şêro dike. Malbatek nezan, partîarkal, mêrekî zilimkar û jinek belengaz. Diya Şêro nave wê Henê ye û bavê Şêro nave wî Seydo ye. Diya Şêro ji bavê wî gelek ditirse. Şêro di nav malbatek weha de mezin bûye û ew jî dixwaze ku jina wî jî ji wî bitirse.
” Dayika Şêro li hember stema hevjînê xwe tim melûl, bêdeng û sawgirtî bû. Tiştek ji dest wê dernediket ji bilî herikandina lehiya hêsiran. Çendî Şêro dixwest wa comerdiya hêsiran li ser dêmên Lorînê jî bibîne û tîpên tirsê di çavên wê yên reş de bixwîne, lê tucarî ew hêviyên wî bi cih nedihatin!”
Di romanê de şîroveyên baş û di cî de, di derbarê mijara zordariya ku li dijê jinan tê bikaranîn tê rave kirin. Di rûpela 40î de reng û şêweyên zordariyê weha tîne zimên. ” Şêweyên zordariyê pir in wek lêdan, kuştin, destdirêjiya seksî, bazirganiya jinan, zewaca bi darê zorê, sinetkirina jinan, recm...... û hwd. Lê em kanin bêjin ku ew hemû tên ser yek wateyê, ew jî bikaranîna hêza govdeyî, aborî û derûnî li dijî jinê. Ew çandeke ku mafê wekheviya jin û mêran mikûr nîne û rê li pêş bindestkirina jinê vedike. Belê, îro di sedsala bîst û yekê de jî, hîn li gelek welatan jin di warê raman, vîn û fîzîkî de rastî zordarî û destdirêjiyê tê, di bin navê adet û baweriyên kevnar û asayê de li ser wê hîn pîvanên paşverû tên ferzkirin. Eger em bûyerên kuştinê wek nimûne bişopînin, emê bibînin ku mêr ji aliyê kesên biyanî ve tên kuştin, lê di heman demê de jin ji aliyê hevjînê xwe yan bav û birayê wê ve tê kuştin. Li ser erdnîgariyeke gelek fireh ji Efrîqya ta Kurdistanê herroj bi dehan jin jiyana xwe bi dawî dikin, an tên kuştin..” Lorîna nivîskar derbarê mijara zordestiya li ser jinan gotarek dinivîse û ji rojnameyeke kurdî re dişîne.
Di romanê de dramayek din jî hevûdu berdan, ji hevûdu cihêbûna Nesrînê û mêrê wê ye. Nesrîn piştî zewicandina şeş salan, neçar dimîne û ji mêrê xwe vediqete. Sedemên hevûdu berdana Nesrînê ji mêrê wê, bila wek meraq bimîne. Hêvîdarim xwendevan meraq bikin û herine pirtûkê/romanê bikirin û bixwînin.
Belê Lorîn nivîskarek jîr û zîrek e. Pênûsa wê xurt e. Ew pirsgirêkên civakê yên bincilkirî derdixe holê û li çareseriya wan digere. Lêbelê gelo ew dê karibe pirsgirêka xwe a malbatî re çareseriyek bibîne?
Di pirsa newekheviya jin û mêran, zilma li ser jinan û sedemên vî tiştî, Lorîn bi hevokek sîtem ji Xwedê/a re dike, bi heq wî/wê tawanbar dike û dibêje ew sucdar e. Bi rastî jî nexwe li gor olên semawî hertişt di destê Xwedê/a de ye û bi emir û fermana wî/wê pêk hatiye û pêk tê, nexwe ew bê dadî/bê edaletî ye. Lorîn weha dibêje : ” Ger Xwedê di pirtûka xwe ya pîroz de mêr di ser jinê re negirtiba û Hewa ji pêsîrên Adem çênekiriba ji zû de stema nêran li ser mêyan nedima. Ger Xwedê bi stemê qayîl nebûba ewqas keç û jinên bêguneh salane di bin durişma şeref û rûmetê de nedihatin kuştin!”
