Nivîskar Sîdar Jîr da zanîn ku divê Wêjeya Kurdî bibe milkê dinyayê û got: “Ya girîng divê wêjeya Kurdî, Erebî, Farisî û Tirkî baypas bike. Ji ber ku her sê jî zimanên hegemon ên li ser zimanê Kurdî ne û dixwazin li ser ziman jî bibin desthilatdar.”
Nivîskarê Dozdeh Çirk, Handa, Nasnameya Wêjeyê û Şermê Sîdar Jîr têkildarî wêjeya Kurdî û zimanê Kurdî axivî, got, bipêşketina wêjeya Kurdî girêdayî perwerdehiya bi zimanê dayikê ye: Heta ziman nebe zimanê perwerdehiyê, dibe ku ew pirsgirêk hê kûrtir bibe.”
$Em ê çîroka xwe çawa bikin milkê wêjeya dinyayê?$
Çîroknûs û romannûs Sîdar Jîr anî ziman ku çîrok xwedî dîrokeke kevnare ye û wiha dewam kir: “Her netewe û ziman xwedî kodên xwe yên civakî û dîrokî ye. Çîroka Kurdan jî li gorî kodên civaka Kurdan teşe û dirûv girtiye. Ev sed sal in ku çîroka Kurdî ya nivîskî ber bi nûjênbûnê ve diçe. Çîroka Kurdî bi kovar û rojnameyan belav bûye. Hejmar kêm be jî çîroknûsên Kurdî ku di asta cihanê de dinivîsin, hene û çîrokên gelek serketî jî dinivîsin. Çi qasî xwedî li çîroka klasîk bê derketin, çîrokên nivîskî jî wê ew qasî xurt bibin û li ser koka xwe şîn bibin. Lê êdî dinya jî çîrokê bêhtir, ber bi roman yan jî çîrokên dirêj ve diçe. Lê ya girîng em dê çi qas çîroka xwe û wêjeya xwe bikarin bikin milkê wêjeya dinyayê.”
$Ji bo romanê wext hewce bû$
Jîr got, wî di 16 saliya xwe de dest bi nivîsandina çîrokê kiriye û derbarê nivîskariya xwe de jî wiha peyivî: “Ez di destpêka sala xwe ya 16’an de bûm, min dest bi nivîskariye kir. Hem 'Dozdeh Çirk' hem jî 'Handa' weke roman bûn. Her wêjevanekî derdekî wî heye ku bi rêya wêjeyê parve dike. Hinek helbestan dinivisînin, hinek roman, hinek jî çîrokan, lê ya min ne helbestê têrê dikir ne jî min têrî helbestê dikir. Ji ber wê, min çîrok nivisî, lê derbasbûna min a romanê ji 2014’an û şûn ve bû. 'Dozdeh Çirk' ên ku cidî li ser disekinin, dizanin ku ew romaneke parçekirî ye. Lê 'Şerm' û çend pirtûk li ber destê min in, ew ji sedî sed roman in. Yanî ji bo romanê dibe ku hinek wext hewce bû ji bo min, edî wext jî hatiye.”
$Divê Kurdî, Erebî, Farisî û Tirkî baypas bike$
Sîdar Jîr armanca wêjeyê bi bîr xist û got, divê wêje pêşengiyê ji civakê re bike: “Ya girîng, divê wêjeya Kurdî, Erebî, Farisî û Tirkî baypas bike. Bi taybetî di mijara wergeran de em di ser Erebî, Farisî û Tirkî re hewl nedin ku xwe bigihînin dinyayê. Ji ber ku her sê zimanên hegemon ên li ser zimanê Kurdî dixwazin li ser ziman jî bibin desthilatdar. Yanî heke yek bixwaze, dikare rasterast bi wan zimanan binivîse, lê pirsgirêka me ya sereke divê wêjeya me bibe milkê dinyayê. Yanî bibe parçeyekî xurt yê wêjeya dinyayê. Ji bo wê jî divê berhemên Kurdî rasterast ji zimanê Kurdî bên wergerandin, ne ji zimanekî din. Çawa yên Elmanî ji Elmanî, yên Fransî ji Fransî, yên Kurdî jî divê bi vî awayî bin.”
$Divê nivîskar li nav civaka xwe be$
Jîr got, ji ber zext û tundiyan gelek nivîskarên Kurd yan di girtîgehê de ne yan jî ji derveyî welêt dinivisînin û wiha pê dê çû: “Dema em nivîskar bi awayekî fizîkî jî dûrî hev bin, nivîsandin jî zehmet e. Yanî dema nivîskarek bixwaze behsa Cizîra Botan yan jî cihekî Kurdistanê bike, divê here wir, bi qasî ku têrî nivîsandinê bike li wir bijî, lê ev niha pirsgirêk e. Lê ne pirsgirekeke niha ye. Rojnameya Kurdî ya yekem Kurdistan ne li Kurdistanê li Misirê ava bû. Heman pirsgirêk îro jî ji bo wêje û rojnamegeriya Kurdî lê ye. Beriya bi125 salan jî heman pirsgirêk hebû. Heke tu li nava civaka xwe bî, tu dê bêhtir afirîner û xurttir bî. Heke bi awayekî fizîkî û hişmendî ez ne li nava civaka xwe bim, ez ê karibim çi biafirînim. Lê di gel astengiyan hemûyan jî ez bawer dikim nifşên nû heke bi ber bayê populîzmê nekevin, wêjeya Kurdî dê bi pêş bikeve.”
$Bipêşketina ziman girêdayî perwerdehiyê ye$
Di dawiya axaftina xwe de Sîdar Jîr got, bipêşketina #Wêjeya Kurdî# jî girêdayî perwerdehiya fermî ya zimanê Kurdî ye û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Ji bo xwendina Kurdî û berhemên wêjeyî yên Kurdî xurt derkevin, divê perwerdehiya fermî ya bi zimanê Kurdî hebe. Heke perwerdehiya bi zimanê Kurdî tine be, heta demekê nivîskar û hunermend wê li ber xwe bidin, lê ew kar tenê di malan de nameşe. Divê statuya zimanê Kurdî hebe. Heke statuya zimanê Kurdî hebe, xwendevan jî dê zêde bibin. Heke xwendevan zêde bibin, nivîskarên xurt dê derkevin holê û berhemên xurt dê bên nivîsandin. Wê demê wêje jî dibe weke sektora di nava jiyanê de. Yanî pirsgirêka sereke perwerdehî ye. Ne tenê ji aliyê wêjeyê ve jî ji aliyê rojnamegeriya Kurdî û hunerê ve jî pirsgirêk e. Heta ziman ne be zimanê perwerdehiyê, dibe ku ew pirsgirêk hê kûrtir bibe.”[1]
MAHMUT ALTINTAŞ/MA/AMED