$Agahiyên şehîd:$
Nav û paşnav: Guler Gungen
Nasnav: Rûken Gabar
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Dayik-Bav: Asiye-Hacî
Dem û cihê şehadetê: 17'ê Kanûna 2022 / Cûdî
$Kurtejiyana şehîd:$
Bajarê me Şirnex a erdnîgariya berxwedêr a Botanê, ku ji destpêka têkoşîna me ya azadiyê ku bi ked û fedakariya zêde ya Rêber Apo û şehîdên me yên qehremen bi pêş ve çûye, piştgirî daye û bi hezaran ewladên xwe tevlî nava refên gerîla kirine, tevî qetlîam, êşkence û polîtîkayên şer en taybet tawîz ji xeta azadiyê nedaye û li mîsyona xwe pêşengtiyê dewam dike. Hevrêya me Rûken ku li bajarekê wiha û ji malbateke welatparêz a çanda berxwedanê ya vî bajarî serwer e, çêbûye, bi çanda qedîm a gelê Botanê û taybetiyên wê yên berxwedêr mezin bûye. Lewma hêj ji zarokatiya xwe ve li dijî êrîşên dijmin ku bûye şahid, bi hêrs bûye. Hevrê Rûken ev hêrs bi têkoşîneke bi zanebûn kiriye esasê pirsîna hesab ji dijmin û maye li hêviya roja ku wê bigihîje gerila. Hevrêya me Rûken ku ji zarokatiya xwe ve guhdariya qehremaniyên gerîla kiriye û gerîla nas kiriye û bi pişt re ji hevrêtî, awayê jiyanê û xeta berxwedanê ya li gerîla li qada Gabarê ku çûye, bi bandor bûye. Hevrêya me Rûken ku ewqas nêzê armanca xwe bûye, bêyî teredud tevlî nava refên gerîla bûye.
Heval Rûken ku tevlêbûna wê li qada berxwedanê ya Adil, Gelhat û Gulbiharan e, ji bo têkoşîneke layiqê mîrate û xetên têkoşînê ya van fermandarên hêja gelek ked daye. Destpêkê li vir hînê gerîlatiyê bûye, bi pişt re derbasê Zagrosan bûye û perwerdehiya şervanên nû dîtiye. Di vê pêvajoya perwerdehiyê de li ser jiyana gerîla û çiya bûye xwediya gelek tecrûbeyan û bûye gerîlayeke şareza. Bi tevlêbûna bi xwestin û moral, zû bi zû hînê jiyana gerîlatiyê bûye, bi saya xisletê xwe yê ji xwe bawer ê jinên Botî, bi hêza ku ji felsefeya azadiya jinan a Rêbertiya me girtiye, bûye mîlîtaneke pêşeng. Sekin bi hevrê Rûken neketiye, her tim meraqa hînbûyîna tiştên nû dikir. Bi vê taybetiya xwe her tim pirsyarî dikirin, qîma xwe bi tiştê heyî nedianî. Lewma xwe gelek bi pêş ve bir. Hevrê Rûken bi awayekê ji xwe bawer ji bo bibe jineke azad, di warê leşkerî de jî dixwest bibe şareza da ku meşa xwe azadiyê bi temamî bike. Lewma cih di nav akademiyên leşkerî de girt, di gelek waran de bû şareza. Xwest ku tevlî Berxwedana Rêveberiya Xweser bibe û li ser vî esasî sala 2016’an; derbasê Botanê bû ku lê çêbûye û gihîştiye xeyalên xwe.Kêfxweş bû bi tevlêbûyîna berxwedana gelê me yê Botanê ya ji Silopiyayê, heta bi Cizîrê, ji Şirnexê heta bi Nisêbînê li dijî dijmin mil bi milê gelê xwe şer kir.
Birayê wê Mûrat Botan (Behlul Gungen) bi awayekê çalak tevlî Berxwedana Rêveberiya Xweser a Şirnexê bû û şehîd bû. Bi vê şehadetê hêrs û azweriya tolhildanê û têkoşînê û biryardariya hevrê Rûken yekcar zêde bû. Di şer de bi tevlêbûyîna xwe ya bi fedakarî û kedkarî hem gelê me hem jî hevrêyên wê rêz jê re girt. Wek gerîlayeke YJA Star’ê mîsyona xwe pêşengtiyê bi serfirazî bi cih anî. Hevrêya me Rûken ku ji şehadeta gelê me û hevrêyen pir bi bandor bû, her şehadetek ji xwe re kir boneya tolhildanê. Hevrêya me Rûken piştî Berxwedana Rêveberiya Xweser, derbasê qada Cûdiyê bû, li fersend dît ku nirxandina pêvajoya pratîk ku jiya, bike. Dersên pêwîst ji pratîka xwe derxistin hêj bi awayekê şarezatir berê xwe da pratîkê. Tevî derewên şerê taybet ên dijmin, tevlî dehan çalakiyan bû ku li qada Cûdiyê hatin lidarxistin, xwest bibe bersiv ji bo pêvajoya dîrokî ku gel û Tevgera me tê re derbas dibe. Hevrê Rûken di hewildana xwe de bi ser ket, di heman demê de ji bo birêxistinkirina gelê me jî xebitî, geşkirina xeta têkoşînê ya Berxwedana Rêveberiya Xweser ji xwe kir armanc. Bi nêzîkatiya xwe xwerû rast, bi baweriya bêdawî û girêdayîbûna qewîn a bi xeta şehîdan Rêbertiyê ve, hevrêya me Rûken, mîlîtaneke mînak a PKK-PJAK’ê ye û wê her tim pêşengtiyê ji me re bike.[1]