Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  584,663
Wêne
  123,884
Pirtûk PDF
  22,079
Faylên peywendîdar
  125,547
Video
  2,192
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
316,291
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,503
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,692
عربي - Arabic 
43,830
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,570
فارسی - Farsi 
15,707
English - English 
8,514
Türkçe - Turkish 
3,819
Deutsch - German 
2,029
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,578
Cih 
1,172
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,818
Kurtelêkolîn 
6,821
Şehîdan 
4,536
Enfalkirî 
4,829
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,295
PDF 
34,642
MP4 
3,829
IMG 
233,285
∑   Hemû bi hev re 
273,051
Lêgerîna naverokê
Seyid Riza - Rêzenivîs 15
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Kurdipedia çavkaniya herî berfireh a pirzimanî ye ji bo agahdariya kurdî. Di her parçeyên Kurdistanê de arşîv û karmendên me hene.
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish2
English - English2
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi1
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Sayid Riza
Sayid Riza
$Seyid Riza – Çiya Mazî | Rêzenivîs 15$
#Çiya Mazî#
Gelî embasanî hêja, îjar di vê xewna xwe de ez çûbûm sala 1937’an. Dengê du kesan li vê derê dihat. Yek jê General Abdullah Alpdoxan, yê din Seyit Riza. Ev êla ku ketim nav wê, êla Hesenan bû. Seyid Riza li vir yekî navdar bû. Digotin “Seyid Riza di sala 1863’de li Dersim, Pûlûrê li gundê Lirtik hatiye dinyê. Ji eşîra Şêx Hesenan, şaxê Ebbasên jorîn lawê Seyit İbrahim bû. Jê re digotin Pîr Sey Riza.
General Alpdoxan dest pê kiribû çek-sîleh didan hevdû li vir û ji eşîrê xwestibû ku 200 hezar tiving bînin û bidin dewletê. Heke tunebe jî wê bikirin û bînin. Zimanê Kurdî-Zazakî jî qedexe bûbû. Mirov perîşan bûn û ji birçînan koçî Rojavayê Enedolê dikirin. Li her derê dibistanên bi razanî dihat avakirin. General Alpdoxan, biraziyê Seyıd Riza, Rêber kişandibû alî xwe, karê wî hêsan bûbû, agahî xweş dihatin ber destê wî.
Eşîrên herêmê ji zulmê û naheqiyê debar nekirin û şerekî gewre û giran dest pê kir. Deşt û çiya li bin guhê hevdû ketin. Kevir û kuçik ji serê latan hatin xwarê. Tofan û bobelat gelekî mezin bûbû. Pir mirov li vir jî hatin kuştin. Digotin lawê Seyit, Hisênê Reşik birîn bû, diya wî Elîf xanim ew teslimî Mît-îstixbaratê kir ji bo efûkirinê. Mît’ê ew girt û xist girtîgehê. Dibêjin Rêberê ku fermandarê Seyıt Riza bû, çû Elîşêr û xanima wî kuşt. General û walî ji Seyid re gotin “Were em li hevdû werin, aştiyekê çêbikin.” Seyît Riza çû Erzinganê ji bo li hevhatinê. Bi bêbextî ew girtin û xistin zîndanê. Wî jî li devê deriyê hukûmetê got; “ev hukumet şerefsiz e, derewkar e”. Û li wir peyveke din jî ji wan re dike hûn zanin;
“Mi bese nêkerd ke zûran û hîleyanê to de serê vejî mirê bi derd
La mi kî vera to da çok nêda erd, wato re bibo derd.” Ango wisa digot; “Min çi kir jî bi derewên we re min serî dernexist ev ji min re bû dert, we jî çi kir we çongê min netewand ev jî ji we re bû dert.”
Ji bo ku wî dardekin, bi biryarên sexte temenê wî ji 74’an daxistin 54 an, ji bo ku lawê wî Huseyîn dardekin jî temenê wî jî ji 18 an derxistin 21’ê û birin ber sêdarê.
Roja 14 yê Mijdara 1937’an, roja betlanê ku mahkeme tunebû, bi şev û li ber roniya farên erebeyekê hat darizandin û bi deh hevalên xwe re hat îdamkirin. Got ku “ 40 lireyê min û seeta min bidin lawê min.” Wê demê dozger got “emê lawê te jî dardekin” wî jî got, “îjar min kilîtê koyî kerd vind (wê demê min kilîta çiyan winda kir.)” çend caran got “Lawê min berî min darde nekin” jî, lê belê lawê wî jî bi mexsusî berî wî hat îdamkirin. Li ser sehpayê wisa digot Sey Riza: “Ez heftê û pênc salî me. Ezê herim ba Kurdên din. Dê ciwan tola me hilînin” Peyveke wî ya din jî ku li ser kursiya sêdarê gotibû bûbû benîşt di nava devê mirovan de:
“Em Ewledê Kerbela nin, bîxeta nin, wisa nekin, şerm e, zulum e, qetl e ev.”
Bi qasî min bihîst 40 hezar mirov hatin kuştin li vê herêmê.
Di dawiya xewna min de kaniyên wê derê, piştî van bûyerana giş miçiqîbûn. Hema navê kaniyeke mezin aniha tê bîra min, kaniya Halvorî, mezin bû , ziyaret bû.
