#Amed Tîgrîs#
Îro em di cîhan û civateke medyayî û dîjîtal de dijîn. Jiyana mirovan a rojane dîjîtal bûye. Vê medya û teknîka ha di warê perwerdeyê de şoreşeke mezin ava kiriye. Serkeftin û destkeftinên mezin pêk aniye.
Medya û alavên dîjîtal ketine jiyana zarokên biçûk. Dibistan ketine hundirê telefona destan û televîzyona malan. Êdî zarokên yek salî jî li televîzyonê temaşe dikin û li telefonên dê û bavê xwe dinêrin û dilîzin.
Li gorî lêkolînan zarokên yek salî li dîmenên televîzyonê dinêrin, dibînin û destê xwe ber pê ve dirêj dikin û dikin gixebix.
Lê fêm nakin ka çi dibe. Lê zarokên du salî hinek fîgurên bernameyan nas dikin, lê nizanin ew çi bername ye û çi dikin.
Zarokên 3 û 4 salî bernameyê zarokan êdî nas dikin. Bi sînyal û melodiyan re xwe dihejînin û şa dibin. Destpêk û dawiya bernameyê jî fêm dikin û li gorî wê bertek nîşan didin.
Zarokên 4 û 5 salî dema li televîzyonê dinêrin êdî ew fêm dikin ka ew fîgur çin e û çi dikin. Bi baldarî dixwazin li bernameyê temaşe bikin.
Zarokên 5 û 6 salî jî êdî dizanin ev bernameya zarokan e. Fîgur û qehremanên ku hene, ne yên rastîn in, çîrok û fîgurên xeyalî ne.
Pirî caran zarokên biçûk dîmenên ku dibîne bi xwe nikare şirove bike, lê bi alîkariya wênê fêm dike ka mijar çi ye û dixwaze çi bêje. Ji vê hindê di jiyana zarokên biçûk de wêne û fîgur roleke gelek mezin dilîzin.
Divê dêûbav vê yekê baş bizanibin û bi kar bînin. Giranî bidin ser pirtûkên bi wêne û fîgur.
Di bernameyên tv û pirtûkan de fîgurên ajelan Gelo çima di bernameyên tv û pirtûkên zarokan de wêne û fîgurên ajelan bi kar tînin? Mirov dema bi çaveke hûr û kûr li dîrokê binêre, dibîne ku ji serdema antîk ve fabil hene. Lehengên wan çîrokan ajel in û dipeyivin. Ev bûyereke siruştî ye û heta serdema me hatiye. Heta van sed salên dawî kes li ser sedemên fîgurên ajelan qet nefikiriye, tişt negotiye û nenivîsiye. Di dema me de li welatên rojava di vê mijara wêne û fîgurên ajelan de gelek lêkolînên giranbiha hatine kirin. Zarokên biçûk bêtir ajelan zîrek dizanin, ji wan hez dikin. Bala xwe didin liv û tevgerên wan. Dixwazin xwe bişibînin wan û teqlîda wan bikin. Loma di tv û fîlman de bi baldarî û dilşadî temaşeyê fîgurên ajelan dikin. Ew hîn di cîhaneke xeyalî de ne û fêm nakin ku ev ne heywanên rasteqîn in û lîstik in. Her weha di pirtûkan de jî wek di fîlm û tv de wêne û fîgurên ajelan bala zarokan dikşînin.
Pêwîst e ku zimanê bername û pirtûkên zarokan gelekî sivik be û mijar ji jiyana rojane be ku zarok têbigehîn. Di bername û fîlman de lêdan, şîdet, tirs û mobîng tune bin. Hezkirin û parastina ajel, sirûşt û mirovan hebe. Hevaltî, hêvî, şadî û alîkarî bi lîstikan werin xemlandin. Îro gelek pirtûkên kurdî ku qaşo ji bo zarokan hatine çapkirin, ji aliyê pedagojîk ve gelek şaş in û xetere ne. Di wan de kuştin û birîndarkirina ajel, mirov û xwezayê hene. Demên berê û niha ku zarok lê dijîn ne yek in. Di nav wan de dem û salên guhertî û cuda hene. Di wan çîrokên kevn û niha de ferqên jiyana sed salan hene. Zarok wê dem û jiyana kevn nas nakin, bala wan nakişîne. Jiyaneke weha ne dîtine û ne bîna ne.
Di pirtûk û bernameyên zarokan de divê mirov giraniyê nede ser zanîn û perwerdeyê, bide ser kêf, şahî û lîstikê. Zanîn û perwerdeyê bi metoda kvalîtatîf di nav şahî û geşiyê de bixemilîne ku ji zarokan re zehmet û giran neyê. Ji ber ku zarok bêtir ji lîstik û şahiyê hez dikin. Lîstik roleke mezin û girîng dilîze, lîstik ji bo zarokan wek şîrê dê pêwîst e.[1]