$Danasîna gundê Hemî Evdê:$
Gundê Hemî Evdî gundekî herî biçûk e, li herêma #Kobanî#yê. Ew gund bi xwe girêdayî gundê Xizênê ye. Gundê xizênê vêga ji ber mezinbûna xwe bûye sê parçeyan e. Ev yek ji ber pirbûna zarokan û mirovan bûye sedem ku her malbatek di nava erdê xwe de xaniyan lê bike. Hinge vê yekê hîşt ku gundê Xizênê bi bejahiya xwe mezin bibe.
Gundê Hemî Evdê bi xwe li rojhilatê gundê Xizênê dikeve û derdora 20 kîlomertan dûr bajarê Kobanîya ser bi Rojavayê Kurdistanê ye. Li gorî ku kal û extiyarên gund dibêjin, ev gundê biçûk di sala 1949'an de hatiye avakirin. Lewma mirov dikare wekî hîpotez bide nîşandan dibe ku gundê Xizênê ji vî gundê biçûk ava bûbe. Çawa îro bajarên mezin ên kurdan ji gundan ava bûne, ev yek jî wiha ye.
Ev gunde deşt û beriyeke berfireh hatiye avakirin û hejmara xizm û şêniyên gund bi qasî 1000'î ye. Li bakurê gund du girên dîrokî hene, dema ku mirov wî dîmenî dibîne, gelek bala mirov dikşîne.
Ev gund di ware lawirvaniyê û çandiniyên mîna gelek gundên din ên kurdan gelek dewlemend e, bêhtirî xwe ceh, genim, nîsk, nok û hwd tê de tê çandin.
Di ware pastina ziman, çand û kevneşopiyan vî gundî de xwedî gencîneyeke bi xêr û bêr e. Heta roja îro jî mirov vê dîmena çandî û kevneşopî tê de dibîne. Dema ku mirov di nava gund de digere, rastî gelek tiştên dîrokî û çandî yên mîna Conî, Destar, Tev, Cil û ber û hwd tên. Ev yek wateyeke wiha dide nîşanda ku hîna gelek gundên kobanî li ser binyad, rengî û dirûvên xwe yên xwemalî mane.[1]