Jina kurd bextreş e, di bin zilma mêrî de, di bin zilma malbatê de dinale. Adet û toreyên heyî, tradisyon/kevneşopiyên civakî hemû li hemberê jina kurd e. Di romanê de helbesteke bi 3 rêzan rastiya şêrînî û bextreşiya jina kurd tîne zimên.
”Ka çayekî dagire saqî
Bila wek jina Kurd şêrîn
Û wek bextê wê reş be.”
Di romana Vejîn Xanima hêja de rûmet û bê rûmetiya jina kurd bi zimanekî edebî û bi şêweyeke hunerî tê rave kirin. Û herweha di romanê de rewşa jina nivîskar û aloziyên ku li pêş wê derdikevin holê jî tê qal kirin. Şîrove û nirxandina vê mijarê bi şêweyeke zanîstî ji xwendevanan re tê pêşkêş kirin.
Ramanên zingargirtî, kevneşopiyên nebaş, adet û toreyên kufikî di mejiyê mêrên kurd û herweha bi gelemperî di mejiyê mêrên rojhilata navîn de cih girtiye. Paşvemayina civakî, newekheviya jin û mêrî, zilma li ser jinan dibe sedemên gelek bûyerên dramatîk û trajediyê.
Malbata Şêro bi adet û toreyên kevneşopî ên nebaş ve girêdayiye. Şêro jî Xwedêgiravî xwenda ye, siyasî ye, di partiyek kurd a siyasî de dixebite, di civînan de doza vekhevî û demokrasiyê tîne zimên, lê di malê de wek paşverûyekî dera hanê ye. Hevalê Karl Marks, Fredrîk Engels dibêje : “Hinek kes li derve sosyalîst in û li male feodal in.” Şêxo jî kesekî weha ye.
Serlehenga romanê Lorîn Xanim e. Min ji kesayetiya wê hez kir. Ew mamoste ye, nivîskar e, rewşenbîr e û xwedî şexsiyeteke cuda ye, kesayetiyeke zana ye. Ew di perwerdekirina zarokan de girîngî dide ziman û rastiyên zimên pêşkêş dike.
Zimanê kurdî nasnameya netewa kurd e, hebûna kurd e. Dewletên dagirker dixwazin kurdan asîmîle bikin, zimanê wan bidine jibîrkirin û bi zorê wan fêrî zimanê dewleta xwe a fermî bikin. Lehenga romanê Lorîn dibêje: “Li vî welatî ken û girî bi Kurdî xweş in, jiyan û mirin jî bi Kurdî xweş in. Celadet Alî Bedirxan dibêje: Yan fêrî zimanê xwe bibe yan jî nebêje ez Kurd im. Xwendin û nivîsandina bi Kurdî bo me şanazî û serbilindî ye ji ber ku zimanê me hebûn û nasnama me ye. Neyaran ew li me qedexe kirine û di bin darê zorê de me fêrî zimanekî biyan dikin. Mebesta wan ew e ku zimanê me ji holê rakin û me tune bikin. Wan Kurdistan kirin çar perçe û dixwazin mejiyê me jî bikin çil û çar perçe. Lê ew nizanin ku vîna kurdan ji pola ye û heya zimanhezên wek we hene zimanê me dê tim geş be.”
Di romanê de pirsgirêkên bûk û xesûwê, nakokiyên di navbera wan de tê qal kirin. Wek tê zanîn hinek îstîsna ne tê de, bi piranî bûk û xesû ji hevûdu hez nakin.
Çîroka drama Şêrîna çardeh salî ku kurê apê wê tecawizê wê dike, mirov gelek xemgîn dibe.