Erê xewn e lê biqasî xuya bû wek heyvekê derbas bûbû ji bûyerê, min dibihîst ji rojname û kovarên wê demê. Pir tişt di rojnameyên wê demê de hatibûn nivîsandin, pirên stranên bi saza baxlama dihat gotin ku min guhdarî dikir jî ji bo demê hatibûn nivîsandin. Bi tîpine mezin peyva ku di manşeta rojnameya Temps ê de xuyabû wisa dinivîsand;
“Teqez dê sêdarên Dêrsimê di nava komên meytan de şîn bibin û kulîlk vedin.”
Û li bin dom dikir yekî ji qefleyê sirgûnan; wekî me gotibû em bi rê ketibûn, erê… bi rê de porê jinan pirê wan jê kur kirin. Mirovên qefleyê hinek ji birçînan hinek ji betilbûnan û hinek jî ji lêdanê mirin. Hinek qîzan jî xwe ji tahtan berdan xwarê. Carinan jinan bi girî distiran, li ser rewşa xwe. Yekê ji wanî:
Mijê girtiye ser xerzikên Pertekê
Min konê xwe vekir li çiyayê Mezgirtê
Min di Çemê Laçê de hûn hembêz kirin
Vala naçe Guleya Lawê Hesenê Gewê
Leşkeran jî ji ber ku bi Kurdî nizanîbûn, digotin “Ev çi xweş şerqiyan dibêje, dengê wê pir xweş e”
Piştî çend rojan bi rê de ku şervanên me hatin û em xelas kirin, em birin xistin şikeftekê û em çend rojan jî di şikeftê de man. Lê piştî çend rojan, bu cahnime, teyare ji ser serê me qut nedibû. Sibehekê zû devê şikeftê girtin û me xwe nedît. Agir, teqîn, wajîn û qîrewîr bi hev re belav dibû. Û pê re mejî belav dibû. Min bi çavên xwe mejî dîtin. Giş miribûn. Ez tenê mabûm, ez tenê filitîbûm. Xwezîka ez nefilitiyama. Bi çengurê min girtin û gotin “bû yalaniz” ango “ev tenê.” Û gotin “getir onî” wî bîne. Ez li cemseyekê kirim û dû re bi trênê tevlî bi sedan zarokên ciwan, qîz û law em anîn Stenbolê. Qîz birin cîhekî din û em jî birin cihê sêwiyan. Tu zanî bi xwedê ez rast ji te re bibêjim dû re min sond xwar ku ez xwe nakujim ji bo tola xwe hilînim.
Yekî din jî ku ji qefleyê xelas bûbû di rojnameya Çiya dê digot (rojnameya Çiya di 1965’an de hatiye weşandin di hejmara 8’an rûpela 5’an de ev çîrok heye): keçikek ji leşkeran reviya xwe avêt êgir. Belê ew bûyer li gundekî cîranê me qewimî bû. Gundê … ; dema ku leşkeran mal şewitandin, zarokek ji malekê ji nava êgir reviya derve, lê belê nêrî ku leşker li ber derî ne, keçik dîsa bi qêrîn piloz bû, nizanîbû wê çi bike, û hema ji nigê nig de bi şûnde vegeriya nava êgir û winda bû.”
Piştî ku rabûm ji xewê min tenê ev kir. Min li ser kaniyan lêkolîn kir. Ez dikarim bahsa çend heban bikim lê belê emê bi devok û zaraveyê wê herêmê ango dimilkî bibêjin. Tu zanî ji devok an jî zaraveyê Dêrsimê re dibêjin Dimilî an Kirdkî. Ew jî beşeke Zimanê kurdan e. Bi Dimilî ji kaniyan re Hinî tê gotin. Ez navê çend heban bibêjim:Hiniyê kemerî(kaniya Kevir), Hiniyê Çirtik ango kaniya ku di boriyê de diherike. Hiniyê Qale sipe (Kaniya Kalê rispî), Hiniye Xozu(kaniya xinzir), Hiniyê Serdin (Kaniya Sar), Hiniye Derî Çime (Kaniya devê çem), Hiniyê Burş, Hiniyê serî kemer (kaniya ser kevir), Hiniyê Pornagê, Hiniye Axsorige, Hiniye Harşî. Ev Kaniya Harşî, ya êla Demanan bû ku li dor wê jiyane, ev der ziyaret e û pîroz tê dîtin. Hiniyê Gola Kurd, Hiniyê Kemerî Kun (kaniya Kevrê lêdayî) Hiniyê Dizdû (Kaniya Dizan), Hiniyê Girmik (Kaniya Kulmikan), Hiniyê Pil (Kaniya Mezin), Hiniyê Hecûru (kaniya Hijîran), Hiniyê Golî Xizir, Hiniyê Xaskar; îjar ev ’Xaskar’ Keça Duzgun baba ye, ava vê ji bin tahtekê tê. Li gor baweriya herêmiyan yê ku baş be û vê avê vexwe av zêde dibe, lê yê nebaş be ew av kêm dibe. Hinek kaniyên din jî ev in; Hiniyê Şert; ev kanî jî ya êla Heyderan e, cîhê ku ev kanî lê ye jî pîroz e, ji ber ku Heyderanî li vir jiya ne. Golê bûyerî; ev gol jî pîroz e li ba mirovên herêmê. (M.Çiya Mazî)[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 1,293 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
Gotarên Girêdayî: 4
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 09-07-2017 (8 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Bîranîn
Kategorîya Naverokê: Bîografî
Kategorîya Naverokê: Dîrok
Welat- Herêm: Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 19-01-2023 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 20-01-2023 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 19-01-2023 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 1,293 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.609 çirke!