#Ahmed Kanî#
Di nava cureyên romanê da, romana dîrokî cihek girîng digire. Li ser vê cureya romanê gelek tezên akademîk hatine nivîsandin. Yek ji van tezan jî teza Fexrîye Adsay ya bi navê “Romana Kurdî (Kurmancî) ya Dîrokî: Bîracivakî û Nasname” ye. Di sala 2013’an de wek teza masterê li zanîngeha Mêrdînê hatibû pêşkeşkirin. Lê romanên wek “#Wê Rojê#” li ser dîroka nêz ji bo nivîskar dibe ku bibe cihê ser êşiyê. Ji bo van cureyê romanan nivîskar hinek rîskan digire ber çavan, ji ber ku hîn li ser mijarê gelek gengeşe berdewam in. Ez dixwazim di vê nivîsa xwe da li ser romana “Wê Rojê” rawestim.
Nivîskarê “Wê Rojê” #Îsmaîl Dîndar#, bi çîrokan dest bi nivîskariya wêjeya kurdî kiriye. Çîrokên wî li weşanxaneyên cuda cuda (Hemû Demsal Payîz in-2007 Belkî, Kewên Birçî-2010 û Marî-2012 Avesta) çap bûn û “Palûte” jî wek çîrokên zarokan ji weşanxaneya Evrenselê derket. Sê romanên wî yên pêşîn (Siwarê Ewran-2014 Evrensel, Xwezî Bi Wan Rojan-2019 û Warê Leglegan-2020 Morî) bi kategoriya Romana Nûciwanan derketin.
Dema em li romana “Wê Rojê” dinêrin em dibînin ku ji 41 beşî pêk hatiye û 224 rûpel e. Roman li ser du tevnan hatiye avakirin. Yek jiyana bin erdê di nava şerê xendekan de li bajarê Axê ye, ya din jî êş û azara şervanên ku ji ber berf û bahoza li çiyê di şikeftekê de dijîn e ye. Romanê tevna xwe li ser bûyerên rast ên li Nisêbînê û çiyayên Kurdistanê qewimîne ava kiriye, lê meriv dikare bibêje ku nivîskar bi awayek serkeftî wek aşop (fiction) sêwirandiye. Ez dixwazim “Wê Rojê” li ser pênc xalan, wek metoda ku Haşîm Ahmedzade di teza xwe ya doktorayê ya bi navê “Netewe û Roman/Nation and Novel” de bi kar aniye, binirxînim.
Karakterên romanê (Characters): Karakterê sereke Tacdîn e. Tacdîn di heman demê de kesê vebêjer (vegêr) e jî. Bi awayê kesê yekem hemû bûyeran vedibêje. Karakterê din jî ya bi navê Soro di destpêka romanê de derdikeve holê ku bi endezyarek avahiyan tê şibandin û bi devê wî wek ku bingeha hilweşandina bajarê Axê bê îşaretkirin wiha dibêje: “Divê xera bibin ev xanî, ev bajar bi carekê ve hilweşe. Nexwe… nexwe wê her kes di xew de be, heta hetayê… xew, xewa mirinê.” Meriv dikare bibêje Soro vebêjerê alîkar ê bûyerên ku piştî Tacdîn diçe serê çiyê ye. Ji Tacdîn re dema vedigere Axê, wiha dibêje: “Sosin (evîndara Tacdîn), Sosin jî çû. Piştî çûna te û Baran (kesê ku bi Tacdîn re beşdarî şervanan dibe) ne bi gelekî wê û Zozanê jî dane rêya we. Diya Sosin û Zozanê jî bûne wekî diya te (Xatûn) û diya Baran. Bi vê gotina Soro bi rêya flashbackê ji serî de bûyer ji aliyê Tacdîn ve tên vegotin. Bi du karakterên Îsewî (Gebro û Febro) bal kişandiye ser jenosayda wan. Dîsa şervanek ereb bi navê Leyla heye, ku dema tê bajarê Axê ji bo tola Evdiyê ji aliyê ciwanên cilreş ên ji mizgeftê derketine, li tirimbêla reş siwarbûne çûne, bi du demançeyên reş î sar ji par ve bi gule lêdanê hatî kuştin, bihîstine ew bi Şevger re li Axê di mala Reşo û Nazê de tên kuştin. Piştî Leyla birayê wê Serhed hewl dide ku ji bajarê Axê bi dizî bireve, lê di rê de tê girtin û dewlet wî tîne mala wî, li ber çavê dê û bavê wî tê kuştin. Lê ji raya giştî re wek ku wî fermana leşkeran a raweste, neaniye cih û hatiye kuştin tê ragihandin.