Dema xwendina mirov ber bi alî dawiya romanê ve diçe, mirov dibîne ku nakokiya di navbera Lorînê û mêrê wê Şêro de her diçe zêde dibe. Di nav malê de hizûr namîne û Şêro bi Lorînê re xiyanetî dike, diçe cem jinên laşfiroş ên kedkarên seksê û bi wan re pevşabûnên seksê pêk tîne. Ev tiştên nebaş ên Şêro dibe sedem ku ew li pêş çavên Lorînê dibe marekî reş. Lorîna ku bi keda mejî, bêxewmayîn, bi zahmetî rûpelên romanek xwe dadigre, ango romana xwe bi destnivîs li ser kaxiz dinivîse, dema ew ji malê derdikeve û diçe dibîstanê, mêrê wê Şêro destnivîsên rûpelên romanê diqetîne û diavêje nav agir û dişewitîne. Nakokiyên malbatî, pirsgirêk, pevçûn û devjeniyên nav malê, hesûdiya xesûwê dike ku psîkolojiya/derûniya Lorînê xirab dike. Ew diçe cem doktor/bijijk û jê re dibêje : “Ez ji jiyanê westiya me.”
Di romanê de diyalog, bi hevûdu re axaftin gelek in, lê taswîr hindik in. Divê romannivîser Vejîn Xanim di nivîsîna romanek nû de girîngî bide ser taswîra tiştan. Di romanê de digel kêmaniya taswîran kêmaniyek din jî ev e; dema ku Şêro destnivîsên romana Lorînê diqetîne û diavêje agir, paşê Lorîn çi reaksiyon nîşan dide? Lorîn ji bo şewitandina destnivîsa wê bi Şêro re pev diçe, şer dike yan na? Ev nediyar e. Ev mijarek girîng e û divê bihatana qal kirin. Lê çi heyf ku nivîskar di ser vê bûyera girîng de çil daye û qet diyar nekiriye, nedaye nîşandan ku Lorîn çawa pê hesiyaye, helwesteke çawa wergirtiye?
Di encama romanê de, di rûpela 100î de diyar dibe ku Şêro nokere, sîxurê dewleta dagirker e. Lorîn axaftina Şêro ku agahdarî dide zilamê dewletê dibihîse û jê re dibêje : ” Hemû kiryarên te yên kirêt min bincil dikirin lê hema nokerî karê nerind û nemirovan e. Karekî wisa tucarî nayê daqurtandin. Kesê ku welatê xwe û miletê xwe bifroşe bêguman ewê jina xwe jî bifroşe.”
Şêro rojeke jineka xwefiroş a kedkarê seksê tîne malê û pê re seks dike. Lorîn tê malê û wan dibîne, wêneya wan dikşîne. Di rewşeke weha de li pêşiya Lorînê (û bi gelemperî li pêşberê tevahiya jinan) du rê hene. Yan dê xwe jê bide berdan, ji hevûdu veqetin û yan jî dê tiştên dîtiye ango kiryarên mêrî binax bike û kesekî pê agahdar neke. Gelo Lorîn kîjan rê hildibijêre? Ez ê bersîva vê pirsê jî wek meraq bihêlim ku kesên vê gotara min a nirxandinê bixwînin herin vê romana hêja bikirin û bixwînin.
Di romanê de çîrokên serpêhatî û serboriyên gelek jinên kurd û jineka areb a nebextewar, jinên ku di bin zilm û lêdana mêrî de ne tê rave kirin. Nivîskarê navdar Tolstoy di berhema xwe a bi navê ”Anna Karenîna” de dibêje : ”Malbatên bextewar, mesûd dişibine hev. Lê, çîroka her malbatek nebextewar cuda ye.” Di romana ”Rûmet” de ev cûdabûyînên nebextewariya malbatan hene.
Romannivîsera kurd Vejîn Xanimê di vê romana xwe a hêja de nebextewariya jinan, bêrûmet kirina wan û li hemberê bêrûmetiyê rûmeta jinan a rasteqîn bi lênêrîneke objektîv şîrove kiriye û pêşkêşê xwendevanên kurd kiriye.
Bersîva romaneke baş çawa ye? Zahmet e. Bersîv li gor kesan, xwendevanan, rexnegiran û zanyarên wêjeyî digehure. Her xwendevan wekhev li romanê nanêre. Romanek ji bo hinek xwendevan baş e, serketî ye, ji bo hinekan nebaş e. Lênêrîna min û a yekî olperest, mihefezekar ne wek hev e. Li gor min, ango li gor bîr û raya min, bi nêrîn û ramanên min romana Vejîn Xanimê romaneke baş e, serketî ye.
