Navê pirtûkê: Analîza Devoka Kobanîyî
Navê nivîskar: Raman Ehmed
Cihê çapkirina pirtûkê: Kobanî
Navê çapxaneyê: weşanên AVA
Sala çapê: 2021
Berg: Enterê Şewo
Pirtûka Analîza Devoka Kobanîyî - Fonolojî û Morfolojî ya Raman Ehmed ji nav weşanên AVA'yê derket.
Ev berhem yekemîn berhema devoknasîyê ye, ku tê da analîza kurmancîya herêma Kobanîyê tê kirin.
Raman Ehmed, di vê xebata xwe da devokê bi şêweyekî zanistî û li gorî hêmanên zimannasîyê dide nasîn. Di hûrgilîyên xebata xwe da, ew Fonolojî û Morfolojîyê wek girsemijar dide pêş.
Peydabûn, bihevguherîn, ketin û zêdekirina dengan; pêvekên nasyarîyê, vokatîv, cînav û hwd, binnivîsên wan herdu girsemijarên borî ne.
Ev berhem ji korpuseke wiha zengîn û hemaheng pêk tê, ku dihêle mirov bi zelalî bi girîngîya vê xebatê hest bike.
Tiştê ku vê berhemê bêhemta û dewlemendtir dike ew e, ku ferhengokek û qeftek ji çîrokên herêmê wek pêvek û palpişt tê da tên dîtin.[1]