#Zeynelabidin Zinar#
Li gor Toreya Kurdî, nav û nasnavên di zewacê de ji dema ku keç têne xwestin û heta ku tînin mala zavayî, bi kurtî weha ne:
Dema xortek an zilamek, ne bi xûta zewacê ku dil dikeve keç an jinekê, navê wan dibe DOSTIK. Jin dibe dostika zilamî, zilam jî dibe DOSTIKê jinê. Lê di şûna DOSTIK de YAR jî tê gotin: Ji bo jinê YARÊ wê, ji bo zilam jî RARa wî…
Dema xortek an zilamek dil dikeve keç an jinekê û eger bi xûta zewacê be, diçin mala bavê jinê û dixwazin. Eger malbata wê ji bo danê razî bibe, navê wê dibe HERÊKIRÎ, mînak: Xecê bûye HERÊKIRÎya Siyabendî.
Êdî çu kes ji bo wê keçê hewldanekê nake.
Piştî nîşanê şahiyek li mala bavê zavayî çêdibe, ji wê re jî ŞAHIYA PIŞTKEVNIKê tê gotin.
Dema nîşan bi jin an keçê ve hate kirin, navê wê dibê NÎŞANKIRÎ, mînak: Sitî NÎŞANKIRÎya Gêyo ye. Êdî ewa ku hatiye nişankirin, di Çanda Kurdan de dibe wek jina ku mehra wê hatiye çêkirin. Navê xort an zilam jî dibe ZAVA.
Dema bûk hate nîşankirin û şûnde, navê malbatên herduyan dibe XINANÎ.
Dema ji bo anîna BÛKê hin kes pêşî diçin mala bavê bûkê, navê wan BERBÛK an BERBÛyî ne.
Dema keçê bi şahî û dawet tînin mala bavê zavayî, navê wê dibe BÛK e. Di Çanda Kurdî de BÛK hertim li hespekî nêr siwar dikin û wê vediguêzin. Kesên ku beşdarî di dawetê de kirine, navê wan VEXWENDÎ ne, li hin herêman ji wan re XWENDÎ jî tê gotin.
Roja ku BÛK tînin, ew roj ZAVA paşa ye. Di gund de çi biryara ku bide, xortên li dora wî ew biryar bi cih tînin û gundiyan bi cirmê seza dikin.
Navê bavê bûk û zavayî, dibe XEZÛR. Navê dayikên wan jî dibe XESÛ.
Zava ji bavê bûkê re dibêje APO yan XALO. Bûk kî ji yên zavê re dibêje APO yan XALO.
Li hin herêmên Kurdistanê bûn heta ku zarûk neyne, bi dengê bilind bi kesî re napeyive.
Ev babet ji aliyê naveroka xwe ve pir dewlemend e.
Divê akademiyên kurdî lêkolînine berfireh li serê bikin.
Her şad û bextewer bin.[1]