Derbarê romana Vejîn Xanimê de, wek gotina dawîn ez vê bibêjim; Ev roman li ser pirsgirêkên jin û mêrî, nebextiyariya malbatî, êşên ku jin dikşînin hatiye afirandin.
Di romanê de jiyana kambax a bi derd û kul, bi êş, birînên jinên nebextiyar bi şêweya hunera romanê tê rave kirin. Roman hêjayê xwendinê ye û bi taybetî jî divê keç û jinên kurd wê bixwînin.
Destê Vejîna Kurd ter be ku wê bi afirandina vê romana hêja romana kurdî û herweha pirtûkxaneya kurdî dewlemend kiriye. Romanek wê a din jî heye, navê wê ”Hawarine Efrînî” ye. Du pirtûkên wê ên helbestan hene, navên wan “Xewnên Elendê” û “Gulîstan pîr nabin” e. Pirtûka wê a kurteçîrokan jî navê wê “Pencereyên Êşê” ye. Bi hêviya berdewambûna afirandina berhemên edebî, wê ji dil de pîroz dikim.[1]
Ev babet 838 car hatiye dîtin
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî - Kurdîy Serû | موقع https://www.welateme.net/- 15-01-2023
Gotarên Girêdayî: 7
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Kurdîy Serû
Dîroka weşanê: 21-11-2020 (4 Sal)
Bajêr: Kubanê
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Danasîna pirtûkan
Kategorîya Naverokê: Jinan
Kategorîya Naverokê: Roman
Kategorîya Naverokê: Doza Kurd
Welat- Herêm: Rojawa Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Evîn Teyfûr ) li: 15-01-2023 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 16-01-2023 hate nirxandin û weşandin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 838 car hatiye dîtin
Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Kurtelêkolîn
Xebateke kesk di rêya Kurdistanê de Êko-nasyonalîzma Şerîf Bacwer û hevalên wî
Jiyaname
AYNUR ARAS
Jiyaname
KUBRA XUDO
Jiyaname
İbrahim Güçlü
Wêne û şirove
Kurdên gundê Meydan Ekbezê, Çiyayê Kurmênc- Efrînê
Jiyaname
Ferhad Merdê
Pirtûkxane
NÎQAŞÊN FELSEFEYÊ 41
Wêne û şirove
Ji xanên bajarê Silêmaniyê
Pirtûkxane
Lenînîsm
Wêne û şirove
Ev wêne di sala 1973 an de li Qelqeliyê ya ser bi Wanê ve kişandiye
Cihên arkeolojîk
Dalamper
Jiyaname
RONÎ WAR
Cihên arkeolojîk
Mezarê Padîşehê Kurd ê Mîdî (Kî Xosraw- Kawa) 632-585 BZ
Kurtelêkolîn
Gelo pirsa Kurd, pirsek navdewletiye?
