$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Arvîn Tolhildan
Nav paşnav: Pervîn Mûhammed
Cihê jidayikbûnê: Kobanê
Dayik-Bav: Bedîa-Îsmaîl
Dem û cihê şehadetê: 5'ê Mijdara 2022 / Zap
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrê Arvîn li Kobanê ku navenda berxwedana Şoreşa Azadiya Rojava bû û di encama şerê efsanewî yê li dijî çeteyên DAÎŞ’ê de veguherî xeta serkeftinê ya gelê me, ji dayik bû. Hevrê Arvîn weke jinek ciwan a Kurd a bi rûmet, li dijî êrîşên ku dixwest Şoreşa Azadiyê ya Rojava bifetîsîne û hêviyên bindestan ên zîndî bûne ji holê rabikin bêdeng nama û tevli nava refên têkoşînê bû. Hevrêya me ya ku di temenê xwe yê ciwan de ji bo pêşeroja azad a gelê me berpirsyariyên mezin girt li ser milê xwe, ji bo gelê me yê bindest li xaka xwe ya qedîm bibe xwedî jiyaneke azad, hemû nefesa xwe dide têkoşîna şoreşê. Hevrêya me ya ku di Şoreşa Azadiyê ya Rojava de bi awayek aktîf cih girt, di sala 2015’an de tev li nava refên Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bû. Hevrêya me ya ku bi qilafeta xwe ya ciwan û dînamîk di demek herî kin de xwe li gorî şert û mercên çiyê lihevkir, bi tevlêbûna xwe ya bi coş bû çavkaniya moralê ji bo hemû hevrêyên xwe. Hevrêya me Arvîn bi hevrêyên xwe re li hemberî qirkirinên ku li Şengalê li dijî gelê me yê Êzidî dihat xwestin were pêşxistin derbasî Şengalê bû û li dijî çeteyên faşîst bi fedekarî li ber xwe da, piştre berê xwe da çiyayên Kurdistanê.Bi perwerdehiya leşkerî û bîrdozî ya ku dîtiye, di felsefeya Rêbertiyê û taktîkên gerîlayên serdema nû de pispor bûye.Weke milîtaneke YJA Starê ya xwedî tecrûbe çû herêma Zapê û bû yek ji hevrêya me ku yekemîn bersiv da êrîşa dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker. Hevrêya me ya ku li gelek qadên Zapê gerîlatî kir, cihê xwe di nava tîmên bitevger de girt û di gelek çalakiyên ku derbeyên giran li dijmin hat xistin de cih girt. Hevrê Arvîn ku di pratîka xwe de şêwaza tîmên bitevger bi awayekî serkeftî nîşan dide, di eniyên berxwedanê de cih girt û tevlêbûnek aktîf nîşan da ye. Herî dawî hevrê Arvînê ku çû eniyên şer yêŞehîd Xursî yên li herêma Berxwedanê ya Sacayê, li dijî hemû êrîşên dewleta Tirk a dagirker bi hevrêyên xwe re têkoşînek dîrokî nîşan da.Di demek herî kîn de hevrê Arvîn pêşketinên mezin bi dest xistiye û bûye yek ji hevrêya me ya pêşeng ku ruhê serkeftinê yê serdema nû higirtiye. Hevrêya me timî ji bo pratîk û pêşxistina taktîkên serdema nû di nava hewldanan de bû, bi şêwazê xwe yê ku her firsendê dibîne vediguherîne çalakiyê û ruhê serketinê yê Apoyî jiyanî kiriye. Hevrê Arvîn ji bo azadiya gelê me bênavber xebat kiriye, li her qadê ked daye û di çalakiyên bêhejmar de cih girtiye, derbên giran li artêşa Tirk a dagirker û faşîst xistiye, mîrateyeke mezin a têkoşînê, jiyana xwe ya milîtanî, şerê fedaî û kesayeta xwe ya berxwedêr ji hevrêyên me re hiştiye. Hevrê Arvîn ya ku bihevrêyên xwe re di encama êrîşa hovane ya bi çekên kîmyewî ya ji aliyê artêşa Tirk a qirker ve hat kirin de şehîd bû, wê bi biryardarî û vîna xwe ya bênavber rêya têkoşîna me ronî bike.[1]