Karakterê Egîd fermandarê şervanan li çiyê Tacdîn û Baran digire nava refê şervanan. Di berf, bahoz û aşûta ku lingê gelek şervanan dirizin de karakterê Zinar ê gundî derdikeve pêş. Karakterê Zana ku çend sal beşa tibê xwendiye nikare ji lingên kangrenbûyî re neştergerî bike. Lê Zinar, bi derfetê pir kêm, bi tenê birekek û du kêran, lingên xwe û yên hevalên xwe yên riziyayî jê dike. Meriv dikare bibêje di romanê de karakterên jin tune ne. Çend tîpên jinan ku hene jî wek dayikên çav li rêya zarokên xwe ne.
Tevna bûyeran (Pilot summary): Ger meriv wek kurteyek li tevna bûyeran binêre, dibîne ku li bajarê Axê êrîşek mezin bi ser xelkê navçê de tê. Kuştina mamoste Evdî dibe çirûskek ji bo Tacdîn û hevalên wî. Ew xwe bi rêxistin dikin, çend leşkerên dijmin dikujin û dertên çiya. Li çiya ji şerê bi dijmin re bêtir şerê bi berfê re derdikeve pêş wan. Piştî lingek xwe ji ber berfê winda dike, li Ewropayê lingek pilatînî pêve tê kirin û piştî bîst û pênc salan vedigere Axê. Dikeve nava şerê xendekan. Li wir pêşî rastî Dewrêşê kurê Evdî tê. Bi şervanên ciwan re (Stî, Mem, Bawer û hwd.) hewl dide ku teknolojiya nûjen li hember dijmin bi kar bîne. Lê dema hevalên ciwan yek bi yek şehîd dikevin, di xwe de têkçûnekê hîs dike û ji xwe re wiha dibêje: “(…) Erê ev peyv qet ji bîra min naçe; em hemû pê bawer bûn û me her tim dilê xwe pê xweş, hêviya xwe pê geş dikir û me digot, bi tevr û bêran be, em ê neyar ji welatê xwe derxînin û em ê welatê xwe jî gelê xwe jî azad (?) bikin. Lê waye kolanên me bi darê zorê gelê xwe jê qewirand, piştî bû kavil, me dîsa radestî neyarê xwe dikir. Qet nizanim, ev çi xwelî bû me li serê xwe dikir. (…)” (r. 217)
Şêwaza lênêrînê (Point of view and style): Meriv dikare bibêje ku ev çend hevokên jorîn gelek tiştan vedibêjin. Ji ber tengiya cih em nikarin dirêj binivîsin. Di encamê de meriv dikare bibêje ku rexneyek ji bo şerê xendekan jî li biryardarên ku biryara çewt dabûn heye.
Dem û cih (Time and Place): Dem û cih bi zelalî hatine pêşkêşkirin. Dema şerê xendekan demeke gelek nêzîk e. Mekan, bajarê Axê jî bi gelek awayan wek Nisêbîna li rex Qamişloyê derdikeve holê.
Cîhana romanê (The world of the novel): Romanek dijkoloniyal e. Li hember êrîşên kolonyal li ser Kurdistana hatî parçekirin, serhildanek heye. Lê encam nehatiye bi destxistin. Jiyan berdewam e.[1]