Wêne û şirove
MEDRESEYA QUBAHAN
Jiyaname
Viyan hesen
Jiyaname
Firîca Hecî Cewarî
Wêne û şirove
Bav û diya nivîskar: Wezîrê Eşo, Tbîlîsî 1930
Kurtelêkolîn
Mezopotamya û şaristaniyetek bo hemû mirovahiyê
Cihên arkeolojîk
Kereftû
Jiyaname
Dîlan Yeşilgöz-Zegerius
Kurtelêkolîn
Pirên pêwendiya di navbera Başûr û Rojhilat û nebûna baweriyê
Jiyaname
Elî Îlmî Fanîzade
Pirtûkxane
ZÎMANÊ DUYEM
Pirtûkxane
NÎQAŞÊN FELSEFEYÊ 42
Jiyaname
Kerim Avşar
Pirtûkxane
Felsefeya marks
Kurtelêkolîn
RÊBERA HÎNKIRINA KURDÎ
Cihên arkeolojîk
Qoşliyê
Cihên arkeolojîk
Temteman

Rast
Kurtelêkolîn
Çêkirina tevnan di Kelepûra Kobaniyê de
05-05-2024
Aras Hiso
Çêkirina tevnan di Kelepûra Kobaniyê de
Kurtelêkolîn
Xişr û bedewiyên jinên Kurd li ber çavên geştyarên bîhanî
05-05-2024
Aras Hiso
Xişr û bedewiyên jinên Kurd li ber çavên geştyarên bîhanî
Kurtelêkolîn
RÊBERA HÎNKIRINA KURDÎ
19-05-2024
Sara Kamela
RÊBERA HÎNKIRINA KURDÎ
Wêne û şirove
MEDRESEYA QUBAHAN
19-05-2024
Sara Kamela
MEDRESEYA QUBAHAN
Cih
Qamişlo
25-05-2024
Burhan Sönmez
Qamişlo
Babetên nû
Pirtûkxane
NÎQAŞÊN FELSEFEYÊ 42
28-05-2024
Sara Kamela
Cih
Qamişlo
25-05-2024
Burhan Sönmez
Jiyaname
Ferhad Merdê
25-05-2024
Burhan Sönmez
Wêne û şirove
MEDRESEYA QUBAHAN
19-05-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
Lenînîsm
15-05-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
Felsefeya marks
15-05-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
NÎQAŞÊN FELSEFEYÊ 41
07-05-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
ZÎMANÊ DUYEM
01-05-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
6 STÛNÊN ZIMAN Û ZIMANNASIYA KURDÎ
01-05-2024
Burhan Sönmez
Pirtûkxane
Felsefekirin û zarok
29-04-2024
Sara Kamela
Jimare
Babet 518,862
Wêne 106,274
Pirtûk PDF 19,333
Faylên peywendîdar 97,317
Video 1,398
Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Kurtelêkolîn
Xebateke kesk di rêya Kurdistanê de Êko-nasyonalîzma Şerîf Bacwer û hevalên wî
Jiyaname
AYNUR ARAS
Jiyaname
KUBRA XUDO
Jiyaname
İbrahim Güçlü
Wêne û şirove
Kurdên gundê Meydan Ekbezê, Çiyayê Kurmênc- Efrînê
Jiyaname
Ferhad Merdê
Pirtûkxane
NÎQAŞÊN FELSEFEYÊ 41
Wêne û şirove
Ji xanên bajarê Silêmaniyê
Pirtûkxane
Lenînîsm
Wêne û şirove
Ev wêne di sala 1973 an de li Qelqeliyê ya ser bi Wanê ve kişandiye
Cihên arkeolojîk
Dalamper
Jiyaname
RONÎ WAR
Cihên arkeolojîk
Mezarê Padîşehê Kurd ê Mîdî (Kî Xosraw- Kawa) 632-585 BZ
Kurtelêkolîn
Gelo pirsa Kurd, pirsek navdewletiye?
Wêne û şirove
MEDRESEYA QUBAHAN
Jiyaname
Viyan hesen
Jiyaname
Firîca Hecî Cewarî
Wêne û şirove
Bav û diya nivîskar: Wezîrê Eşo, Tbîlîsî 1930
Kurtelêkolîn
Mezopotamya û şaristaniyetek bo hemû mirovahiyê
Cihên arkeolojîk
Kereftû
Jiyaname
Dîlan Yeşilgöz-Zegerius
Kurtelêkolîn
Pirên pêwendiya di navbera Başûr û Rojhilat û nebûna baweriyê
Jiyaname
Elî Îlmî Fanîzade
Pirtûkxane
ZÎMANÊ DUYEM
Pirtûkxane
NÎQAŞÊN FELSEFEYÊ 42
Jiyaname
Kerim Avşar
Pirtûkxane
Felsefeya marks
Kurtelêkolîn
RÊBERA HÎNKIRINA KURDÎ
Cihên arkeolojîk
Qoşliyê
Cihên arkeolojîk
Temteman

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.671 çirke!