Diyarname
#Helîm Yûsiv# piştî 10 salan pirtûkeke din a çîrokan pêşkêş kir: Serdema Qazîmazî.... Mêrê ku li terîya xwe digere.
Nivîskarê Diyarnameyê Helîm Yûsiv herî dawî di sala 2011'an de pirtûka xwe ya çîrokan Auslander Beg pêşkêş kiribû. Piştê wê çend roman nivîsandibûn û niha carek din bi pirtûkeke çîrokan li pêşberî hezkiriyên xwe ye.
Pirtûka Helîm Yûsiv li Rojava ji aliyê Weşanên Ava ve hat weşandin û demek paşê li Bakur dê ji aliyê Peywendê ve jî bê derxistin.
Ev 6'emîn pirtûka çîrokan a Helîm Yûsiv e û çîrokên di vê pirtûkê de berê xwe didin 10 salên dawî.
$16 ÇÎROK, KARAKTERÊN NAS$
Di pirtûkê de 16 çîrok hene. Yûsiv di van çîrokan de berê xwe daye qonaxa herî hestîyar ya ku li Sûrîyê û rojavayê Kurdistanê tê re derbas dibe. Qazîmazî berî ku kêzikeke xweşik û rengînî be, bi xwequlipandinê tê naskirin.
Karakterên çîrokan nas dixuyin, wekî li cem mirov, yan hemberî mirov bin. Carinan mirov dibê qey behsa hinekan dike ku mirov wan baş nas dike, lê di heman demê da kesên xeyalî ne, wekî mirov ew di xewnekê da dîtibin.
$KARAKTERÊN SURALÎST$
Karakter suralîst in, lê di heman demê de wekî kedkaxwarên welat jî dixuyin
Di çîrokan de xeyal û rastî bi hev re dimeşin, geh ji hev dûr dikevin û geh jî ew tayê di navbera wan da diqete û her du tevlihev dibin. Bi vê tevlihevbûnê re çîrokine balkêş derdikvin holê.
AVA WEŞANDINA PIRTÛKÊN WÎ DIDOMÎNE
Li Rojava Weşanên Ava hin pirtûkên Helîm Yûsiv çapa wan a nû kiriye û yên din jî di rêzê de ne. Berî vê herî dawî Avayê pirtûka Helîm Yûsiv Jinên Qatên Bilind çap kiribû.
$HELÎM YÛSIV KÎ YE?$
Nivîskar Helîm Yûsiv di sala 1967'an de li Amûdê hatiye dinê. Li Zanîngeha Helebê Fakulteya Hiqûqê qedandiye û ji sala 2000'î ve li Almanyayê dijî. Malpera me Diyarname jî têde bi dehan gotarên wî di malper, kovar û rojnameyên kurdî û erebî de hatine weşandin. Ew qunciknivîskariya xwe ya di Diyarnameyê de didomîne. Her wisa Yûsiv dor 20 salan ji bo televîzyonên kurdî bernameya wêjeyî bi navê Gava Sêyemîn û Deriyê Din amade kir.
Ew berhemên xwe bi kurdî dinivîse û ev berhemên wî heta niha li zimanên tirkî, erebî, farisî, îngilîzî û almanî hatine wergerandin. Dîsa heta niha ji çîrokên wî lîstikên şanoyên yên wekî Komara Dînan, Bidarvekirina Pozekî û Sol û Serî hatine amadekirin û lîstin.
Li aliyê din li Başûr di sala 2015'an de Weşanxaneya Endîşe Xelata Romanê, li Bakur di sala 2020'an de Egîtîm-Senê Xelata Kedê da wî.
Berhemên wî yên çapkirî ev in:
- Mêrê Avis (çîrok. 1991)
- Jinên Qatên Bilind (çîrok, 1995)
- Mirî Ranazin (çîrok, 1996)
- Sobarto (roman, 1999)
- Memê bê Zîn (çîrok, 2003)
- Tirsa Bê diran (roman, 2006)
- Gava ku Masî tî Dibin (roman, 2008)
- Romana Kurdî (lêkolîn, 2011)
- Auslander Beg (çîrok, 2011)
- 99 Morîkên Belavbûyî (roman, 2015)
- Wehşê Di Hundirê Min De (roman, 2018)
- Firîna Bi Baskên Şikestî (Roman, 2019)
- Serdema Qazîmazî (Çîrok, 2021)[1]