$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Dilşêr Reqa
Nav paşnav: Ebîd Ebdilah
Cihê jidayikbûnê: Reqa
Dayik-Bav: Foza-Reşîd
Dem û cihê şehadetê: 5'ê Mijdara 2022 / Zap
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêyê me Dilşêr li nava malbateke ji gelê me yê Ereb li Reqayê ji dayik bû. Piştî ku bi salan zilm û zordariya DAÎŞ'ê dît, bi rizgarkirina herêma wan ji aliyê Hêzên Azadiyê yên Rojava re hevrêyê me Dilşêr felsefeya Apoyî nas kir. Paradîgmaya neteweya demokratîk û parastina jiyana bi hev re ya gelên Rojhilata Navîn a Rêberê me bi taybetî bandor lê kir. Ji bo vê jî bala wî hînb êhtir çû ser Rêberê me û Partiya me û dest bi lêkolînê kir. Her roj hîn bêhtir kete bin bandora felsefeya Rêberê me û weke şervanekî azadiyê baweriya xwe pê anî ku divê tevlî nava refên têkoşînê bibe. Hevrêyê me Dilşêr li ser vê bingehê berê xwe da çiyayên Kurdistanê û ji Reqayê heta bi çiyayên Zagrosê dest bi meşeke dirêj, zehmet lê bi azadiyê dagirtî, kir.
Hevrêyê me Dilşêr piştî ku tevlî nava refên gerîla bû bi tevlîbûn û jêhatîbûna xwe di demeke kurt de xwest biçe qada şerê giran û hesab ji dewldeta Tirk bixwaze ku dijminê gelan e. Ji bo vê daxwaza xwe bi ser bixîne ji aliyê îdeolojîk û leşkerî ve hewl da xwe bi pêş ve bibe û perwerde di vê çarçoveyê de nirxand. Di taktîkên gerîla yên dema nû de xwe kûr kir, bi perwerdeyên wergirtî bi kelecan xwest ku tavilê cihê xwe li nava qadên berxwedanê bigire. Weke nûnerekî xeta enternasyonal a PKK'ê bi xurtî bi şoreşa azadiyê re dilsoz bû, bi sekna xwe ya li nava jiyanê bû milîtanekî bijarte yê Apoyî. Li dijî êrîşên dagirkeriyê yên 14'ê Nîsanê destpê kirin, hevrêyê me Dilşêr derbasî Zapê bû û kêfxweş bû ku gihîşt armanca xwe. Li herêma Zapê destpêkê li qadeke ku şer lê nebû hate wezîfedarkirin, lê belê timî dixwest li dijî dijmin şer bike. Li ser vê yekê tevlî nava tîmên gerîla yên bi tevger bû. Bi tîmên bi tevger ên gerîla re li dijî dijmin gelek çalakiyên bi bandor kir û bi serketina di van çalakiyan de bû mînak. Hevrêyê me Dilşêr ku baweriya xwe bi serketina şerê tîm ê bi tevger û tunelên şer anî ku taktîkên dema nû yên gerîla ye, xwest ku xwe hîn bêhtir bi pêş ve bibe.
Li dijî êrîşên dijmin, tevî hevrêyên xwe hîn bi çalak têkoşiya û planên dijmin têk bir. Piştre jî derbasî çeperên şer ên Şehîd Xursî bû. Hevrêyê me Dilşêr ji Reqayê heta bi Zagrosan pêngaveke bi rengê baz avêt, bi tevlîbûn, coş û kelecana xwe ne tenê derbên giran li dijmin xist, di heman demê de bi sekna xwe ya fedakar a teslîm nedibû û nediket xefikê, dijmin têk bir, ser û bin kir. Bi vî rengî li çeperên Şehîd Xursî nîşan da ku jiyaneke hevpar û nû ya li Rojhilata Navînd estpê kir û li cîhanê belav bû, pêkane. Bi hevrêtiya xwe ya ji dil, bi tevlîbûna xwe ya fedakar û bi kesatiya xwe ya wêrek li nava hevrêyên xwe bû cihê hezkirinê. Mîna 10 hevrêyên xwe yên şehîd bûn, heta ku şehîd bikeve ji îradeya Apoyî tawîz neda.[1]